Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin 2024-11-24 15:21:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Dêrsim û Pulurê li gelek bajaran hatin protestokirin.  Tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Dêrsimê û Şaredariya Pulurê li gelek bajaran bi daxuyaniyan hate protestokirin.    DÊRSIM    Nobeta li dijî tayînkirina qeyûm li Qada Seyîd Riza hatiye destpêkirin dom kir. Endam û rêveberên SOL Partiyê ji bo piştevaniya bi gelê Dêrsimê re hatin serdana nobetê. Berdevkê SOL Partiyê Hakki Tombul got ku ew careke din bi xiyaneta qeyûm re rû bi rû ne.    Tombul, diyar kir ku her carê gel bersiva pêwîst dide tayînkirina qeyûman û got: “Tayînkirina qeyûman nîşan dide ku îktîdar riziyaye û nikare welêt birêve bibe. Qeyûm, polîtîkaya tundiyê ye. Pergala îktîdara AKP-MHP’ê afirandî di her qadên jiyanê de tundiyê diafirîne. Em ê bi hev re têbikoşin û wan bişînin sergoya dîrokê.”    'HETA QEYÛM DIÇIN EM Ê LI BER XWE BIDIN’    Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şadal jî wiha got: “Dêrsim, warê berxwedanê, serhildanê û kesên serî natewînin e. Qeyûm, rewşa şênber a polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan e. Dijminên gel in. Dê gelê Dêrsimê îradeya xwe teslîmî qeyûmên îktîdarê neke. Heta ku em we û qeyûmên we dişînin dê têkoşîna me bidome.”    Neslîhan Şadalê bertek nîşanî qedexekirina dirûşma “Jin, jiyan azadî” jî da û ev tişt anî ziman: “Em ê vê dirûşmê di her qadên jiyanê de zindî bikin.” Neslîhan Şadal, axaftina xwe bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî kir.    Piştî axaftinan welatiyan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Herî dawî jî ber bi avahiya DEM Partiyê ya Dêrsimê ve meş hat lidarxistin û nobet bi dawî bû.    KONYA   Rêxistina DEM Partiyê ya Konyayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê Bajar Mulla Şîmşek di daxuyaniyê de qeyûm weke “encama zîhniyeta derbekar a li dijî vîna gel” pênase kir û wiha got: “Polîtîkaya qeyûm, êrişeke eşkere ya li dijî dîrok, çand û nirxên gelê kurd e. Mudaxileya li dijî cihekî mîna Dêrsimê ku warê berxwedan û sembola rûmetê ye, hewldaneke vala yê teslîmgirtinê ye. Lê dîrok şahide ku dê Dêrsim serî netewîne û teslîmî zilmê nebe.”    QERS   Rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê yên Qersê û TJA’yê jî daxuyanî dan. Hevşaredar, endamên meclisa giştî ya bajar, endamên şaredaiyan û gelek kes tev li daxuyaniya li avahiya DEM Partiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm derbe ye, dest nede îradeya min” hate daliqandin. Rêveberê DEM Partiyê yê bajar Serdar Aydin daxuyanî xwend û got ku bi tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê re gelê kurd û îradeya hevpar a gelan hedef hatiye girtin.    Aydin, da zanîn ku dê bi awayekî xurt xwedî li berxwedana gelê Dêrsimê ya li dijî rejîma qeyûm derkevin. Aydin, wiha pê de çû: “Dê gelê Dêrsimê bi xwe Dêrsimê birêve bibe û faşîzm dê winda bike.”     Daxuyanî bi dirûşma “Na ji qeyûm re” bi dawî bû.    AGIRÎ   Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyên Agiriyê û TJA’yê jî li pêşiya avahiya DBP’ê ya Bajar daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Şarederî yên me ne, em nahêlin hûn desteser bikin" hilgirtin. Hevserokê DBP’ê yê Agiriyê Hîkmez Adiguzel daxuyanî xwend û got ku polîtîkayên qeyûm û îdiaya aştiya civakî hev nagirin. Adiguzel, tayînkirina qeyûm weke xespkirina vîna gel nirxand û got: “Ne Dêrsim ne jî bajarên din divê bi qeyûm neyên birêvebirin. Dê qeyûm biçin, îradeya gel dê mayinde be. Em bang li hemû hêzên demokasiyê dikin ku li dijî derbeya qeyûm û xespkirina îradeyê mil bidin milên hev. Em ê vê zilmê bi tu awayî qebûl nekin. Dê îradeya gel teqez bi ser keve.”    Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.