Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatine destpêkirin, di roja 100’emîn de ne. Malbatên girtiyan wiha gotin: “Sed sal jî derbas bibin em ê dest ji azadiya Ocalan bernedin.”
 
AMED 
 
Li Amedê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin kete roja 100’emîn. Kesên tev li nobeta li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê tê domandin dibin, bi pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” ku li xwe kirin, di roja 100’emîn a çalakiya xwe de banga rakirina tecrîdê kirin. Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were dê çalakiya wan berdewam bike û ev peyam dan: “Ne sed roj, sed sal jî derbas bibin, em ê dest ji azadiya Serokê xwe bernedin.”
 
 
‘EM DIXWAZIN JI SEROKÊ XWE AGAHIYAN BISTÎNIN’ 
 
Yek ji xizma malbatên girtiyan Meryem Tûran ku Meha Remezanê bi daxwaza edaletê pêşwazî dike, dayikên aştiyê û malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de silav kirin. Tûran got ku “Îro sed roj in di nobetê de ne” û wiha axivî: “Heta ku tecrîd rabe em ê nobeta xwe bidomînin. Em sed roj in di nobetê de ne, heke tecrîd neyê rakirin, em ê sed rojên din jî nobetê bigirin. Banga min li hemû dayikan e, em xwedî li dayikan derkevin, em bi hêzeke mezin cihê xwe li cem dayikan bigirin û piştgiriya xwe bidinê.”
 
Yek ji malbatên girtiyan Rabîa Ataşê jî diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyan were rakirin di Nobeta Edaletê de cih digirin û wiha got: “Heke tecrîda li ser Serokê me were rakirin, dê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Bila pê re hevdîtin were kirin û edaletê bînin. Bila destûr were dayîn ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Em agahiyekê ji wî bigirin. Heke tiştek çêbibe agahiya me jê nabe, em ji bo ku ji wî agahiyekê bigirin li vir in, bila demildest ev tecrîd were rakirin.”
 
‘BÊYÎ KU CENAZE DERKEVIN DIVÊ DENGÊ ME BIBÎHIZIN’ 
 
Yek ji malbata girtiyan Meryem Soylû jî xwest ku berî cenaze ji girtîgehan derkevin dengê wan were bihîstin û anî ziman ku ji bo rakirina tecridê dê têkoşîna xwe bidomînin. Soylû ya daxwaza xwe ya ji bo azadiya ji bo Abdullah Ocalan dubare kir, wiha got: “Em êdî naxwazin ku ew di zindanê de be, bila azad bibe û were nava gelê xwe.”
 
Yek ji xizma girtiyan Sûlhiye Sarûhan jî destnîşan kir ku heta ku daxwazên wan tên pêşwazîkirin dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Bêyî ku rojeke din derbas bibe bila çareseriyek bê dîtin.” Sarûhan a bang li dayikan kir, wiha domand: “Bila hemû dayik bên em aştiyê bixwazin. Em ji vê yekê re çareseriyekê peyda bikin.”
 
‘HEKE SEROKÊ ME NE AZAD BE, EM JÎ NE AZAD IN’ 
 
Yek ji malbata girtiyan Reşahat Ada jî got ku “Heta ku birêz Ocalan azad nebe, zarokên me jî azad nabin” û ev tişt gotin: “Em îro azadiya birêz Ocalan dixwazin. Bila bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Çawa ku em diçin hevdîtina zarokên xwe, bila birêz Ocalan jî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Sed roj me li pey xwe hiştin, hezar roj jî derbas bibin heke ji bo Serokê me çareseriyekê peyda nekin, em ê çalakiya xwe bidomînin.”
 
Yek ji malbata girtiyan Afîfe Kartalê jî bang li hemû dayikan kir û wiha got: “Em di meha Remezanê de ne, bila destên xwe deynin ser wijdana xwe û em vî şerî bidin sekinandin, bila darbest ji girtîgehê dernekevin. Heta ku Serokê me azad nebe, ne gelê kurd ne jî gelê tirk azad nabe. Em azadiya Serokê xwe dixwazin, heke ew azad bibe dê axa me jî azad bibe.”
 
‘SED SAL JÎ DERBAS BIBIN EM DEST JÊ BERNADIN’ 
 
Nazîme Boltanê jî daxwaz kir ku di pirsgirêka kurd de rêyên çareseriyê bên vekirin û wiha axivî: “Heke tecrîda li ser zarokên me rabe, dê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Bila demildest çareseriyekê bibînin û zarokên me azad bibin.”
 
Yek ji malbata girtiyan Kûdret Aslan jî bi gotina “Divê herkes demildest rabe ser piyan” banga çareseriyê kir. 
 
Dayika Aklîme Hanas a bi armanca piştevaniya bi malbatên girtiyan re tev li Nobeta Edaletê dibe jî wiha got: “Daxwaza wan azadiya Serokê me ye. Bila demildest Serokê me azad bibe. Heke ew azad bibe, gelê kurd û tirk jî dê azad bibe. Heta ku Serokê me azad nebe, tu kes azad nabe. Em bang li hemû dayikan dikin, em sed roj in li vir in. Sed sal jî derbas bibin, heta ku tecrîd neyê rakirin em ê ji vir ranebin.”
Munevver Kaplan jî bang li hemû dayikan kir ku tev li Nobeta Edaletê bibin. 
 
MÊRSÎN
 
Navendeke din a 100 roj in di Nobeta Edaletê de ye jî Mêrsîn e. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û Hevserokê TUAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş ên Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, nirxandin, anîn ziman ku têkoşîna dayikan xelas nabe.  
 
Yek ji endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meryem Erbey a ewilî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtîgehan wiha got: “Heke piştî hilbijartinê zarokên me dest bi rojiya mirinê bikin, dayikan wan jî narûnin û vê rewşê temaşe nakin. Heta ku çalakiya me bi encam nebe wê bidawî nebe.”
 
‘HEWCE BIKE EM Ê 200 ROJÊN DIN DI NOBETÊ DE BIN’ 
 
Erbey, anî ziman ku heta ku aştî û edalet neyê welatî dê nesekinin û wiha berdewam kir: “Dewleta tirk divê tecrîda li ser Serokatî rake û ji bo aştiyê gavê biavêje. Mifteya şerê li Rojhilata Navîn di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye. Şerê Filistînê jî şerê Ûkraynayê jî girêdayî vê ye. Heke Serokatî azad bibe ez bawer dikim ku dê edalet were Rojhilata Navîn. Em sed roj in di nobeta edaletê de ne. Heke hewce bibe em ê 200 rojên din jî di nobetê de bin. Heta ku dewleta tirk bersiva me nede dê têkoşîna me bidome.”
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê û dayika girtî Kadriye Ogûz jî destnîşan kir ku dayik ji bo hemû cîhanê têdikoşin. Ogûz, diyar kir ku divê dewlet ji bo daxwazên wan gavê biavêje û wiha got: “Divê ewilî bi Serokê me re hevdîtin bê kirin. Mifteya aştiyê di destê birêz Ocalan de ye. Heke bi wî re hevdîtinek were kirin dê her tişt hesantir bibe. Divê herkes destê me bigire û piştgiriyê bide me. Zilma ku Erdogan dike kes li kesê nake. Em aştiyê dixwazin. Heta ku hûn çareyekê nebînin em ê têbikoşin. Bila dayikên tirk û ereb jî werin mil bidin milên me. Bila bipirsin ku ‘çima zarokên wan dimirin’?”
 
Dayika girtî Zelîha Kaya jî da zanîn ku zarokên wan ên çalakiya greva birçîbûnê didomînin li nexweşxaneyê mûayeneya bikelemçe li wan tê ferzkirin, nayên mûayenekkirin û di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û wiha got: “Bila cenazeyên zarokên me neyên. Em ji dewletê tiştekî naxwazin. Heqê me çi be em wê dixwazin. Em bang li rayedarên dewletê dikin: bersivê bidin daxwazên me.”
 
‘BERXWEDAN DÊ BIDOME’ 
 
Hevserokê TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş jî bal kişand ser agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku yekane armanca çalakiya greva birçîbûnê û nobetên edaletê rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Altûntaş, diyar kir ku çalakiyên Nobeta Edaletê bi biryardarî didome û ev tişt got: “Dayikên me, zindan û gel berxwedêr in. Ji ber wê yekê ne sed 200 roj jî derbas bibin, em ê heta dawiyê xwedî liv ê çalakiyê derkevin. Astengiya herî mezin a li pêş azadiya gelê kurd, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Heta ku tecrîd neyê rakirin dê berxwedana li zindanan jî û berxwedana gel jî berdewam bike. Ne pêkan e ku gelekî xwedî ruhê têkoşînê ye paş ve gavê biavêje. Heta ku dayikeke me, endamekî me yê saziyê bimîne dê ev berxwedan bidome.”
 
MA / Eylem Akdag - Yusra Batihan
 
 

Sernavên din

31/03/2024
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin