STENBOL - Rojnamevan û nivîskar Ercument Akdenîz diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di şerê Îsraîl û Filistînê de ji bo her du aliyan rola navbeynkariyê dike lê di rastiyê de bi NATO’yê re tevdigere wiha got: “Heke hûn ji bo Filistînê aştiyê biparêzin divê hûn di pirsgirêka kurd de jî aştiyê û çareseriyê biparêzin.”
Hamasê di 7’ê cotmehê de bi navê “Tofana Aksayê” li dijî Îsraîlê êrişek da destpêkirin, êrişên hewayî ku Îsraîlê pişt re li dijî Gazeyê dan destpêkirin berdewam dikin. Li gorî daneyên dawî li Gazeya ku her roja diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe, hezar û 873 jê zarok 4 hezar û 651 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hejmara miriyan a li Îsraîlê jî ji hezar û 400’an derbas bû.
Tirkiyeya li dijî êrişên Îsraîla ku xwe ji êrişeke bejahiyê re amade dike re dibe navbeynkar ji 4’ê cotmehê vir ve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser 4 jê zarok 44 kesan jiyana xwe ji dest dan û 55 kes birîndar bûn û ji ber êrişên li dijî binesaziyê zêdetirî 2 milyonan bêav man.
Rojnamevan û nivîskar Ercument Akdenîz, têkildarî geşedanan ji ajansa me re axivî.
‘HAMAS WEKE DOZA UMETÊ LI PIRSGIRÊKA FILISTÎNÊ DINÊRE’
Akdenîz, diyar kir ku pirsgirêka Filistînê di demekî dirêj e berdewam dike û gelê Filistînê li dijî vê çalakiyên serhildanê li dar dixin. Akdenîz, destnîşan kir ku Hamas ne weke netewî weke “doza umetê” li pirsgirêka Filistînê dinêrî û wiha got: “Doza Filistînê dozeke netewî, pirsgirêkeke netewî ye. Weke pirsgirêka kurd û pirsgirêka Îrlandaya Bakur dozeke netewî ye. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên têkoşîna demokrasiyê ye ku xwedî karakterekî demokratîk e. Lê belê nêzîkatiyên Hamas, Talîban, El Qaîde û DAIŞ'ê li cîhanê ne netewe-dewlet in, lê belê umetparêzî ye.”
‘ZIRARÊ DIDE FILISTÎNÊ’
Akdenîz diyar kir ku tarzê çalakiyan ê Hamasê ji rêxistinbûyînên mîna DAIŞ û Talîbanê ne cudatir e û armanc dike bi tirsandina gelên cîhanê re serketinê bi dest bixe û anî ziman ku divê ev tarzê çalakiyan bê rexnekirin. Akdenîz axaftina xwe wiha domand: “Ev dê bi awayekî aşkere zirarê bide doza Filistîniyan. Li gorî wan zirarê nade. Di rojeva Hamasê de ji bilî têkoşîneke netewî, şerekî olan heye. Mîna ku bi El Qaîde û DAIŞ'ê re hewl tê dayîn di guhertina cîhanê de cih bigire, têkoşîn veguhere şerekî olî. Lê belê ti berjewendiya Fîlîstînê bi vî şerî re nîne. Berovajiyê vê, dibe ku doza netewî ku ev 70 sal in rewa ye, bi awayekî cidî bê texrîbkirin.”
7 MILYON FILISTÎNÎ WEKE PENABERAN E
Akdenîz, da xuyakirin ku li gorî daneyên Federasyona Penaberan a li Filistînê, piştî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê 7,9 mîlyon Filistîniyan neçar mane koç bikin û anî ziman ku hin mirovên li Filistînê ku nifûsa xwe 14 mîlyon e, li kampên li ser erdên xwe bûne penaber. Akdenîz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha 59 kampên penaberan hene ku li herêmên cuda belav bûne. Li Urdun, Sûriye û Lubnanê jî gelek penaberên filistînî hene. Dema em li tevgera penaberên filistînî dinêrin, em dibînin ku wan welatê xwe neterikandine, yanî li dora wî dizivirin. Ji ber ku her tim daxwaza vegerê heye. An li welatên sînor in, li kampên penaberan ên li welatên xwe ne, an jî li qadên girtî dîl dijîn. Wekî din, em dizanin ku li Ewropa û Amerîkayê dîasporaya Filistînê heye.”
