Girtiyê nexweş ê ku hat berdan Başaran: Di pakêta darazê de tiştên dihatin hêvîkirin tunebûn 2025-06-04 10:38:32 ŞIRNEX -  Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran ê ku ATK’ê 2 caran der barê wî de rapora “rewşa wî ya ji bo mayîna li girtîgehê ne guncan e”  dabû, hate berdan û wihat got: “Di pakêta darazê de tiştên dihatin hêvîkirin tunebûn.” Nûrettîn Başaran di salên 2025-2026’an de li Cizîra navçeya Şirnexê piştî qedexeyên kolanan de bi îfadeyên “şahidê veşartî û yê aşkera” ve hatibû girtin, di nava lîsteyê girtiyên nexweş de ye. Rapora Başaran a astengdariyê ji sedî 78 e, piştî rapora “rewşa wî ya ji bo mayîna li girtîgehê ne guncan e” ya Saziya Tiba Edliyeyê (ATK), di 6’ê Gulanê de hate berdan.    Nûrettîn Başaran, geşedanên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de nirxand.   ‘6 GIRTIYÊN NEXWEŞ DI HEMAN GIRTÎGEHÊN DE NE’   Başaran diyar kir ku berê tehliye bibe li Girtîgeha Xarpêt Tîpa T’ê li gel Onder Poyraz, Abdulmenav Aytaç, Emîn Guler, Mehmet Elçe û Emîn Aldag di hemen qawişê maeye û diyar kir ku pêdiviyên wan ên zerûrî nedihatin bicih anîn. Başaran wiha axivî: “Di despêka girtina min de ez li Girtîgeha Şirnexê mam, piştre li girtîgehên Rihayê, Îzmîrê û li Xapêtê mam. Ez 4 sal û nîvan li Rihayê mam, piştre ez sirgûnê Girtîgeha Menemenê bûm. ATK’yê 3 caran rapora “rewşa wî ya ji bo mayîna li girtîgehê ne guncan e” da min. Lê digel vê raporê ez nehatim berdan. Min nedikarî pêdiviyên xwe bicih bînim û li xwe binêriya. Ez salek û nîv li Girtîgeha Xapêtê mam û piştre hatim berdan. Di wê girtîgehê de hinek hevalên nexweş rewşa wan ji ya min xiraptir bû. Lê ji ber cezayê wan müebbet bû ATK’ê rapor nedida wan. Hevalên nexweş gelek zehmetî dikşandin. Hevalên nexweş nikarin li girtîgehê bijîn. Yek ji girtiyên rewşa wî giran Onder Poyraz bû, milê wî felç bû. Girtiyeke dîtir bi navê Emîn Guler, dest û lingeke wî felç bû. Herwiha Adulmenav hevaleke 73 salî bû li ser baldanga astengariyê. Mehmet Elçe jî nexweşê bi pencêra mîdeyê bû, mîdeya wî hatibû jêkirin, rewşa wî giran e. Gelek girtiyên nexweş hene ev tenê çende heb ji wan in. Divê van hevalana bene berdan û tedawiya wan li derve bibe.”    ‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊNE AVÊTIN’   Baştan bal kişand ser pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, û diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê sererastkireke qanûnî bê kirin ji bo girtiyên nexweş. Başaran axaftina xwe wiha domand û got: “Ji bo pêvajo bighîje armanca xwe divê di destpêkê de girtiyên nexweş bene berdan. Em naxwazin termen wan ji girtîgehan derê. Divê van hevalana bighîjin nava zar û malbatên xwe. Rêzdar Abdullah Ocalan bangek kir û PKK’ê çek danî. Bendewariya me ya yekemîn azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan e. Lê dewlet hinek astengiyan derdixe. Di pakêta darazê de tiştên dihatin çaverêkirin derneket. Rewşa girtiyên nexweş ji pakêtê hate derxistin. Tevgeta Kurd, gav avêt lê dewletê hêj gav neavêtiye. Piştî girtiyên nexweş divê girtiyên siyasî bên berdan. Hinek hevalên me cezayên wan xilas bûne lê hêj nehatine berdan. Ev nêzikatî, baweiya gelê Kurd kêm dike. Gelê Kurd dîsa bi fikar e û dibêje ‘dê me bixapînin’. Ji baweriya gel divê gavên şênber bêne avêtin.”   ‘WEXTA XWARINÊ JÎ EW TÊNE BÎRA MIN’   Başaran destnîşan kir ku ji ber ku hevalên xwe li dû xwe hiştiye hesta azadiyê kêm hest dike û wiha got: “Îro ez li derve me lê di girtîgehan de bi sedan nexweş ên weke min hene. Divê van hevalana jî bene berdan. Wexta xwarinê de jî wan hevalana tene bîra min. Lewre hinek heval hene tenê dikarin mama bixwin. Em di demeke kin de dixwazin van hevalana li hinda xwe bibinin. Em ji vê yekê bawer dikin û hêvî dikin.”   MA / Zeynep Durgut