Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan pirsên Xwebûnê bersivand û ji bo ziman ev bang li partiyên kurd kir: “Peywira pêşxistina ziman û nasnameya kurdî ne tenê peywira partiya me ye. Em bang li hemû sazî, dezgeh û partiyên kurd dikin, werin em stratejiyeke hevpar ava bikin.”
 
Partiya Çepên Kesk ku ji ber astengiyên siyasî û hiqûqî jê re hatin derxistin HDP pê tev li hilbijartina 14’ê Gulanê bû, di 15’ê cotmehê de kongreya xwe ya giştî pêk anî û rêveberiya xwe nû kir. Partiyê navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guhert. Her wiha ji bo hevserokatiya giştî ya partiyê jî Tulay Hatîmogûllari Orûç û Tuncer Bakirhan hatin hilbijartin. Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan têkildarî mijarên di rojevê de ji edîtorê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen re axivî û pirsan bersivand. 
 
Pirsên rojnameyê û bersivên Bakirhan wiha ne: 
 
"* Bi salan e hûn di nav siyaseta kurd de cih digirin. Di nav demê de ji serokatiya giştî ya partiyê bigire heta hevşaredarî û parlamenteriyê we peywir girtine. Pêvajoya we ya cara duyemîn a Hevserokatiya Giştî ya HEDEP’ê çawa dest pê kir û bi dawî bû?
 
Merheba ji we re. Kêfxweş im ku bi we re bi zimanê kurdî vê sohbetê dikim. Ez bi wesîleya we careke din spasiya gelê me dikim. Şanaziyeke mezin e ji bo min ku di vê serdema dîrokî de vê peywira pîroz ragirim. Ez dizanim ku berpirsyariyeke mezin li ser milê me ye. Hem ji hêla nûbûn, guherîn û veguherînê ve hem jî ji hêla mîrasa me ya bi salan ve peywira ku îro ketiye ser milê me peywireke pîroz û giran e. Ez di vê hişmendiyê de me. Belê bi salan e ez di vê xebatê de bi awayekî cih digirim. Ji ciwantiya xwe ve di partiya xwe de min xebatên cur bi cur kirine. Îro jî gelê me û partiya me ez layiqî hevserokatiya partiyê dîtin. Şanaz û serbilind im. Ez vê peywirê wekî xizmeta gel dibînim û heya dawî jî em ê wisa tevbigerin.
 
* Piştî hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo rexneyên ku li we hatin kirin weke partî we peyama guhertinê da. Di kongreya xwe de bi awayekî şênber hevserok, rêveberî û navê partiya xwe guhert. Ji bilî van guhertinan we bi kongreya xwe guhertineke bi çi rengî pêk anî?
 
Belê piştî hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê gelê me bi awayekî aşkera nîşan da ku pêdivî bi guherîn û veguherîneke bingehîn, bi destpêkeke nû û mezinkirina têkoşînê heye. Tabloya ku piştî 14 û 28’ê Gulanê derket holê diyar kir ku hewce ye em bi gelê xwe re rewşa xwe ji hêla birdozî, rêxistinî û siyasî ve binirxînin û nîqaşên bibandor pêk bînin. Lewma me pêvajoyeke rexnekirin û rexnedayîn da destpêkirin. Di 8 herêman de me civînên rêxistinê û civînên gel li dar xistin û ji 30 hezar kesî zêdetir însan beşdarî civînên me bûn. Li gor encamên van civînan me komxebat û atolye saz kirin û me nîqaşên gel bi awayekî şênber daxilî xebatên xwe kirin. Piştî van civînan me konferansên xwe li dar xistin û dawiyê jî kongreya me ya mezin pêk hat. Ev pêvajo bi awayekî aşkera û zelal bi gel re hat parvekirin. Binêrin bi taybetî di dîroka Tirkiyeyê û tu partiyê de ji bo kongreyekê amadekariyek wiha berfireh, girseyî nehatiye kirin. Tu partî bi qasî me ji rexne, xwerexnekirinê û guherînê re vekirî nîne. Ev cudahiya me û partiyên din dide nîşan.
 
Belê em guherîn û veguherîneke bingehîn armanc dikin. Kongreya me ji bo me destpêkeke. Bi şiyara ‘Ji bo azadiyê’ me kongreya xwe li dar xist. Ji navê partiyê bigire heta polîtîkayên xwe em dixwazin guherînekê, nûbûnekê ava bidin destpêkirin. Vê yekê jî em ê bi gelê xwe re pêk bînin. Wekî hûn jî dizanin hilbijartin û kongreya me jî di bin zext û zordariyên giran û operasyonên siyasî û êrişên cur bi cur de pêk hat. Berî kongreya me gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Gelek mêvanên me yên enternasyonalîst hatin astengkirin. Hetta desthilatê salona mezin jî neda me û me di saloneke biçûk de kongreya xwe pêk anî. Bi hezaran hevalên me, gelê me li derveyî salonê man. Lê ew coş û hêza ku ji wê salonê belav dibû kelecaneke mezin da me. Ew kelecana ku me ji wê salonê wergirt dê di xebat û çalakiyên me de ji bo me bibe motîvasyona herî mezin. Em ê bi wê hêz û kelecanê azadiya gelan birêxistin bikin û hemû xebatên xwe bi piştgirî û tevkariya hemû alîgirên demokrasî û wekheviyê bimeşînin.
 
* Gelek nîqaş li ser paradîgmaya we ya “neteweya demokratîk û komara demokratîk” ku hûn weke xeta sêyemîn pênase dikin, tên kirin. Hûn jî qebûl dikin ku vê meselê baş nikarin vebêjin. Gelo ji bo ku ev mesele baş bê vegotin û fêmkirin bi awayekî şênber hûn ê çi kar û xebatê bikin?
 
Di vî warî de kêmasî hene. Em ê nîqaşên xwe yên navxweyî li ser vê mijarê kûrtir bikin, me di konferans û kongreyê de biryara avakirina dibistana partiyê da. Em ê demildest van gavan biavêjin. Yanê ewil divê em siyasetmadar û xebatkarên doza gel di vî warî de xwe bi pêş bixin, bi nerînek zelal esasê vê paradigmayê têbigihîjin û piştre jî bi civakê re parve bikin. Ne tenê kêmasiya me heye. Bi salan e li hemberî me ambargoyek mezin a çapemeniyê tê meşandin, rê li pêşiya me hatiye birîn ku em bikaribin fikrên xwe bi civakê re parve bikin. Her wiha li hemberî me bi hemû derfetên dewletê kampayeyeke reşkirinê ya bêexlaq, organîzekirî û berfireh tê meşandin. Lê em neçar nînin em ê mal bi mal, gund bi gund, kolan bi kolan bigerin û fikrên xwe ji civakê re parve bikin. Ji xwe gelê me di gelek waran de rê nîşanî me dide. Em her yek berdevkên partiya xwe ne û em ê Rêya Sêyemîn ji gelê xwe re rave bikin. Ji ber ku çareserî di Rêya Sêyemîn de ye. Azadî û wekheviya gelan di Rêya Sêyemîn de ye.
 
* We di kongreyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd girîngiya muxatabiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anî ziman û banga naskirina statuya Rojava kir. Ji bo ku nêrîna desthilata AKP-MHP’ê ya vê der barê de biguhere we çi plansazî daniye pêşiya xwe?
 
Rol û girîngiya birêz Ocalan tenê îddiaya me nîne. Dewletê bi hevdîtinên li İmraliyê ev muxatabî qebûl kir, hêzên navneteweyî vê yekê baş dizanin û komploya navneteweyî jixwe ji ber vê yekê hat meşandin. Tecrîda ku îro tê meşandin ji ber vê girîngî û rola birêz Ocalan e. Her wiha; 1) Birêz Ocalan muxatabê çareserkirina kêşeya kurdan e. 2) Ji bilî hevdîtin, çareseriyê, muzakereyê tu rêyeke din li peşiya Tirkiyeyê nîne. Hemû rêyên din krîz in, qeyran, hilweşîn û kambaxî ne. 3) Bê Ocalan tu hêz nikare Tirkiyeyê ji rewşa îro derxîne.
 
Di pêvajoya çareseriyê de me hemûyan dît ku jiyaneke azad, wekhev û demokratîk dikare ava bibe. Ev ne xeyalek e. Lê desthilatê pêvajoya çareseriyê ji holê rakir. Ji ber ku desthilatê çareserî ji bo hebûn û desthilatdariya xwe wekî talûke dît. Yanê ji bo serweriya xwe bidomîne civak avêt nav agir, Tirkiye ber bi hilweşinê ve bir. Lewma ev bi salan e tecrîda giran li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan dimeşînin. Tecrîd ji wir berbelavî hemû Tirkiyeyê bû û niha her kes di bin tecrîdê de ye. Tecrîd ketiye heta hundirê malên me. Heta ev tecrîd bi dawî nebe tu kes nikare qala demokrasiyê bike, tu kes nikare azad bibe. Tecrîd tenê meseleya birêz Ocalan nîne, meseleya pêşeroja Tirkiyeyê ye, meseleya çareseriya pirsgirêkên bingehîn e. Hewce ye di demeke nêzîk de tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û pêşiya diyalogê, têkiliyê, pêwendiyê vebe. Bi tecrîdê tu kes nikare tiştekî bi dest bixe. Desthilat jî vê yekê baş dizane. Desthilat hew ji bo emrê xwe piçekî be jî dirêj bike îro tecrîdê ewqas giran dike.
 
Ji bo Rojava jî pêşiyê divê desthilat hemû hêzên xwe yên leşkerî ji xaka Rojava vekişîne. Demografiya Efrînê ya ku bi destê vê desthilatê hatibû guhertin hewce ye vegere reseniya xwe û gelê Efrînê vegere mala xwe. Em dibînin li Efrînê di dibistanan de perwerdeya bi tirkî dane destpêkirin, ev dagirkerî ye, ev talan e, ev rûreşiya herî mezin e ku desthilat pêk tîne. Divê statuya Rojava bi awayekî navnetewî bê naskirin û divê Tirkiye jî statuya Rojava bi awayekî fermî nas bike.
 
* Ji bo bangên amadekirina Destûra Bingehîn a nû jî we got ku em Tevgera Destûreke Bingehîn a nû didine destpêkirin. Hûn dikarin hinek qala vê tevgera ku bidin destpêkirin bikin. Amedekariyên we yên vê der barê de çi ne?
 
Destpêkê divê ku bibêjim destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk pêwistiyeke sereke ye. Divê Tirkiye xwe ji Destûra Bingehîn a darbeyê rizgar bike. Ev Destûra Bingehîn ne tenê leşkerî ye, di heman demê de hatiye betalkirin jî. Tirkiye ev demek dirêj e bê Destûra Bingehîn bi aweyek kêfî tê birêveberin. Em vê yekê red dikin. Ya duyemîn jî hikûmet di vî warî de durû ye, civakê dixapîne. Vê meseleyê dike amûreke siyasî û li gorî berjewendiyên xwe tîne rojevê; em vê yekê qebûl nakin. Yanî AKP û MHP, Destûreke Bingehîn a nû naxwazin, heta Destûra Bingehîn naxwazin, li hemberî destûreke bingehîn a nû û demokratîk astengiya herî mezin ev îktîdar bi xwe ye. Lewma di vî warî de em dibêjin ku divê hemû dinamîkên civakî bikevin dewrê û ji bo destûreke bingehîn a nû û demokratîk gav biavêjin, tevbigerin, bixebitin. Em bi xwe bawer in, bi civakê bawer in, teqez ev astengî ji holê rabe û dê destûreke bingehîn a nû bi beşdariya civakê û konsensusek mezin bê çekirin. Esasê vê Destûra Bingehîn jî divê çareserî be. Divê Destûra Bingehîn ji feraseta yekpariyê rizgar bibe, divê hemû gelan, ziman û çandan qebûl bike. Divê îradeya civakî li pêş be. Ku ev yek nebin tu xebatên Destûra Bingehîn bi ser nakevin û tu wateya wan jî nîne.
 
* Weke ku hûn jî dizanin yek ji pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê înkar û redkirina zimanê kurdî ye. Ji bo ku ev înkar ji holê rabe û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bê nasîn weke partî hûn ê xebatên bi çi rengî bimeşînin?
 
Bêguman em vê yekê wekî kar û xebata xwe ya sereke dibinînin. Têkoşîna azadiyê têkoşîna ziman e. Em weke partî di vî warî de gelek hesas in. Em dixwazin ewil di nav partiyê de piştre jî li hemû qadên jiyanê pêşketina ziman û çanda kurdî pêk bînin. Parlamenterên me li meclisê, şarederên me li bajaran di vî warî de xebatên girîng kirin. Ji xwe partiya me û siyaseta me hinek jî ji ber vê nasnameya xwe bi êrişan re rû bi rû dimîne. Lewma qeyûman ewil êrişî xebatên kurdî kirin. Em ê di dema nû de van xebatên xwe mezintir bikin. Ji aliyê din ve jî peywira pêşxistina ziman, çand û nasnameya kurdî ne tenê peywira partiya me ye. Em bang li hemû sazî, dezgeh û partiyên kurd dikin werin di vî warî de em xebatên hevpar bimeşînin. Werin em stratejiyeke hevpar ava bikin. Em ji vê yekê re amade ne û bi salan e ji bo vê yekê em yekitiya neteweyî diparêzin.
 
* Gelek partiyan ji niha ve namzetên xwe aşkera kirine lê amadekariyeke we ya berbiçav a vê der barê de heta niha tuneye. Ji bo diyarkirina namzetên xwe hûn ê çi rêbazî bi kar bînin û amadekariyên we di kîjan astê de ne?
 
Me di kongre û konferansan de biryar da ku dê namzedên me ji aliyê gelê me ve bê diyarkirin. Em ê li herêman sindoqan daynin û dê gel namzedên me diyar bike."
 

Sernavên din

01/11/2023
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin
09:01 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2023'YAN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Konfederalîzma Demokratîk’ derket
29/10/2023
22:27 Ciwanan li dijî êrişan xebatên stickeran kirin
19:37 Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê temam bû
19:29 Cenazeyê Armîtayê li Tehranê hate veşartin
18:55 Şîna Toprak bi girseyî hat ziyaretkirin
18:44 Sempozyûma Bajêr a Mêrdînê: Jinûveavakirin bi polîtîkayên ekolojîk pêkan e
17:18 Bulga û Kaya yên HEDEP’î hatin girtin
16:58 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya
16:25 Tehliyeya Sutpak ê 30 sal in girtî ye bi hinceta ‘nebû îtîrafkar’ hate taloqkirin
16:04 TJA’yê bi mijarên tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist
15:44 ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
15:26 Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê hate avakirin
14:40 Ocalan: Kesên bûne sedema mirina bi hezaran mirovan nikarin bibin navbeynkar
14:20 Cenazeyê Okan li Belarûsê hate dîtin
14:10 Artêşa Îsraîlê otobûsa rêwiyan hedef girt
13:18 Rejîmê nehişt cenazeyê Armîtayê li Kirmaşanê bê definkirin
13:12 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Werin em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin
13:11 Tevî girtinan jî Çapemeniya Azad her tim nivîsand
12:19 Li Cizîrê qeyûm hate protestokirin: Em nas nakin
11:20 Ji edîtorê Rojnewsê ev 5 roj in agahî nayên girtin
11:11 Ji ber êrişan Herêma Cizîrê bê ceyran ma
11:07 Ahmet Turk: Aştî bi bêdengmayînê nayê