Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin

  • rojane
  • 10:06 23 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku divê ji ber êrişên Îsraîlê gotinên milîtarîst û nîjadperest li dijî cihûyan neyên kirin û wiha got: “Dema em li dijî vî şerî derdikevin divê em zimanekî pir bi baldar bi kar bînin.” 

 
Piştî êrişa “Tofana Aksayê” ya Hamasê ku di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê pêk anî, şer dîsa dest pê kir. Bîlançoya êrişên Îsraîlê ya li ser qadên sivîlan her ku diçe girantir dibe. Li gelek deverên cîhanê ev êriş tên protestokirin. Di protestoyên li Tirkiyeyê de jî dijbertiya cihûyan derdikeve pêş. Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê bang li welatiyên Îsraîlê kir ku ji Tirkiyeyê derkevin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, gotinên milîtarîst û nîjadperest ên di çalakiyan de derdikevin pêş nirxand. 
 
Keskîn, da zanîn ku şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de xwedî rabûrdiyeke domdirêj e û ev tişt anî ziman: “Divê her kes bêalî nêzî şer bibe. Weke parastvanên mafên mirovan em bi taybet jî li dijî êrişên ser sivîlan derdikevin. Me her tim polîtîkayên dewleta Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê rexne kir û li dijî wê sekinînin. Lê êrişa Hamasê ya di 7’ê cotmehê de jî li dijî sivîlan bû û sûcê li dijî mirovahiyê bû. Lewma weke parastvanên mafên mirovan me di kêliyê de bertek nîşanî vê jî da.” 
 
GOTINÊN KU CIHÛYAN HEDEF DIGIRIN 
 
Bi domdarî Keskîn da zanîn ku piştî êrişên Îsraîlê yên li dijî sivîlan, li Tirkiyeyê li dijî cihûyan kampanyaya lînçkirinê hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Gelemperiya çalakiyên li ber Konsolosxaneya Îsraîlê tên kirin, gotinên nefretê yên li dijî cihûyan derdikevin pêş û di esasê xwe de gotinên antîsemîtîst e. Li gorî me ev jî pir talûke ye. Ji ber ku li ser xaka me welatiyên cihû jî dijîn û ev jiyana xwe di nava tirsekî mezin de dijîn. Weke mînak; ev gotina nivîskarê cihû Rifat Balî tu caran ji bîra min naçe; ‘Cihûyan li Tirkiyeyê nexuyabûyîn tercîh kirin. Bi tu awayî xwe nadin hîskirin û di nava tirsê de dijîn.’ Lewma dema em li dijî vî şerî derdikevin divê em li zimanê xwe pir hişyar bin.” 
 
‘EM NIKARIN CIHÛYAN HEDEF BIGIRIN’
 
Di berdewamê de Keskîn destnîşan kir ku êrişên Îsraîlê polîtîkaya dewletê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma tiştekî xelete ku ji ber van êrişan li dijî cihûyan dijbertî were kirin. Tevgera aştiyê ya li Îsraîlê ji ya Tirkiyeyê gelek mezintir e. Bi hezaran kesên aştîxwaz û muxalîf ên li Îsraîlê demek berê tiştekî pir mezin kirin ku me heta nekariye bikn. Li dijî rêveberên xwe daketin kolanan. Em mecbûr in van bibînin. Em, her tim li gel aştîxwazan in. Hedefgirtina tevahiya cihûyan, xelete û em li dijî vê ne.” 
 
‘NÎJADPERESTÎ BI DESTÊ DEWLETÊ TÊ XURTKIRIN’ 
 
Keskîn, bi bîr xist ku di dîroka Tirkiyeyê de gelek bûyerên bingeha xwe ji “nîjadperestî û neteweperestiyê” digirin qewimîne û wiha got: “Di demên dawî de nîjadperestiyê dîsa weke tiştekî asayî nîşan didin. Ev yek bi destê dewletê tê xurtkirin. Nîjadperestî, ji bo gelan gefeke mezin e. Li erdnîgariya me gelek bawerî û nasname bi hev re dijîn. Tevî vê yekê jî em qala komareke ku nasnameya tirk-sunî li xwe kirî heye. Dikariya heta niha demokratîk bûbûya lê berevajî vê, ev yek hat kûrkirin û bingeha nîjadperestiyê hate amadekirin. Weke mînak; peywirdarekî Şaredariya Samsunê yê AKP’î pesnê Hîtler dida. Diviyabû dozger tavilê biketina nav hewldanan. Pesnê kesekî qirkirin kirî diparast.”
 
