Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin

  • rojane
  • 09:33 3 Cotmeh 2024
  • |

ŞIRNEX - Dayika Haci Lokman Bîrlîk ê piştî hate binçavkirin hate qetilkirin û laşê wî bi wesayîta zirxî ve hate girêdan û li navenda bajêr hate kaşkirin Nazîre Bîrlîk, wiha got: “Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin, bi hezaran Haci Lokman çûn lê têkoşîn didome.” 

Haci Lokman Bîrlîk (24) di 3’yê cotmeha 2015’An de li Taxa Dîcleyê ya Şirnexê bi awayekî birîndarî hate binçavkirin û bi 28 guleyan hate qetilkirin. Laşê Bîrlîk bi wesayîta zirxî ve hate girêdan û li navenda bajêr hate kaşkirin. Dîmenên têkildarî kêliya ku laşê Bîrlîk bi erdê re dihate kaşkirin ji aliyê polîsan ve li ser medyaya dîjîtal hate parvekirin. Di lêpirsîna derbarê 4 polîsên peywîrdar ên di wesayîta zirxî de hate destpêkirin de cezayê “rawestandina qidemê” hate dayîn. Midûrê Şaxa Tevgera Azad ê serdemê M.K ku hate diyarkirin di wesayîta zirxî ya laşê Bîrlîkê pê ve hate girêdan de bi bêtêlê diaxive û derbarê Midûrê Polîsan ê Çîna 1’emîn E.R. de tu kirarî nehatin kirin. 
 
Tevî ku bi ser bûyerê re 9 sal derbas bûn jî di dilê dayika Bîrlîk de hêj weke nû çêbûye ye. Dayik Nazîre Bîrlîk wiha got: “Bi ser re 9 sal derbas bûn lê weke ku 9 roj in ji nav me çûye ye. Kurê min her tim di dilê me de ye û em ê qet ji bîr nekin.”
 
Dayik Bîrlîk bi lêv kir ku tiştên qewimîn “qeder in” û wiha berdewam kir: “Lê qedera bi destê evdan tê nivîsîn nayê qebûlkirin. Neheqiya evdan gelekî giran e. Heke kurê min bi emrê Xwedê jiyana xwe ji dest dabûya dibe ku em da salekê êşa wî bikişînin û pişt re ji bîr bikin. Mirin emrê Xwedê ye. Em hemû dê bimirin lê kurê min bi zilma evdan hate qetilkirin. Zilmeke mezin li kurê min kirin. Ji bo ku em vê zilmê ji bîr nekin bizanebûn kirin. Her roj zilma wan zêde dibe. Xwedê wan tîmar bike.”
 
 
Bîrlîk, bi lêv kir ku kesên ku kurê wê qetilkirin şûna bên cezakirin hatin terfîkirin û ev tişt got: “Tişta herî zêde çû zora min bû ev. Ev bû zilma li ser zilmê. Dema ev tişt kirin weke ku kurê min jinûve şehîd kirin. Zilma ku li kurê min hate kirin di hişê herkesê de ye.”
 
‘BI HEZARAN LOKMAN ÇÛN LÊ TÊKOŞÎN BERDEWAM DIKE’ 
 
Bîrlîk, got ku “Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin” û wiha berdewam kir: “Dema kurê min hate qetilkirin Xwedê dizane ka çend Haci Lokman çêbûn. Heke bi kuştinê xelas bûbûna 100 sal in têkoşîn berdewam nedikir. Bi hezaran Haci Lokman çûn lê têkoşîn berdewam dike.”
 
Dayik Bîrlîk bang li gelê kurd kir ku bibin yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Serê her tiştî yekitî ye. Heta ku em tifaqa xwe ava nekin dê ev zilma li ser me berdewam bike. Divê em kurd tifaqa xwe pêk bînin. Em niha li malekê dinêrin fikra herkesê cuda ye. Di navbera me kurdan de tifaq nîne. Tişta ku tê serê me ji ber vê nebûna tifaqa me ye. Ji ber vê yekê divê em demildest tifaqa xwe pêk bînin. Bi xiyanetê bi xayîntiyê em negihin tu derê.”
 
 

Sernavên din

04/10/2024
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir