Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin

  • rojane
  • 09:11 18 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Welatiyên Amedê diyar kirin ku desthilatdariya heyî nikare aboriyê bi rê ve bibe û gotin: "Divê hilbijartinên pêşwext bên kirin û hikûmeta ku niha sîstemê dimeşîne ji vir derkeve."
 
Rayedarên hikûmetê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê daxwazên zêdekirina meaşê asgarî nekin. Krîza aborî ya ku roj bi roj zêdetir dibe, bi bihabûna her tiştên li market û bazaran xwe dide nîşandan. Welatiyên Amedê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku roj bi roj aborî xerabtir dibe û banga hilbijartinên pêşwext kirin.
 
Welatiyê bi navê Ramazan Sevîm jî diyar kir ku bihabûn hilweşîna dewletê nîşan dide û diyar kir ku ji bo aborî pêş bikeve divê hikûmet biguhere. Sevîm got: "Em dixwazin ev serokkomar ê desthilatdarî biguhere. Derfetên debara ji bo teqawîdan nemaye. Ev dewletek û welatek çawa ye.” 
 
HENEKÊ XWE BI ABORIYÊ KIR 
 
Zahît Gozen ku henekê xwe bi polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê kir wiha got: “Te got zem? Kîjan zem? Pir şerm e meriv behsa zemê bike! Li Tirkiyê tiştekî bi navê zemê heye? Aboriya me difire, em ji niha ve gavekê dûrî çûna heyvê ne! Wek hûn jî dizanin lêçûnên qesrê jixwe tê zanîn, êdî ti pisporê matematîkê nikare hesab bike. Gelo bihabûn bandorê li me dike? Bê guman ew bandorê li jiyana me nake. Ji ber ku em ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tên birêvebirin. Aboriya me bi leza roketan diçe. Gotin dolar dê bibe 5, ev ne mimkûn e. Niha bûye 32 an jî 33 TL. Erê, em pir bi lez diçin, dolar li gel aboriyê zêde dibe. Em pir baş têne rêvebirin, yên li ser serê me aborînas in, wan xwedî bawernameyên bilind û doktoran in, wan li Amerîka xwendiye, ji ber vê yekê aboriya me pir baş e."
 
Gözen banga hilbijartina pêşwext kir û got: “Em hilbijartinê dixwazin. Welatek bi diz û derewan nayê birêvebirin. Ev welat kirine xanedana xwe., her tiştî li gorî xwe dikin. Welat di vê rewşê de ye, welat niha di destê dizan de ye. Bila demildest hilbijartina pêşwext çêbibe da ku em ji vê rewşê derkevin.” 
 
Abdullah Cengîz jî da zanîn ku her roj her tişt tên bihakirin û got: “Aborî top avêtiye û nîvê Tirkiyeyê hatiye firotin. Mal û milkê cemaweriyê hatiye firotin. Kes nikare heqê kirêya mala xwe bide. Divê demildest hilbijartina pêşwext bibe û desthilatdarî bê guhertin.” 
 
‘SEDEMÊ BIHABÛNÊ POLÎTÎKAYÊN ŞER Û DIZÎ YE’ 
 
Kenan Şivan jî anî ziman ku sedemê têkçûna aboriyê û bihakirinê polîtîkayên şer û dizî ye û heta ku şer neyê sekinandin dê aborî jî wisa be. Şivan got divê hilbijartina pêşwext pêk were û desthilatdarî bê guhertin û wê çaxê dibe ku tiştên xweş pêk werin. 
 
Îlhan Dogan jî diyar kir ku heta desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser kar be wê aborî ber bi xerabiyê ve biçe û got ku êdî însan nikarin debara xwe bikin. 
 
Ercan Aslanhan jî destnîşan kir ku AKP nikare polîtîkaya aboriyê bi rê ve bibe û got: “Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were. Sedemê têkçûna aboriyê jî hemû şerê li Kurdistanê ye. AKP bi salan e li dijî kurdan şer dike.” 
 
Harûn Toprak jî anî ziman ku ji ber bihabûnê êdî hatiye wê rewşê ew ne dikarin li malên xwe ne jî li derve xwarinê bixwin û xwest demildest têkçûna aboriyê bê sererastkirin û dest ji polîtîkayên şer bê berdan. 
 
‘DIXWAZIN BI VÊ ABORIYÊ TERBIYE BIKIN’ 
 
Abdullah Alabalik jî destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze bi vê aboriya têkçûyî terbiye bike û got: “Divê em li dijî vê polîtîkayê welatê xwe, axa xwe terk nekin. Ji bo ev desthilatdarî demildest bê guhertin pêwîste em biçin hilbijartina pêşwext.” 
 
Kîbar Tunç a dayika 5 zarokan jî anî ziman ku ew bi zehmetiyên debarkirinê re rû bi rû ne û got ku ev desthilatdariya heyî bi şertên heyî yên aboriyê xelkê terk û mehkûmî mirinê dike. 
 

Sernavên din

16/08/2024
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn