STENBOL - Xizmên girtiyan ên li Stenbolê hatin gel hev 11 binpêkirinên li girtîgehan tên kirin parve kirin û gotin ku bi rêya piştevaniyê dikarin van pirsgirêkan ji holê rakin.
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) li Komeleya Hawirdorê ya Munzurê bi xizmên girtiyan re hate gel hev. Endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Kesên Xizmên Xwe Winda Kirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tev li hevdîtina piştevaniyê bûn.
LI DIJÎ TECRÎDÊ PEYAMA PIŞTEVANIYÊ
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn di çalakiyê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehên bi tîpên L, S û Y’ê. Acettîn, wiha got: “Girtiyên cezayê wan kêm maye û yên cezayê wan xelas bûne li girtîgehên Tîpên S û Y’ê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Dewlet îzolasyonê û tenêtiyê li girtiyan ferz dike. Girtî ji hev tên dûrxistin.”
Ji çalakvanên Nobeta Edaletê ya demek berê hatibû lidarxistin Zeynep Calihan jî wiha got: “Dewlet li girtîgehan îşkenceyê li zarokên me dike. Heta ku em dayik dengê xwe nekin dê zarokên me her bişewitin. Zarokên me tu sûc nekirine. Keça min 14 sal in girtî ye. Em dixwazin tevek bên berdan.”
Endamê OHD’ê Veysel Demîrkaya jî destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî di tecrîdê de ne û wiha domand: “Dixwazin dengê girtiyan qut bikin. Bi mehaye ji birêz Abdullah Ocalan agahî nayên girtin. Serlêdanên me nayên berisvandin. Divê li dijî vê piştevanî û yekitî bê xurtkirin. “
'DEST Û PIYÊN GIRTIYAN HÛN IN’
Tahîr Îzgîn ku di sala 1993’yan de hatibû girtin û piştî 30 salan di çileya 2023’yan de hatibû berdan jî ev tişt anî ziman: “Dest û piyên girtiyan hûn in. Di şertên zehmet de dijîn. Rastî miameleyeke xerab tên. Lê ji berxwedana xwe nayên xwarê. Têkoşînê mezin dikin. Yên ku dê dengê wan ji nav çar dîwaran bidin bihîstin em in.”
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN
Di berdewamiya çalakiyê de binpêkirinên li girtîgehan hatin rêzkirin. Binpêkirin wiha ne:
“* Mafê agahîgirtinê ku mafekî sereke ye tê astengkirin. Rêveberiya girtîgehê kanalên TV’ê diyar dike. Tevahiya kanalan jî yên alîgirên îktîdarê ne. Nahêlin li tu kanalên muxalîf bê temaşekirin.
* Rojname û kovarên di demên berê de bêyî pirsgirêk dihatin wergirtin niha bi hinceta ‘rojnameyên mafê wan ê weşandina îlanên fermî û reklaman nîne nayên qebûlkirin’ nayên dayîn. Li gel ku kovar nakevin ber vê biryarê jî bi awayekî keyfî nayên dayîn.
*Yek ji binpêkirinên din ên maf jî sepana Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ne ku rayeya taloqkirina tehliyeyê didin. Girtiyên ku cezayên xwe temam dikin ji ber vê lijneyê nayên berdan.
* Di biryarên xwe de hincetên pir pûç û vala nîşan didin. Kêm pirtûk xwend, zêde av bi kar anî, bi melayê hatiye girtîgehê re hevdîtin nekir û hwd. weke hincet tên nîşan didin.
* Weke ku tiştên li girtîgehê nebes bin, îcar jî nahêlin xizmên girtiyan jî biçin hevdîtinê.
* Li xizmên girtiyan ên dixwazin bibin ziyaretvan ji ewil lêpirsîna ewlehiyê tê vekirin.
* Di encama lêpirsînê de jî bi awayekî keyfî nahêlin bibin ziyaretvan.
* Di van lêpirsînan de tu qeyd nînin bê ka ziyaretvan di kîjan şertan de nikare bibe ziyaretvan. Kesên derheqê wan de bisînorkirin nînin jî bi îdiaya ‘fikaredar e’ tên astengkirin.
* Dadgeriya Înfazê ya Sîlîvriyê bi sedema ‘ji îxtîmalên daneyên şênber dûr û nehatiye gotin ka çawa xetereyê li ser ewlehiya girtîgehê çêdike’ ev biryar betal kir. Lê ev biryar hêj di meriyetê de ye.
* Saziyên ku lêpirsînê dikin jî di vê mijarê de biryarên keyfî didin.
* Tevî ku biryareke dadgehê nîne jî xizmên girtiyan bi îdiaya ‘fikaredar e’ tên tawanbarkirin. Ev biryar esas tên girtin û nahêlin xizmên girtiyan biçin hevdîtinê.”