ŞERÊ HERÊMÎ Û KOÇ
Akdenîz destnîşan kir ku yek ji mijarên divê were çareserkirin jî 'belavbûna şer a li herêmê' ye û wiha lê zêde kir: “Mînak; Îsraîl wê şerê Îranê binirxîne, wê Hîzbûllah tev li bibe, hûn dizanin Lubnan û Sûriye jî tev li bûn balafirgehên Şam û Helebê jî hatin bombebarandin. Heke bi van dînamîkên xwe re veguhere şerekî herêmî, hingê karakterê koçberiyê jî wê cuda be. Di vê rewşê de dibe ku Tirkiye bi koçberiyeke cidî re rû bi rû be. Lê ev plana B’yê ye. Di qonaxa yekemîn de xuya ye wê ji Fîlîstînê koçberiyeke mezin çêbibe. Ji ber ku hejmara filistîniyên ku niha ji bakurê Gazeyê tên tercîhkirin milyoneke û ev jî nifûseke pir mezin e, dibe ku berê xwe bidin welatên derdorê. Niha bi milyonan mirov ji cih û warên xwe bûne. Bi rastî jî koçberiyeke mezin dest pê kir. Lê ev koçberî wisa xuya nake ku heta Tirkiyeyê dirêj bibe.”
PIRSGIRÊKA KURD Û FILISTÎNÊ
Akdenîz bal kişand ku Peymana Sykes-Picot a di navbera Ingilistan û Fransayê de di sala 1916'an de ji bo diyarkirina sînorên li Rojhilata Navîn hat îmzekirin û wiha berdewam kir: “Dema ev sînor hatin destnîşankirin, kurdên li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê dijîn şensê dewleteke neteweyî nedît.” Akdenîz, destnîşan kir ku di destpêka sedsala 21’an de pirsgirêkên kurd, Filistîn û Bakurê Îrlandayê nehatine çareserkirin û anî ziman ku bi taybetî pirsgirêka neteweyî ya Filistînê bi perspektîfa umetê tê dîtin. Akdenîz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke hûn xwedî li pirsgirêkên netewî derkevin wê demê divê hûn pirsgirêka kurd jî çareser bikin. Ji ber wê xeteke ummetparêz tê şopandin û pirsgirêka netewî tune tê hesibandin. Li vir cotstandartî heye. Di heman demê de Ewropa û Cîhan jî cotstandartiyê dikin. Dema gotûbehs dibe pirsgirêka Filistînê dengek tê derxistin. Lê hema bêje kurd qet nayên dîtin.”
HELWESTA DURÛ YA TIRKIYEYÊ
Akdenîz da zanîn ku hikûmeta tirk bi mijarên weke “korîdora genim” û “navbeynkariyê” di pevçûnên li Ûkrayna û Filistînê de hewl dide cih ji xwe re veke û bi bîr xist ku Tirkiye SÎHA firotiNe Ûkraynayê û endama NATO'yê ye. Akdenîz axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tirkiye hêj endama NATO’yê ye. Mesele dirûşmeya ‘Bila leşker biçe Gazeyê’ berz dikin. Dema leşkerê tirk çû Gazeyê dê li ku şer bike, elbet ji ber endameke NATO’yê ye dê li pişt NATO’yê şer bike. Qasî ku ji NATO’yê dernekeve hemû gotinên tên gotin vala ne. Di pirsgirêka kurd de jî heman tişt heye. Dinya û rojavayê dinyayê bi ker û kor û laliyê pêvajoyê didomîne.
Di nava vê hevkêşeyê de hikumeta AKP’ê weke rola navbeynkariyê li her du aliyan dike xwe nîşan dide û esas bi NATO’yê re tevdigere. Di vê navberê de bi firsenda bi dest xistî hem li derve hem li hundir helwesta ku pirsgirêka kurd bi paş ve bibe nîşan dide. Ev ne nêzîkatiyeke ku were qebûlkirine. Heke hûn ji bo Filistînê aştiyê biparêzin divê hûn di pirsgirêka kurd de jî aştiyê û çareseriyê biparêzin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû