STENBOL - Aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarûca diyar kir li dijî polîtîkayên şerê taybet kargehên pêhesandinê dane destpêkirin û destnîşan kir ku li dijî şerê taybet xwerêxistinkirin û xwedîderketina li ziman û çandê xweparastina herî mezin e.
Polîtîkayên şerê taybet ku bi salan e li Kurdistanê tên meşandin, herî dawî bi taybetî li ser jin û ciwanan zêde tê meşandin. Bi polîtîkayên şerê taybet ên di qadên çandî, civakî û siyasî de tên xurtkirin, hewl tê dayîn ku tiryak û fuhûş di nava civakê de belav bibe. Li aliyê din Tevgera Jinên Azad (TJA), bi lidarxistina kargehan li bajarên Tirkiye û Kurdistanê armanc dike ku têkoşîna li dijî şerê taybet geş bike.
Aktivîsta TJA'yê Eylem Sarûca, bandorên şerê taybet û têkoşîna li dijî vî şerî nirxand.
JIN Û CIWAN HEDEF TÊN GIRTIN
Sarûca diyar kir ku desthilatdar bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet hewl didin pêşî li pêşketina berxwedanê ya di nava civakê de bigirin û got ku ev polîtîka xwedî dîrokeke kûr in. Sarûca bal kişand ku ciwan û bi taybetî jinên ciwan hedef tên girtin û got ku şerê taybet ne mijareke ku mirov wî bi tenê bi sernavekî binirxîne. Sarûca got: “Avaniya herî dînamîk a tevgera kurd jin û ciwan in. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku bi taybetî li dijî ciwanan êrişên bi vî rengî hene. Helbet bandora vê yekê li ser gelek warên wekî ol, ziman, çand, madeyên hişber û sîxuriyê heye."
FIROTINA TIRYAKÊ
Sarûca diyar kir ku yek ji polîtîkayên li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê ku li hemberî ciwanên kurd tê meşandin jî tiryak e û got ku temenê bikaranîna tiryakê li bajarên Kurdistanê daketiye 12-13’an û ev made bi destê polîs û leşkeran li ber deriyên dibistanên seretayî tên firotin.
Sarûca diyar kir ku ewilî ji bo ku zarok hînî tiryakê bibin belaş tê belavkirin û paşê wan li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin.
ARMANCA ŞERÊ TAYBET
Sarûcayê ku got "Civatên ku çand û zimanê wan winda bibe, mehkûmî tunebûnê ne" destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet jî rasterast ziman û çandê hedef digirin. Sarûca got: "Ji ber ku qedandina ziman û çandê, qedandina wê civakê ye. Bi vî awayî polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê dimeşînin. Ji ber ku polîtîkayên wan ên asîmîlasyon û şerê taybet roj bi roj pêk tên. Û bi vî awayî dixwazin civakeke ji çand û zimanê xwe qutbûyî biafirînin. Ji lew re civakeke bi vî rnegî bi hêsanî tê beralîkirin."
Sarûca da zanîn ku pergala dewletê dijminatiya ziman û çandê dike yanî dijminê gelan e û wiha got: “Di salên 1990’î de bi êrişên li ser gundan hewl didan vê yekê bikin, lê niha em di serdemeke teknolojîk de ne. Civak ji cihên dûrî hev jî hay ji hev heye û dikare li hemberî tiştekî zûzûka rabe ser pêyan. Ji bo rasqwetandina van serîhildanan desthilat amûrên şerê taybet bi kar tîne û dixwaze gel biqedîne."
ÇALAKIYÊN LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET
Sarûca bal kişand ser wê yekê ku armanca wan ew e ku li dijî polîtîkayên şerê taybet hişyariya gel bilind bikin û got ku wan di vî warî de gelek kampanya li dar xistine ku yek ji wan kampanyaya "Em xwe diparêzin" e û bi vî awayî hewl didin xweparastinê pêş bixin.
Sarûca da zanîn ku bi vê kampanyayê li her derê, gund bi gund, tax bi tax polîtîkayên şerê taybet rave kirine û ji bo hişyarkirina gel xebat meşandine û got: "Em li her derê amûr û polîtîkayên şerê taybet vedibêjin. Der barê rêbazên dewlet û sîstemê de me hemû raya giştî bi taybetî jinan hişyar kir. Ev bi rêya kargeh, perwerde û çalakiyan pêk hatin. Û di vê pêvajoyê de me armanc kir ku em xwe bigihînin gelek jinên ku me nikaribû xwe bigihîne wan."
XWEPARASTIN
Sarûca destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet xweparastin û têkoşîna birêxistinkirî xwedî wateyeke mezin e û got: “Dema me xebatên xwe dimeşandin, me hem mîrateya ku ji pêşiyên xwe girtiye, hem jî destkeftiyên Şoreşa Rojavayê nîqaş kirin. Ji ber ku di vê şoreşêd e jin ne tenê di qada leşkerîd e cih girtin, piştî wê jî di hemû rêxistinkirin jiyanê de cih digirin. Me dît ku jinên Rojavayê şoreşê bi xweparastinê pêk anîn. Me dît ku di civaka xwe de li hemberî vî bêyî xweparastinê rêxistinbûyîn ne pêkan e. Û me dît ku ev rêxistin bi hemû jinên ku em dikarin xwe bigihînin wan pêkan e. Karê me yê yekem birêxistinkirin bû û me bi vê re xebatên xwe parastinê jî kir."
Sarûca bal kişand ser girîngiya parastina ziman û çandê û got: "Ji lew re zimanê me hebûna me û raborîiya me ye." Sarûca li dijî hemû êrişan banga xwedî derketina li ziman û çandê û xurtkirina rêxistinbûyînê kir.
MA / Ferhat Sezgîn