‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’

  • rojane
  • 16:41 19 Gulan 2024
  • |
img
RIHA - Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Curnê Reş didomin. Di xebatan de ev peyam hate dayîn: “Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji vê zilmê re bibêje êdî bes e. Em ê jiyaneke nû ava bikin.” 
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên li navçeya Curnê Reş a Rihayê berdewam in. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma û DEM Partî derî bi derî, kolan bi kolan xebatên xwe didomîne. DEM Partî îro ji du baskan ve li gundên navçeyê xebat meşand. Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mahmût Dîndar jî tev li xebatan bûn. 
 
Hevşaredarê Curnê Reş Serhan Paydaş û Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li gundên Çataqa Jerîn û Çataqa Jorîn xebat meşandin. Şande çû serdana karkerên demsalî yên di nava zeviyan de dixebitîn, li pirsgirêkên wan û binpêkirinên mafan guhdarî kirin. Sayyîgît bal kişand ser şert û mercên zehmet ên karkeran û wiha got: “Serkeftina me ya di 31’ê Adarê de ranegirtin. DEM Partiyê bi ferqekî 521 dengan bi ser ket lê AKP’iyan sindoq şewitandin. Gel îradeya xwe nîşan da. Hêviya me ew bû ku rêzê ji bo îradeya gel bigirin. Bi salan li vê derê heman kesan şaredarî birêve birin. Lê têkçûna xwe qebûl nekirin. Em dixwazin hûn jî piştgiriyê bidin me. Em li Curnê Reş bi ser ketin û dê careke din bi ser kevin. Daxwaza me ya ji we ew e ku hûn ji vê xespkirina îradeyê re bibêjin êdî bes e. Daxwaza me ya ji her kesî ew e ku di 2’yê hezîranê de biçin ser sindoqê, dengê xwe bidin DEM Partiyê û xwedî li sindoqê derkevin. Hinek kes (Serokê AKP’ê yê Bajar Alî Îhsan Delîoglû) ji bo karkerên demsalî dibêjin diçin betlaneyê. Divê em ji vê zîhniyetê re bibêjin êdî bes e. Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji vê zilmê re bibêje êdî bes e. Em ê li vir jiyanê jinûve ava bikin. Em bi van bîr û baweriyan xebatên xwe dimeşînin.” 
 
DERÎ BI DERÎ GERIYAN 
 
Namzetê Hevşaredariyê Garîp Yeşîl û Parlamenterr Mahmût Dîndar jî li gundê Heremî Birc derî bi derî xebatên hilbijartinê meşandin. Şande li taxê bi coş hate pêşwazîkirin. Şandeyê tiştên di 31’ê Adarê de qewimîn teşhîr kirin û gotin ku dê di 2’yê hezîranê de bi ferqekî mezin bi ser kevin. Şandeyê her wiha projeyên xwe vegotin, belavok belav kirin û peyama “Em ê teqez bi ser kevin” da. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Pusulayên dengan ên sindoqên 119 û 1120 ênli Navenda Ciwanan a navçeya Curnê Reş a Rihayê di şeva 31’ê Adarê de ji hêla biraziyê namzetê AKP’ê Alî Îhsan Bayik ê bi navê Mûstafa Bayik û komeke ji 50 kesan pêk dihat ve hatin şewitandin. Dîmenên bûyerê jî derketibûn holê. Tevî vê jî DEM Partiyê bi 521 dengan ferq şaredarî bi dest xist. Lê li ser îtîraza AKP’iyan, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bi hinceta şewitandina dengan biryara dubarekirina hilbijartinê dabû. Îtîraza DEM Partiyê ya li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar hate redkirin. Li ser vê yekê DEM Partiyê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. YSK’ê serlêdan red kir û biryar da ku hilbijartin di 2’yê hezîranê de dîsa bê lidarxistin. 
 

Sernavên din

15/06/2024
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin