NAVENDA NÛÇEYAN – Hate diyarkirin ku di êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî Filistîniyên ku li Xezeyê bende alîkariya mirovî bûn de 73 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Artêşa Îsraîlê, erîşê Filistîniyên ku li bakurê Xezeyê li bende alîkariyê bûn, kir. Sivîlên ku li herêma Sûdaniyeyê li bende alîkariya mirovî bûn, ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin gulebarankirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê de wiha hate gotin: “Di danê sibê de piştî êrişa li dijî sivîlên ku li Xezeyê bende alîkariyê bûn, cenazeyê 73 kesan û ji 150 kesan zêdetir jî birîndar rakirine nexweşxaneyan. 67 kesan di êrişa bakurê Xezeyê de jiyana xwe ji dest dane.”