Li Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn

  • rojane
  • 15:00 13 Nîsan 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan li Êlih û Colemêrgê aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn û xwestin faîlên wan bên darizandin. 
 
Xizmên Windakiriyan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyan de hate gotin ku heta aqûbeta windakiriyan tê zanîn û faîl tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
ÊLIH
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 628’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Kadîr Keremoglû hate vegotin. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Reşît Çetînkaya di daxuyaniyê de axivî û got ku heta tevahiya windakirî tên dîtin dê çalakiya xwe bidomînin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadîr Keremoglû hate pirsîn ku di 14’ê nîsana 1995’an de li Wanê hate binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin. Çetînkaya, serpêhatiya Keremoglû wiha vegot: “Keremoglû ji Geverê bû û tevî malbata xwe li Wanê dijî. Malbateke halxweş bû û kesên girêdayî JÎTEM’ê bi gotina  ‘navê we di lîsteya mirinê ya JÎTEM’ê de heye’ gef li malbatê dixwar û pere jê xwestin. Dema malbatê ev yek red kirî jî bû hedef. Karsaz Kadîr Keremoglû ku 75 salî bû, di 14’ê nîsana 1995’an de dema ji Mizgefta Keremoglû ya li navenda Wanê derdiket, ji hêla kesên di wesayîta Torosa Spî ya bi plakaya 01 EA 600, wesayîta Dogan a bi plakaya 65 ER 279, wesayîta Broadway a bi plakaya 06 FH 600 û wesayîta bi plakaya 34 ALL 82 de hate revandin. 
 
RADESTÎ YEŞÎL HATE KIRIN
 
Di encama lêkolînên malbatê de derket holê ku kesên Keremoglû revandin, ew radestî Mahmût Yildirim ê bi nasnavê ‘Yeşîl’ kirine. Ji ewil birine navenda JÎTEM’ê ya Wanê û piştre jî birin Fermandariya Lîwaya Cendirmeyan a Wanê. Di heman demê de malbatê xwe gihand agahiyên nasnameyê yên kesên tev li bûyera revandinê bûn û têkiliya wan bi JÎTEM’ê re heye. 
 
Malbatê bi Midûriyeta Emniyetê ya Wanê, Waliyê Wanê û Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar re ev agahî parve kir û xwestin bavê wan were dîtin. Kesên ku di dîrokên cuda de xwe gihandin malbatê û xwe weke endamên daîreya şerê taybet û îstîxbaratê nîşan dan û efserekî bi payeya serheng, ji bo radestkirina Keremoglû ji malbatê fîdye xwest. Bûyer, di hejmarên 285 û 286 ên Kovara Aktuelê de bi berfirehî hate vegotin. Malbata Keremoglû jî di 13’ê çileya 1997’an de îfade da Komîsyona Lêkolînkirina Susurlukê ya Meclisê, bûyer vegotin û navên faîlan eşkere kir. 
 
HEWLDAN BÊENCAM MAN
 
Dosyaya Keremoglû di navbera edliyeyên Amed, Colemêrg û Wanê de hatin û çû lê hemû hewldanên malbatê yên ji bo cezakirina berpirsyaran bêencam man. Doz di sala 2015’an de birin Dadgeha Destûra Bingehîn lê hate redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê doz bire DMME’yê.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan jî li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin gel hev. Li gel Xizmên Windakiriyan, Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul û endamên DBP û DEM Partiyê yên navçeyê jî tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya 18’emîn de hat xwestin ku faîlên Sabrî Çardakçi bên darizandin ku JÎTEM’ê li pêşiya mala wî ya li gundê Dara yê Geverê qetil kiribû. 
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ji Wezareta Dadê xwest ku astengiyên li pêşiya tedawîkirina girtiyên nexweş bigire û bên tehliyekirin. 
 
Endamê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Ozan Akbaş jî bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber ku derheqê qetilkirina Çardakçi de “lêpirsîneke bibandor nedaye destpêkirin” Tirkiye mehkûm kiriye. 
 
Akbaş, got ku divê hiqûq esas were girtin û heta faîlên windakiriyan tên darizandin jî dê dengê xwe bilind bikin. 
 
 

Sernavên din

07/05/2024
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan