NAVENDA NÛÇEYAN - Krîza xurekê her ku diçe girantir dibe. Ji ber krîzê, li seranserî cîhanê 800 milyon kes anku ji her 10 kesan yek jê birçî radizê. Li Tirkiyeyê jî ji sedî 22’yê civakê nikare xwe bigihîne xurekê pêwîst û ji sedî 8.5’an jî di sînorê birçîtiyê de ne.
Odeyên Endezyarên Xurek, Kîmya û Ziraetê yên girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) bi boneya 16’ê Cotmehê Roja Xurekê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan û bal kişandin ser krîza xurekê ya li Tirkiye û cîhanê tê jiyîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku sala herî zehmet a ku gel zehmetî kişandî xwe bigihînin xurekê sala 2023’yan bû û ev tişt hatin parvekirin: “Di pêvajoya pandemiyê de jî ewqas zehmetî nehate kişandin. Polîtîkayên xelet ên aboriyê, kêmbûna hilberîna çandiniyê, heqdestê kedkar û teqawidan a di bin sînorê birçtiyê de rê li ber vê rewşê vedike. Guherîna avhewayê, qirêjîkirina çavkaniyên avê, texrîbkirina daristan, cihên biav, qadên çandiniyê, zêdebûna nifûsê û koçberî dê bi xwe re krîzên av, ax û xurekê bîne.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li cîhaneke ku temînata xurekê nehatiye dayîn de mimkin nîne ku pergaleke adilane û demokratîk were avakirin. Îro li seranserî cîhanê 800 milyon kes anku ji her 10 kesan yek jê birçî radizê. Li welatê me jî ji sedî 22’yê welatiyan bi qasî tê xwestin xurekê peyda nakin, ji sedî 8.5 jî di sînorê birçitiyê de ne. Ji bo bidawîkirina vê kabûsa mirovahiyê, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Heke li dinyayê birçitî hebe, sedema vê bêedaletiya di parvekirina dahatan de ye.”