ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN 2025-03-28 09:00:21   * Eylem Arzu Kayaoglû ya OHD’î diyar kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje û got: “Divê birêz Ocalan azad bibe û bikare bi derdorên cuda re pêwendiyan deyne.”    * Jinan, bertek nîşanî “pêşnûmeya destûra bingehîn” a hikûmeta demkî ya Şamê dan û gotin: “Bêyî derdorên cuda, jin û baweriyên li Sûriyeyê tu pergal nikarin bên avakirin.”    * Tunç Soyer, anî ziman ku nabe ku têkoşîna aştî û demokrasiyê ji hev cuda bên destgirtin û diyar kir ku li dijî tiştên diqewimin hewcehî bi tifaqeke berfireh a tevahiya muxalefeta Tirkiyeyê digire nav xwe heye.    * Welatiyên Sûrê yên ji bêderfetiyê hindik şekirên cejnê kirine, xwestin cejn bibe wesîleya aramî û aştiyê.    * Bi helîna berfê re li Deşta Mûşê Berfînan kulîlk vekirin.    * Ciwanên ku 4 rojan di bin çavan de man diyar kirin ku hikûmet ji hêza pêşeng a ciwanan ditirse.    * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên di çalakiyan de li şaxa xwe daxuyaniyê bide. (12.00)   * OHD dê rapora xwe ya têkildarî îdiayên îşkenceyê ya li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê aşkera bike. (12.30)    * ÎHD dê bi boneya meha 159’emîn a Komkujiya Roboskê li ser Cadeya Sakaryayê daxuyaniyê bide. (13.30)