Bûldan: Ji bo ku em vî welatî birêve bibin tên

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di 4'emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe de axivî. Bûldan di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandin û wiha got: "Gotin 'kurd nikarin rêve bin û bibijêrin'. Lê çi dikin bila bikin; wê kurd xwe rêve binin û bibijêrin jî. Kurd wê tenê ne bajarên xwe, em ê êdî vî welatî rêve bibin û em tên ku rêve bibin. Gelê me li sêdarê, dema hat qirkkirin û di hovîtiya li zîndanan de serî netewand. Ji îro û şûnde jî em serî natewînin."

Kongerya Asayî ya 4'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coşeke mezin berdewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan derket ser dikê û axaftinek berfireh kir. 
 
Axaftina Pervîn Bûldan wiha ye:
 
"EM JI OCALAN RE SILAVÊN XWE DIŞÎNIN
 
We hêz da me. Ez we bi heskirin û rêzdarî silav dikim."
 
Ez Selahattîn Demîrtaş , Fîgen Yuksekdag , Sebahat Tuncel, Abdullah Zeydan û Selma Irmak, Îdrîs Baluken, Aysel Tugluk Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel, Gultan Kişanak, Nurhayat Altun, Selçûk Mizrakli, Bekîr Kaya û gelek kesên din ku di girtîgehê de ne silav dikim. Ji birêz Abdullah Ocalan re ku mîmarê HDP'ê ye ji vir silavên xwe dişînim."
 
Pervîn di berdewamiya axafitna xwe de ev tişt got: "îro li vir rêhevalên ciwan ên li ser şopa Denîzan, Mahîran, Mazluman, Kemalan, Mehmet Tunç, Leyla Qasim, Seyît Riza, Şêx Seîd, Pîr Sultan, Musa Anteran hene. Destanên berxwedanê yên Sakîne, Sêvê, Hevrîn Xelef ku ji bo azadiyê têkoşîn dan hene. Kevên ku HDP'ê nabînin bila li vê salonê bibêrin. Îradeya gelan li vir e.
 
SIBEROJEK DEMOKRATÎK BI HDP'Ê MIMKIN E
 
Em kongereya xwe di arîfeya ku wê li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê guhertin bên kirin pêk tînin. Em bi berxwedanê hatin. Gelek hevalên me rehîn hatin girtin lê em bûn bi milyonan. HDP bi hevkarên xwe xwedî hezeke mezin e. Ji ber wê nikarin têk bibin. Di hilbijartinan de gelek astengî derxistin pêşberî me. Me ew bendav hilweşandin û hatin. Me li dijî îktîdara yekparêz hem li qadan û hem jî li ser sindoqan têkoşîn da.
 
OCALAN DI HUCREYA 13 METREYÎ DE SEDSALÊ LI PÊŞ XIST 
 
Greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ji aliyê hevala me Leylav Guven ve hat destpêkirin mohra xwe li dîroka mirovahiyê da. Rêhevalên me yên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. AKP- MHP'ê xwestin bi îtîfaka bê çareseriyê xwestin pêşeroja Rojhilata Navîn di hucereyeke 13 metre kare de bifetisînin. Lê lidijî wê birêz Ocalan got 'Netenê gelê me, divê hem hemû gelên li herêmê di bin tava demokrasiyê de de biparêzin û ev di destê me de ye'.
 
EM TÊN KU WELAT BI RÊVE BIBIN 
 
Ji ber ku ji vê çareseriyê û îradeyê tirsiyan îktîdarê mase qûlipand. Di bedêla tîfaka gelan de li Rojhilata Navîn bi DAÎŞ'a ku JÎTEM'a Rojhilata navîne re û bi çetayan re tifaq çêkirin. Ev erdnîgariya ku di nav aştiyê de em dikarin lê bijîn veguherandin erdnîgariya mirinê. Gelên me bedelên giran dan. 38 şaredariyên me xesp kirin û diziya siyasî kirin. Gotrin 'Kurd nikarin bibijêrin û rêve bibin' Lê çi dikin bila bikin; Wê kurd bibijêrin jî û bajarên xwe jî rêve bibin. Em ê tenê ne bajaran vî weşatî rêve bibin û em tên ku rêve bibin."
 
VÎNA GELAN JI AKP'Ê MEZINTIR E 
 
Wê gelên me bahara demokrasyê bijîn. Deriyê Îmraliyê wê ji aştî û demokrasiyê re bê vekirin. Mutabakata Dolmabahçeyê rêya çareseriyê ya Tirkiyeyê ye .Heta ku em li çareseriyê bigerin û polîtîkayên ne çareseriyê yên AKP - MHP'ê bi ser nekin. Îradeya Gelan ji AKP'ê mezintir e."
 
GELÊ KURD BÊSITATÛBÛNÊ QEBÛL NAKE 
 
Wê ji axaf sûriyê bi carekê re derkevin û bi hilbijartina ku pêk bê re wê biçin .Qeyûmên wan ên diz jî wê bi AKP'ê re biçin. Li Tirkieyyê, Sûriye û li Rojhilata Navîn her tişt diguhere. Ev guhertin jî wê bi hêza demokrasiyê ya mezin Gelê kurd û gelê pê re yên demokrasî xwaz li cihê xwe rûnê. Gelê Kurd bê statubûnê qebûl nake."
 
WÊ SEKNA NETEWEYÎ BI SER BIKEVE 
 
Divê kurd di nava xwe de yekitiya xwe ava bikin, sekana parçe parçe na wê sekna neteweyî bi ser keve .Rizgariya Gelê Kurd bi yektiyê pêkan e. Wekî helbestmanê nemir dibêje, 'Kurdino bibin ye . Eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek'. