WAN - Welatiyên Wanê li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê bi hêrs in û gotin: “Li ser kurdan qetlîamek mezin heye û hemû dinya li hember vê qetlîamê kerr, kor û lal dimimîne."
Piştî Hemasê di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê şer da destpêkirin û dû re di navbera Hemas û Îsraîlê de şerê dijwar destpêkirin û didomin û ev yek bala raya giştî ya cîhanê da ser xwe. Lê di heman rojê de Tirkiyeyê jî bi balafirên şer êrişî ser bi dehan deverên rojavayê Kurdistanê kir. Êrişên li ser Rojava didomin û gelek sivîl bûn armanca êrişan. Lê raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê ku xwedî li Filistînê derdikeve, li ber êrişên li ser rojavayê Kurdistanê kerr, kor û lal mane.
Di êrişên li ser rojavayê Kurdistanê de nexweşxane, mizgef, santralên ceyranê, embarên genim, rafîneyên petrole, binesazî û sersazî hatin armanckirin û di encama bombebaranan de hatin rûxandin.
Welatiyên li Wanê nerazîbûn nîşanî xemsariya raya giştî ya cîhanê ji bo kurdan û êrişên Tirkiyeyê dan û destnîşan kirin ku ev êriş li dijî hemû mirovahiyê pêk tên.
PIRSGIRÊKA KURD Û FILISTÎNÊ
Mehmet Alî Bora diyar kir ku pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn diqewimin di bingeha wê de pirsgirêka kurd û Filistînê heye û heta ku pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê neyê çareserkirin dê tu tiştek tekûz nebe û got: “Pergala kapîtalîst naxwaze ku her du pirsgirêkan çareser bike. Ev her du pirsgirêk jî hev xwedî dikin. Li Rojhilata Navîn pirsgirêka herî mezin nemaze pirsgirêka kurd e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, wê pirsgirêka Îsraîlê-Filistînê çareser nebe. Lewma hêzên hegomonîk, emperyal nahêlin ku pirsgirêkên her du welatan çareser bibin.”
‘POLÎTÎKAYÊN DURÛTIYÊ DIKEVE DEWRÊ’
Bora da zanîn ku dema mijar dibin kurd polîtîkayên durûtiyê dikevin dewrê û wiha got: “Êrişên li dijî Rojava, ji cîhanê qut nîn in û bi destûra cîhanê tên kirin. Gelo dema kurd dibin mijar çima kes wan nabîne? Gelo dema kurd tên kuştin çima kes wan nabîne? Lewma xelk bi hêrs û aciz dibe. Kurd li her deverê li dijî vê durûtiyê û van êrişan nerazîbûna xwe nîşan dide. Li vir nahêlin ku ji bo Rojava çalakiyek demokratîk jî bê lidarxistin. Ji bo pêşî li van êrişan bê girtin divê teqez kurd bibin yek û tifaqa xwe ava bikin.”
‘CÎHAN ŞIRÎKÊ QETILKIRINA KURDAN E’
Welatiyê bi navê Kemal Guler jî destnîşan kir ku êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê pêk tên di heman demê de li dijî mirovahiyê ne û wiha axivî: “Bi salan e li ser Rojava êrişên dijwar pêk tên. Di şeran de divê qadên sivîlan û sivîl neyên armancgirtin. Lê mixabin li Rojava sivîl û warên wan tê armancgirtin. Ev yek ji bo tirkan û cîhanê rewa ye. Li ser kurdan qetlîamek mezin heye û mixabin cîhan bi awayek bêdeng, xemsar li vê qetlîamê temaşe dike. Nemaze Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û hemû sazî û dezgehên mafên mirovan ên gerdûnî xemsar sekinîne. Em vê xemsariyê şermezar dikin. Hemû dinya bûye şirîkê qetilkirina kurdan. Divê teqez kurd li dijî vê neyartiyê bibin yek û yekitiya xwe ava bikin.”
‘MESREFA ŞER JI BERÎKA ME DERDIKEVE’
Welatiyê bi navê Huseyîn Akdag jî êrişên li dijî ser rojavayê Kurdistanê wek êrişên “li dijî mirovahiyê” pênase kir û got: “Şer sûcê l dijî mirovan e. Hemû dinya li ser şerê di navbera Îsraîlê û Hemasê de diaxive û dibîne lê mixabin dema mijar dibin kurd û Rojava kes dengê xwe nake. Zarok tên kuştin. Ev nayê qebûlkirin. Şerê diqewime zerarê dide aboriyê jî. Heqê hemû amûr û alavên di şer de tên bikaranî ji berîka me welatiyan derdikeve. Em dibêjin bila êdî ev şer raweste. Em her tim alîgirên aştiyê ne û em ê her aştiyê biparêzin.”