Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze 2025-11-23 09:07:25 AMED - Welatiyên Sûrê, bertek nîşanî CHP'ê da ku nûnerên xwe neşanda Îmraliyê û gotin: "Sezgîn Tanrikulu divê nekeve nava kuçeyên Amedê.” Bertekên li hemberî biryara Partiya Gel a Komarê (CHP) ya neşandina endamên xwe ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê, berdewam dikin.   Gelê Amedê, berteka herî mezin li hemberî Parlamenterê CHP’ê yê Amedê û endamê Komîsyona Meclisê Sezgîn Tanrikul ê ku piştî biryara xwefesixkirina PKK’ê li Sûrê bi def û zirne govend gerandibû, nîşan dan.   Welatiyên li navçeya Sûrê a ku Sezgîn Tanrikûlû lê govend gerandibû, daxwaz kirin ku Tanrikulu gave neavêje kolanên Sûrê.   'CHP RÊ NE LI ÇARESERIYÊ LI DIJMINATIYÊ VEDIKE'    Berîtan Aksu diyar kir ku armanca CHP’ê ne çareserkirina Pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir ku CHP bi berdewamî bi rêya Pirsgirêka Kurd siyasetê dike û ev tişt got: “CHP rê li çareseriyê venake, rê li dijminatiyê vedike. Di çarçoveya pêvajoyê de dibêjin li Meclîsê piştgiriyê didin pêvajoyê, lê berevajî vê pêvajoyê sabote dikin. Ozgur Ozel ji aliyekî radibe silavê li Selahattin Demirtaş dike, roja din radibe dibêje 'em nikarin Selahattîn Demirtaş tevlî pêvajoyê bikin'. Ev tê wê wateyê ku polîtîkaya te ya qirkeririnê li ser Kurdan heye. Tu dixwazî bi rêya wan, hebûna xwe bidomînî û deng bigrî. Rexneyên min ên tund li ser kanalên nûçeyan jî hene. Ece Uner û Fatîh Portakal îdia dikin ku Pirsgirêka Kurd tune ye. Çawa Pirsgirêka Kurd tune ye?”   'DIVÊ SEZGÎN TANRIKULU NEKEVE NAVA KOLANÊN AMEDÊ'   Berîtan Aksuyê diyar kir ku Sezgîn Tanrikulu nikare nûnertiya Kurdan bike û wiha pê de çû: “Armanca te li vir ew e ku li ser gelê Kurd polîtîkayekê birêve bibî. Kesekî ku ji nav polîtîkayeke qirker hatiye, qet nikare nûnertiya gelê Kurd bike. Ez naxwazim tu parlamenterên CHP’ê li kolanên Amedê bigerin. Ji me re dibêjin ‘em li vir in, em li gel we ne’ lê di komîsyonê de dibêjin ‘em nikarin biçin Îmraliyê’. Ger tu nikarî biçî Îmraliyê; ev tenê sabotekirina pêvajoya çareseriyê ye. Em weke gelê Amedê dibêjin; Sezgîn Tanrikulu divê nekeve kolanên Amedê.”   Mûsa Katkat anî ziman ku CHP partiyeke “faşîst” e û sedema vê rewşa Kurdan CHP ye û got: “Dewlet Bahçelî jî erênî ye, lê CHP ji wî xerabtir e. Tanrikulu jî ne kesekî durust e. Heke durust bûya, îro dê di nava gelê xwe de bûya. Kesekî xwedî namûs êdî Tanrikulu li vir naxwaze. Şerm e ku li gel gelê xwe nasekine û li gel kesên ku li dijî gelê wî şer îlan dikin, disekine.”   'GEL SEZGÎN TANRIKULU NAXWAZE'   Muammer Yalçin jî diyar kir ku CHP dualî dilîze û got: “Ev rewş ji bo wê bûye intihar. Ji ber ku hemû welatî bi  aştiyê dixwazin, lê CHP li hemberî wan sekinî. CHP ji sosyal demokrasî derdikeve û ber bi nijadperestiyê ve diçe. Diviyabû Sezgîn Tanrikulu ji CHP’ê îstîfa bikira. Gel êdî Sezgîn Tanrikulu naxwaze.”   Mahmût Kamaç anî ziman ku CHP ji roja damezrandina komarê heta niha her car hewl daye ku xwe weke li gel Kurdan nîşan bide, lê berevajî vê CHP her tim li dijî Kurdan rawestiyaye.   ‘CHP DÊ BERSIVA XWE DI SINDOQAN DE BIGIRE’   Îbrahîm Karçak anî ziman ku biryara neçûna CHP'ê ji bo Îmraliyê, wan bêhêvî kiriye û ev tişt got: “Aştî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesî pêwîst e. Ji ber vê yekê CHP tişta ku layiqî wê ye nekiriye. Lê bila baş zanibin; 20-25 milyon Kurd hene, CHP dê bersiva vê di sindûqê de bigire. Dirûşma herî mezin a Sezgîn Tanrikulu aştî û biratî ye. Ger tu rê li ber aştî û xweşk û biratiyê venekî, pêşengiyê nekî, gelê Amedê çi bike?”   'TARIKULU GELÊ AMEDÊ FEDÎKAR DERXIST'   Nûrûllah Denîz got ku CHP 70 sal in nikare bibe desthilatdar û sedema vê yekê jî ew e ku nikarîbûye hişmedniya xwe biguherîne. Denîz têkildarî neçûna Îmraliyê rexne li Tanrikulu jî kir û got: “Bila gelê Amedê Tanrikulu baş nas bike. Sezgîn Tanrikulu tenê hewl dide gel bixapîne. Tu karê wî yê din tune. Siyaset ne tiştekî hêsan e. Ew niha nikare wê bike.”   Mûstafa Bîrcan diyar kir ku biryara neçûna CHP'ê ji bo Îmraliyê şaş e û got: “Min nedîtiye ku Sezgîn Tanrikulu ji bo gelê Amedê tiştek kiribe. Sezgîn Tanrikulu gelê Amedê fedîkar derxist.”   MA / Heval Onkol