ŞIRNEX - Parlamentera HEDEP’ê Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku êrişên li dijî çar parçeyên Kurdistanê girêdayî hev in û destnîşan kir ku divê li dijî vê yekê têkoşîneke topyekûn bidin meşandin.
Walîtiya Şirnexê li gelek herêmên çoltar ên li bajêr weke “Herêma Ewlehiya Taybet” îlan dike û li navenda bajêr û navçeyan jî çalakî û aktîvîteyan ji bo 15 rojan qedexe dike. Walîtiyê di 10 mehên dawî de di dîrokên cuda de bi komî 24 rojan “çalakî û aktîvîte” qedexe kirin, li Çiyayên Cûdî û Gabarê û herêma Bestayê 75 rojan “herêma ewlehiya taybet”, li gund û herêmên çoltar jî 52 rojan “qedexeya derketina derve” îlan kir. Çalakî û aktîvîteyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistinên girseyî yên demokratîk li bajêr dikin her tim bi qedexeyên walîtî îlan dike re tên astengkirin. Ji bilî van astengiyan pêla dawî ya zextan bû serdegirtina polîsan a Rêxistina HDP’a Cizîrê. Her wiha di du salên dawî de polîsan 3 caran bi ser avahiya partiyê de girtin.
Li aliyekî çalakî û aktîvîteyên HDP’ê û rêxistinên girseyî yên demokratîk tên qedexekirin, li aliyê din ji bo çalakî û aktîvîteyên Tifaqa Cûmhûr li dar dixe ku pêşengtiya wê AKP dike, derfetên dewletê tên seferberkirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan zextên li dijî partiya xwe nirxandin. Ûysal, bal kişand ku hemû pirsgirêkên li bajêr diqewimin bi polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd re têkildare û anî ziman ku ev yek di heman demê de bandora polîtîkayên şer in.
NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD
Ûysal a qala encamên pirsgirêka kurd û bandora wê kir, wiha got: “Bandora neçareseriyê ya di hiqûqê de ji tecrîdê bigirin heta doza girtinê ya li dijî partiya me hatiye vekirin û heta doza komployê ya Kobanê didome. Girêdayî vê yekê li Şirnexê jî gelek bêhiqûqî çêdibin. Em îlankirina herêmên ewlehiya taybet, qedexekirina hatin û çûnan, qedexeyên çalakiyan ên 15 rojan an jî yên kêmtir, qedexekirina xebatên partiya me ya bi biryarên derhiqûqî yên walîtiyan ên li Şirnexê û bajarên din ên Kurdistanê weke neçareseriya bi destê hiqûqê tê berdewamkirin dinirxînin.”
Ûysal, bal kişand ku piştî qedexeya derketina derve rayeyên berfireh dan waliyan ku di qanûnê de jî nînin û bi ser destûra bingehîn de ne û wiha lê zêde kir: “Walîtiya Şirnexê hate asteke ku bi rayeyên dane wî bi awayekî keyfî hemû çalakiyan qedexe bike. Li gorî naveroka daxuyaniyan nêzîkbûna hişk were guhertin jî bi gelemperî tabloyeke astengkirin û rawestandina xebatên partiyên siyasî derdikeve holê.”
BANDORA POLÎTÎKAYÊN ŞER
Ûysal, bi lêv kir ku xebatên partiya wan ên li bajêr tên astengkirin, bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimînin û wiha berdewam kir: “Beriya hefteyekê li navçeya Hezexê endamê Meclisa me ya Giştî ya Bajêr hate girtin. Piştî serdegirtina avahiya partiya me ya beriya çend rojan a li Cizîrê, hevalekî me yê rêveberê navçeyê hate binçavkirin. Li hemberî van hemûyan, hewl dan pêşî li daxuyaniya me bigirin, ku hem ji aliyê hiqûqî hem jî weke partiyeke siyasî mafê me yê herî xwezayî ye. Di esasa xwe de ji bilî bêhiqûqiya li Tirkiyeyê hatiye afirandin, bertîlgirtina darazê û tevlibûna wê ya siyasetê em li Kurdistanê neçareseriya li dijî gelê kurd û bandora polîtîkayên şer dibînin. Me mînaka vê ya herî şênber di daxuyaniyên ku me xwest di 12’ê cotmehê de li dijî dagirkirina Rojava û şer û aloziya li Rojhilata Navîn li hemû bajaran bidin dît. Derketina me ya ji avahiya bajêr jî hate astengkirin lê di heman saetê de li ber avahiya AKP’ê ya Şirnexê ji bo Filistînê daxuyanî hate dayîn. Bêyî zextek hebe bi rehetî daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya ji me re qedexe ji bo wan serbest dibe. Ev jî dide nîşandan ku ev yek li dijî daxwazên kurdan ên siyaset kirinê ne.”
ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDISTANÊ
Ûysal, anî ziman ku bêtehamuliya desthilatê ya li dijî kurdan heye û wiha pê de çû: “Em cihê hêzên navnetewî di jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de dane kurdan dibînin. Îro heman aqil li Başûr sûîqestan dike li hin cihan çekên kîmyewî bikartîne, di heman demê de li dijî statuya Rojava bêtehamuliyek heye. Li aliyekî li dijî Rojava êrişên hewayî û bejahî dike li aliyê din hewl dide partiya siyasî ya gelê kurd temsîl dike, daxwaz û mafên gelê kurd ên li Tirkiyeyê asteng û qedexe bike. Hewl dide endamên partiya me binçav bikin bigirin û bi îşkenceyê bi paş ve bihêlin. Heman aqil hewl dide vê yekê li her çar parçeyên Kurdistanê bidomîne.”
‘EM DIKARIN BI TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN RAWESTÎNIN’
Ûysal, destnîşan kir ku êrişên li dijî Kurdistanê girêdayî hev in û hevpar in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû kurd, her wiha hemû kesên ku îdîa dikin alîgirê demokrasî, wekhevî û aştiyê ne, divê li dijî van êrîşên topyekûn bi hev re têbikoşin. Tenê bi vî awayî em dikarin vî şerî rawestînin.”
MA / Omer Akin