SÊRT - Poşmantî li Îzzettîn Sevîlgen ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê tê ragirtin û berdana wî 4 caran hate taloqkirin, tê ferzkirin.
Îzzettîn Sevîlgen di 15’ê hezîrana 1992’yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê hate binçavkirin û piştî binçavkirina 40 rojan hate girtin. Bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “yekitî û yekparêbûna dewletê xera kiriye” ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Hejmara 1’an a Amedê ve cezayê hefsê yê müebbede lê hate birîn. Sevîlgen ê bi rêzê li girtîgehên Sêrt, Amasya, Îzmîr, Şirnex, Wan û Erziromê maye herî dawî sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê hate kirin. Sevîlgenê di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, nexweşiyên fitika piştê, astim, pirsgirêkên dîtin û bîhistinê, dil, bronşit û kolesterole pê re hene. Tevî serlêdanên malbata Sevîlgen, daxwaza sewqa wî ya ji bo Girtîgeha Tîpa T a Êlihê nehate qebûlkirin. Ji ber Sevîlgen li girtîgeheke dûr tê ragirtin, malbata wî 3 sal in nikarin biçin hevdîtina malbata xwe.
Sevîlgen ê cezayê hefsê yê müebbede lê hatibû birîn, cezayê xwe di 15’ê hezîrana 2022’yan de temam kir lê berdana wî cara çaran hate taloqkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê berdana Sevîlgen ê ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nake ewilî 3 mehan, pişt re bi dorê 4, 5 û 6 mehan 4 caran hate taloqkirin.
‘EM DEST JÊ BERNADIN’
Hevjîna Sevîlgen, Husna Sevîlgen diyar kir ku hevjînê wê bi awayekî dijhiqûqî li girtîgehê tê ragirtin. Sevîlgen, anî ziman ku hevjînê wê bi hinceta ferzkirina “poşmantiyê” nayê berdan û wiha got: “Em bi tu awayî vê ferzkirinê qebûl nakin. Kekê wî jî (Quling Sevilgen) ferzkirina poşmantiyê qebûl nekir û li girtîgeha ku 16 salan tê de ma jiyana xwe ji dest da. Heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da û bi tu awayî poşmantî qebûl nekir. Mirin li ber çavan girtin û têkoşiyan. 12 salan li heman girtîgehê bi hev re man. Em heta dawiyê li pişt bedel û keda me dayî ne. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê li hundir û derve têbikoşin. Em ê dest ji kurditiya xwe bernedin.”
‘ME SERÎ NETEWAND’
Sevîlgen, anî ziman ku hevjînê wê li hundir ew bi xwe jî li derve têdikoşe û wiha berdewam kir: “Her tim ew sewqî cihên dûr kirin. Dema hevdîtineke vekirî çêdibe, neçar dimînin bi rojan di rê de bimînin. Xetereyên di rê de heqê rê em perîşan kirin. Ji ber dirêjbûna rê 3 salan zêdetir in em nikarin biçin girtîgehê. Zext û zora wan qet xelas nebû lê me bi tu awayî serî netewand û em natewînin jî.”
MA / Fethî Balaman