Analîstê daneyan Stevenson: Teknolojiya sûnî di îstîsmara zarokan de xetereyeke nû ye 2025-06-04 09:07:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Analîstê daneyan James Stevenson, diyar kir ku bi pêşketina teknolojiyê re 'îstîsmara online' a li zarokan qadên nû bi dest xistine û got, "Materyalên îstîsmarê  (AI-Gen CSAM) yên zarokan ên bi teknolojiya sûnî hatine çêkirin sedema fikaran e. Divê hemû welat, civak û sazî bikevin nava tevgerê û dê û bav zarokên xwe ji nêz ve bişopînin." Dema ku teknolojiya sûnî (Aqilê çêkirî/AI) bi pêş dikeve û dibe entegreyê aliyên cuda yên jiyanê, rîskên potansiyel ên ku ew çêdikin jî fikarên giştî zêde kirine. Potansiyela ku ji bo armancên zirarê zêde dibe, bû sedem ku pispor banga rêzikên tundtir bikin. Li refên herî pêş ên komên di bin xeteriyê de ne, bi taybetî zarok in. Teknolojiyên AI yê ku dikare mîna mirovan biaxive, dikare bandorê li tevgerên zarokan û pêvajoyên biryardayînê bike. Bi taybetî zarokên ku temenê wan di bin 10 saliyê de ye sepanên AI'yê wek têkilîyên rastîn ên mirovî dihesibînin û wan ji agahiyên şaş û dibe sedema hemû talûkeyan.   Enstîtuya Parastina Zarokan a Zanîngeha Edînbûrghê di rapora xwe ya sala 2023'an a bi navê "Into The Light" a li ser îstîsmara zarokan de bal kişandibû ser vê mijarê û diyar kiribû ku li 157 welatan herî kêm 300 mîlyon zarok rastî 'îstîsmara zayendî ya online' hatine. Li gorî rapora ku xwe dispêre 36 mîlyon xalên daneyan, anketan û 125 lêkolînên akademîk ên li 157 welatan ji saziyên fermî hatin wergirtin, yek ji her 8 zarokan rastî "îstîsmara zayendî ya li ser înternetê" hatine.   Analîstê daneyên enstîtuyê James Stevenson ku xwe amade dike rapora xwe ya ji bo sala 2024'an di mehên payîzê yên salê de eşkere bike ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   JI BO CÎHANÊ XETERE YE   Di rapora herî dawî hat weşandin de, "îstismara zarokan a li ser înternetê" li welatên Ewropayê ji sedî 11, li DYA ji sedî 11, li Brîtanyayê ji sedî 7, li Awûstralyayê jî ji sedî 7,5 hat qeydkirin. Stevenson da zanîn ku ev yek pirsgirêkeke global e û got, "Yek ji sedemên hejmara zêde ya li welatên xwedî hatineyeke bilind ew e ku hem zarok hem jî sûcdar hîn bêhtir xwe bigihînin înternetê. Wekî din, ev welat bi giştî gelek şîrketên destekê didin înternetê lê ne. Ji ber vê yekê, dema ku materyalên xerab li ser înternetê werin parvekirin, heke binpêkirin li cihekî din çêbibe jî, naverok bi piranî li serverên van welatan tê berhevkirin."   ÇIMA ŞER Û KRÎZ    Stevenson diyar kir ku di demên dawî de dinya di nava şer û pevçûnekê de ye û destnîşan kir ku ev rewş bûye sedema zêdebûna "îstîsmarkirina zarokan a li ser înternetê." Stevenson da zanîn ku ji ber şeran, zarok her ku diçe rastî îstismara teknolojîk tên û wiha got: "Lêkolîna Childlightê ya ku di demên dawî de derket holê, zêdebûna materyalên îstîsmara zayendî (CSAM) yên têkildarî zarokên li welatên ku pevçûn û bêîstîkrariyê dijîn. Ûkrayna û Xakên Pîroz di vê mijarê de di nava mînakên herî zêde eleqedar dikin de cih digirin. Dema ku şer û pevçûn civakan dixe nava kaosê, sûcdaran ji vê rewşê sûdê werdigirin, zarokên ku ji bo perwerde, civakîbûn û li înternetê bêhtir wext derbas dikin, hedef digirin."   DANEYÊN LI WELATAN    Stevenson behsa daneyên "îstismara zarokan a li ser înternetê" ya hin welatan û piştî şer kir û got: "Li gorî daneyên ji aliyê Navenda Neteweyî ya Zarokên Winda û Kedxwar (NCMEC) ve hatine pîvandin, hejmara CSAM barkirinê li Ukraynayê di sala 2022'an de ji 52,328'an derket 105,117. Li Îsraîlê ev hejmar di heman serdemê de ji 22 hezar û 250'î derket 71 hezar û 189'an. Li herêmên Filistînê jî ji sedî 148 ji 28 hezar û 452'an derket 70 hezar û 472'yan. Berevajî vê yekê, dozên CSAM li gelemperiya cîhanê mêvandariyê dikin, di nava salekê de ji sedî 13 zêde bûn, ji 32.059.029 bû 36.210.368. Li Venezûelayê ku di navbera salên 2020-2023'an de bi krîza domdar re rû bi rû ma, di dozên hatin ragihandin de zêdebûna ji sedî 195'an hat dîtin. Li welatên ku bi karesatên