ENQERE – Serokatiya Meclisê, gotinên ‘Dersim’ û ‘Komkujiya Dersimê’ ku di pêşniyazlêkolîna Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş de girtibûn, ‘qebe û giran’ dît.
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo derketina holê ya sedem û encamên Komkujiya Dersimê, pêşniyazlêkolînekê dabû Serokatiya Meclisê. Di bersivdayîna Serokatiya Meclisê de gotinên ‘Dersim’ û ‘Komkujiya Dersimê’ weke ‘qebe û giran’ hatin dîtin.