Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin 2024-11-24 10:05:21 STENBOL - Nivîskar Mukaddes Erdogdu diyar kir ku peyameke biçûk a ji Abdullah Ocalan jî di nava gel de rê li ber hesteke mezin vedike û wiha got: “Ne li Tirkiyeyê ne jî li Rojhilata Navîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji bilî çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan, çareseriyên tu kesekî nînin.” Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin didome. Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk têkildarî nîqaşên ser tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd nirxand û got ku fikrên Abdullah Ocalan, çareserî ne.    ‘DEWLET TENGIJÎ YE’   Mukaddes Erdogdu Çelîk, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re heye û wiha got: “Li Tirkiyeyê gelek tişt guherîn lê nêzikatiya rejîmê ya li dijî pirsgirêka kurd qet neguherî. Ji axaftinên Devlet Bahçelî yên derheqê Abdullah Ocalan de em dibînin ku dewlet tengijî ye. Ji ber ku beriya axaftinên Bahçelî, Erdogan di dema serdanên navneteweyî de got ku dê şerê li Lubnanî belavî Tirkiyeyê bibe. Piştî van gotinan, Bahçelî têkildarî rakirina tecrîdê, mafê hêviyê û çareseriya pirsgirêka kurd çendek daxuyanî da. Gelê kurd ev gotin di demên berê de jî bihîstibûn lê divê mirov niha li sedema wan binêre.”    ‘TEVGERA SIYASÎ YA KURD LI GEL ÇARESERIYÊ YE’    Bi domdarî Mukaddes Erdogdu Çelîk bi bîr xist ku nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd di salên 90’î di serdema Turgut Ozal de dest pê kiribûn û ev tişt anî ziman: “Ozal di ferqê de bû ku hemû pirsgirêkên li Rojhilat girêdayî çareseriya pirsgirêka kurd in. Hêj wê demê got; ‘Em dikarin federasyonê jî nîqaş bikin.’ Tevgera siyasî ya kurd her tim li gel çareserî û aştiyê bû. Dema qala pirsgirêka kurd tê kirin, nêrîna ‘bila kurd dayika xwe nebîne’ esas tê girtin. Lewma pirsgirêka kurd mîna duh îro jî mijara diyarker e.”    Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk   TESPÎTA ABDULLAH OCALAN A TÊKILDARÎ PERGALA NÛ    Di berdewamê de Mukaddes Erdogdu Çelîk bal kişand ser tespîtên Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û dîzayna nû ya cîhanê û got: “Abdullah Ocalan beriya were girtin ji bo pirsgirêka kurd tespîtên çareseriyê kir. Ji 1993’yan heta niha vebijêrkên çareseriyê datîne pêşiya dewletê. Bi taybet jî di tespîtên xwe yên têkildarî pergala nû ya cîhanê de dibêje; ‘Li Rojhilata Navîn dê tiştên ku Tirkiyeyê jî hedef bigirin biqewimin. Heke hûn bixwazin Tirkiye bimîne, wê demê divê hûn bi kurdan re têkiliyên nû yên dîrokî pêş bixin.” Ev gotinên xwe ji her serokwezîr û lijneyên wezîran re yek bi yek vegot. Lê cara ewil Turgut Ozal lê xwedî derket. Piştre jî bi awayekî fermî Bahçelî behs dike.”    ‘ÎKTÎDAR LI GEL AŞTIYEKE DEMOKRATÎK NÎNE’    Mukaddes Erdogdu Çelîk, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her tim gefa “welat ji dest diçe” tê xwarin û ev tişt anî ziman: “Bi geşedanên Rojhilata Navîn re êdî bi hêsantir ev gotin di nava civakê de zindî kirin. Lewma têkildarî meseleya kurd daxuyanî dan. Derdorên faşîst jî bertekên zêde nîşan didin. Lê kêmasiyeke wiha ya muxalefetê çêbû; diviya bigotina ‘Ev daxwazên gelê kurd bûn. Madem hûn hatin vê astê, wê demê werin em rûnin û çareseriyê pêş bixin û em jî tev li bibin.’ Li şûna vê, gotin; ‘Tu çawa tiştekî wiha pêşkeşî kurdan û Ocalan dikî?’ Xuyaye ku gel ji hêla derûnî û civakî jî ve ji bo muxatabgirtina kurdan guncav nîne. Îktîdar li pey hesabên cuda ye. Li gel aştiyeke adilane nîne. Lê dizane ku mecbûr e hinek tiştan bike.”    ‘ŞER, ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD FERZ DIKE’    Mukaddes Erdogdu Çelîk, got ku şerê li Rojhilata Navîn çareseriya pirsgirêka kurd ferz dike û wiha pê de çû: “Ev 40 sal in şer didome û êdî çareserî xwe ferz dike. ‘Pêvajoya aştiyê ya’ 2013-15’an hêviyek çêkiribû. Îktîdar niha di ferqê de ye ku divê pirsgirêka kurd çareser bike. Lê dixwaze li gorî daxwaza xwe çareser bike. Dixwaze bi kurdên serî li ber wê tewandî re çareser bike. Dibêje bila têkiliya kurdan bi wan re bidomin lê daxwaza mafên xwe yên sereke neke. Dibêje bila bi kurdî biaxivin lê qala perwerdeya bi zimanê dayikê nekin.”   ‘EV KAR NABE’   Mukaddes Erdogdu Çelîk, bi lêv kir ku di serdemeke wiha de qeyûm hatine tayînkirin û ev rewş wiha nirxand: “Ev ne tiştekî rasthatî ye. Li rexekî dibêjin bila Abdullah Ocalan li Meclisê biaxive, li rexa din qeyûman tayîn dikin. Mêrdîn, Êlih û Xelfetî bi taybet hatin hilbijartin. Li Êlihê polîtîkayên Hudapar a hîzbullahî di meriyetê de ne. Li Mêrdînê Ahmet Turk ê weke qasidê aştiyê tê naskirin hedef hat girtin. Heke li ser tirkperestiyê israr bikin dê ev kar nebe.”    ‘TEKANE ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E’    Mukaddes Erdogdu Çelîk, got: “Divê derfet bên afirandin ku Abdullah Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinan bike. Heta niha tenê Omer Ocalan çû hevdîtinê. Ev hevdîtin baş bû. Me dît bê ka gotinên aliyê tirk çiqas hev digirin. Di meseleya pirsgirêka kurd de hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn ji bilî çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan çareseriyên tu kesî nînin. Bila kesek hewl nede ji derveyî vê modêlê çareseriyekê pêş bixe.”    ‘PEYAMA WÎ HÊVÎ DA GEL’   Mukaddes Erdogdu Çelîk, anî ziman ku peyama Abdullah Ocalan hêviyeke mezin daye civakê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hevdîtinê de got; ‘Ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîneke hiqûqî û siyasî bikim.’ Vê peyama biçûk jî hêviyeke mezin da civakê. Îxtîmaleke çareseriyê jî dilê mirovan rehet kir. Lê mejiyeke ku dibêje, heke hêvî ji aliyê din re çêbibe wê demê xetere çêbûye heye. Îktîdar naxwaze Abdullah Ocalan ewqas bibandor be.”    ‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ HEWLDANA JINAN BÊ XURTKIRIN’    Mukaddes Erdogdu Çelîk, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo aştiyê divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Di van rojên 25’ê Mijdarê nêz dibe de hewceye têkoşîna jinan a ji bo aştiyê mezintir bibe. Di pêvajoya berê de jinan Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê ava kiribûn. Li gorî min divê dîsa bikeve meriyetê û bibêje; ‘Em aştiyê dixwazin, dê aştî bi xwe re demokrasiyê bîne lewma em teheyûla cîhaneke wekhev û azad dikin.’ Di vê pêvajoyê de hewcehî bi vê heye.”    MA / Esra Solîn Dal