birçîbûn û xwezayî re rû bi rû ne, tespîtên bi heman rengî tên dîtin. Li Afganîstanê, CSAM di vê demê de 81.789 bûyer zêde bûn û ji sedî 170 zêde bûn. Li cihên pevçûn û krîzê, ji bo TF-CSEA di nava sîwanan de pêş bikeve şert û mercên îdeal diafirînin, lê belê ev yek weke rewşeke awarte ya ji nedîtî ve tê, dimîne. Eger em tedbîr negirin, wê hîn bêhtir zarok neçarî kedxwariyê bên, rastî şantajan bên û zerareke mayînde li wan bê kirin. Divê hikûmet, rêxistinên mirovî û şîrketên teknolojiyê bi lezgînî bi hev re bixebitin da ku nehêle sûcdarên ku herî zêde ji van valahiyan îstismar dikin hedef bigirin."   Stevenson anî ziman di dema berhevkirina daneyên îstîsmarê de gelek pirsgirêk rû didin û wiha axivî: "Daneyên îstîsmara zayendî ya zarokan gelek caran li saziyên cuda yên wekî polîs, tenduristî, û xizmeta civakî belav dibin, zehmet dike ku hejmarên pêbawer û rast berhev bikin. Dema ku mijar ji bo îstismar û îstîsmara zayendî ya zarokan a bi teknolojiyê tê hêsankirin (TF-CSEA), bikaranîna 'daneyên mezin' ên rêxistinên global, dihêle ku em tabloyeke hîn hevgirtî bi dest bixin. Heke em dixwazin pêşî li îstîsmarê bigirin, girîng e ku ji bilî bersivdayîna piştî bûyerên qewimîn, ji hêla daneyên baş ve di pêşî de berhev bikin. Ev nêzîkatiya tenduristiya gel ji bo parastina zarokan ji îstîsmara online û nelirêtiyê girîng e."   PANDEMIYA VEŞARTÎ   "Stevenson da zanîn ku 'îstîsmara li ser înternetê' her diçe belav dibe û got, "Îstismara zayendî ya zarokan a bi teknolojiyê tê hêsankirin û îstîsmarkirin (TF-CSEA) pandemiyek veşartî ye. Divê hemû welat, cemaet û sazî bikevin nava tevgerê. Çawa ku ji bo pêşîgirtina li semptomên nexweşiyeke bi vakslêdana li şûna tedawîkirina wan, bi bandortir e, divê em pêşî li îstîsmara zayendî ya zarokan jî bigirin berî ku ev yek pêk were. Divê li ser esasê tenduristiya gel çareserî bên pêşxistin. Dema bikaranîna vê nêzîkatiya li ser bingeha zanistê ji bo dawîanîna li îstîsmara zayendî ya li zarokan hatiye. Eger em vê yekê weke rewşeke awarte ya tenduristiyê ya gel biafirînin, em dikarin ji bo zarokan cîhaneke ewletir biafirînin. Lê ji ber ku zarok nikarin li bendê bimînin divê em niha tevbigerin.''   PARASTINA ZAROKAN DIVÊ    Stevenson bi bîr xist ku şîrketên teknolojiyê jî di astengkirina "îstismara online" de xwedî berpirsyarî ne û wiha got: "Şîrketên teknolojiyê divê ewlehiyê tevlî dîzayna xwe bikin, platform û berhemên xwe bi parastina zarokan li navendê ava bikin. Divê ev ne fikirîneka paşvemayî be. Ev tê de nirxandina rîskên taybetmendiyên wekî şîfrekirina dawiya dawî an herikîna zindî berî ku ew dest pê bikin û tedbîrên ewlehiyê ji bo pêşî lêgirtina îstîsmarê bigirin. Piştî ku hat ragihandin, berpirsyariyên wan bi rakirina naverokên neqanûnî bi dawî nabin; divê were piştrastkirin ku di serî de naverokeke bi vî rengî di platformê de nîne. Naverokên ku zarokan îstîsmar dikin ne tenê li gorî sînorên yasayî divê li gorî ziyana ku dide zarokan jî were rakirin. Eger zirarê bide zarokan, ev yek ji bo mudaxaleyê bes e."   XETEREYA NÛ TEKNOLOJIYA SÛNÎ   Stevenson bal kişand ser "îstismara online" a li zarokan hatiye kirin, bi pêşketina teknolojiyê re qadên nû bi dest xistiye û wiha dewam kir: "Materyalên îstîsmara zarokan ên bi teknolojiya sûnî (AI-Gen CSAM) tên hilberîn, fikareke mezin e. Dîmen û vîdeoyên sexte bêyî agahdarî an jî tevlîbûna zarokan dikarin werin hilberandin û piştre jî bi îdîaya ku ev materyal rast in weke amûr ji bo gef û şantajan tên bikaranîn. Ji perspektîfa platforman, her sepan an jî lîstikeke ku dihêle bikarhêner bi hev ra têkiliyê deynin, heta yên ji bo zarokan hatine sêwirandin dikarin şaş werin bikaranîn. Fail bi taybetî platformên ku xwedî bingeheke mezin a bikarhênerên zarokan in hedef dikin, tevî gelek lîstikan ku gelek dê û bav xwe ewle dibînin. Ji ber vê yekê, ji bo şîrketên teknolojîyê girîng e ku ji destpêkê ve tedbîrên ewlehiyê yên xurt ava bikin û dêûbav ji nêz ve çavdêrî bikin ka zarokên wan çi bi kar tînin û bi kê re têkilî datînin."   MA / Berivan Kutlu