Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne! 2025-10-08 10:10:01 WAN - Li bajarê Wanê ku nifûsa wê milyonek û 122 kes derbas kiriye tenê yek otoparkeke pirqat heye lê ew jî nayê bikaranîn. Ajokarên Wanî bertek nîşanî vê rewşê dan.    Li bajarê Wanê ku zêdetirî milyonek û 122 hezar nifûsa wê heye, bi salan e pirsgirêka otoparkê heye. Bajarê ku di statûya bajarê mezin de ye, wesayît cihê parkkirinê nabînin. Wesayîtên ku li kêleka rê tên parkkirin, dibin sedema pirsgirêka trafîkê û jiyana rojane ya welatiyan bi awayeke neyînî bandor dikin. Di dema Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê yên DBP'î Hatîce Çoban û Bekir Kaya de bi 7 milyon TL'an otoparkeke pirqat hate çêkirin. Qeyûm, hewl da vê otoparkê bifiroşe û piştî nekare bifiroşe jî hate xirakirin û veguherand navenda kar. Piştî ku dikandar neketinê, otopark li naverastê ma. Otopark, li taxa Şerefiye ya Rêya Armûşê li ser 6 hezar û 682 metrekareyan hatiye avakirin û bi kapasîteya 410 wesayîtan e. Lêbelê nayê bikaranîn.     Li bajêr nebûna otoparkê dibe sedema gelek pirsgirêkan. Parkkirina bêkontrol ewlehiya trafîkê dixe xetereyê, dikandar û welatiyan mexdûr dike. Welatiyên ku cihê parkkirinê nabînin ji ber parkirinê cezayên pere li wan tên birîn.   ‘WESAYÎT LI SER PEYARÊ TÊN PARKKIRIN’     Welatiyê bi navê Necmî Kalçik, ev tişt got: “Ev 9 sal in Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin. Qeyûm şaredarî kirine qada rantpwiriyê, ji bo gel jî xizmetê nakin. Ji bo vî bajarî ne rê ne jî otoparkê çêdikin. Êvarkî welatî bi saeatan di trafîkê de dimînin. Qeyûm li vir tenê reklama xwe dike. Li Wanê otoparkek tune. Dema em wesayîtên xwe park dikin, polîs tên li me ceza dibirin. Ji parkkirina li ser peyarê welatî nikarin bimeşin.”   ‘PÊDIVIYA BAJÊR BI OTOPARKAN HEYE’     Dikandarê bi navê Haci Ozdemîr, diyar kir ku otoparka milyon lê hatine xerckirin nayê bikaranîn, bi vî rengî li gel eziyet tê kirin û got: “Em gelek zehmetiyê dikşînin. Şaredarî bi karên vala re mijûl e. Tu xizmetek nayê kirin. Ev avahiya ku li pişt min xuya dike ev çend sal in wiha ma ye. Pêdiviya bajêr bi otoparkan heye.”   ‘EM DIÇIN KOLANÊ NIKARIN SAETEK JÊ DERKEVIN’     Ajokar Ebubekir Dînç, li dijî vê rewşê bertek nîşan da û wiha axivî: “Li vî bajarî tu xizmetek nîn e, ne rê ne jî otopark hene. Hemû wesayît li ser peyaran tên parkirin. Em li vî bajarî gelek pirsgirêk dijîn. Em cihê parkirinê nabînin. Ji ber parkkirina li ser peyaran welatî nikarin bimeşin. Dema em dadikevin kolanekî em nikarin saetekî jê derkevin.”   ‘BAJAR DIXITIME’     Ajokar Ramazan Korkmaz, got: “Em gelek eziyet dikşînin, trafîk zêde ye, otopark nîn e. Em ji Beşyolê heta vir hatine ev saetek e em li cihê parkkirinê digerin. Daxwaza me ew e ku otopark bên çêkirin, rêya hawirdorê bê çêkirin. Bila şaredarî ji bo welatiyên peyarêyan çêbike. Bi vî rengî bajar dixetime û qelebalixek zêde derdikeve holê.”   MA / Zeynep Durgut