AMED - Rojnameger Selahattîn Kaygusuz ku 4 rojan di bin çavan de bû, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Rojnameger Selahattîn Kaygusuz ku li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik di 20’ê cotmehê di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, piştî 4 rojan ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê sewqî edliyeyê hate kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Kaygusuz sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir.
Kaygusuz, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate girtin.