‘CIVAKEKE NÎJADPEREST Û MILÎTARÎST AVA DIKIN’ 
 
Eren, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar hewl dide civakeke nîjadperest û milîtarîst ava bike. Di halê hazir de li erdnîgariya me tenê mafê axaftinê yê çendek kesan heye. Tenê heke hûn îktîdarê biparêzin hûn azad in. Li her kesî doz tên vekirin. Em tevek ketin girtîgehê yan jî hindik maye bikevinê û kontrola edlî heye. Em tevek weke dîlgirtiyan dijîn. Kesek ji me azad nîne û Tirkiye peymanên navneteweyî binpê dike. Divê hemû kesên li gel demokrasî û mafên mirovan, li gel aştiyê bin. Divê li vir xebatên pêşî li gotinên antîsemîtîst digirin bên meşandin û mirov li gel ereb û aştîxwazên li Îsraîlê bin. Mixabin siyaset vê nake. Wê demê ew peywir dikeve ser milê parastvanên mafên mirovan û kesên demokrat.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak 
 

Sernavên din

26/10/2023
09:02 DBP amadekariyên konferanseke mezin dike
09:01 Dikandarên erdexanî û qersî: Krîza aborî bê demokrasî û edaletê çareser nabe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN
25/10/2023
21:06 Li Ewropayê çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin
17:02 Rapora MFRR’ê: Tawanbariyên bêbingeh gelek caran li dijî rojnamegeran hatin bikaranîn
16:26 ‘Kişanak dema girtîmayîna demdirêj temam kiriye lê çima nayê tehliyekirin?’
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
11:33 Dozger xwest cezayê hefsê li rojnameger Canozer were birîn
11:00 Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
10:11 Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye
10:10 Hemû hevberdevkên komîsyonên HEDEP’ê diyar bûn
09:28 Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin
09:27 Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye
09:26 Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
09:07 Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye
09:06 Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
09:05 Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê
09:04 Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda
09:03 ‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’
09:00 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN
24/10/2023
22:17 Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
19:44 Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike
19:09 Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
16:27 Derket holê ku miftiyê tacîzkar di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin
16:09 Rojnameger Selahattîn Kaygusuz hate girtin
15:24 Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin
15:03 HEDEP’ê ji bo lêkolînkirina guherandina navnîşanan pêşnûme da Meclisê
14:11 Doza Kobanê: Xwestina azadiya Abdullah Ocalan ne sûc e
14:02 10 roj in agahî ji penaberê ji rojavayê Kurdistanê nayê girtin
13:32 Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan
13:23 Rêveberiya Xweser dosyaya têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji NY’ê re şand
13:09 Rojnameger Nafiye Bal hate berdan
12:47 Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin
12:17 Serdegirtina avahiya HDP’a hat şermezarkirin: AKP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:05 Li çoltera Licê operasyon û şer diqewime
12:00 Dadgehê daxwaza di doza KCK’ê de piştî 12 salan nirxand
11:58 15 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin: Beraet bû
11:33 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
11:23 Endamên MYK’a HEDEP’ê diyar bûn
11:10 MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin
11:02 ‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’
11:01 Der barê rojnamevanê ku wezîr rexne kir de lêpirsîn hat destpêkirin
10:48 Aktîvîstên TJA’yê: Em dikarin bi civaka polîtîk a ehlaqî li dijî şerê taybet bibin bersiv
10:24 Pirtûka girtî Kaya bi xwe nivîsandî bi hinceta ‘fikaredar e’ nadinê
10:13 30 sal piştre tehliye bû: Ev gel azadiyê heq dike
09:27 Ji AKP’ê amadekariya bidizî: 600 leşker û polîs li ser ‘Mêvaxneyê’ hatine qeydkirin
09:24 ‘Pirsgirêkên kurd û filistîniyan bi rêya demokrasiyê dikarin bên çareserkirin’
09:12 Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin
09:11 Mavîoglû: Ên ji bo şerê li dijî kurdan gotin 'erê' sedema feqîriyê ne
09:10 31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin
09:09 Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike
09:08 Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin
09:04 Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir
09:03 AKP heyfa têkçûna xwe ji welatiyên feqîr digire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin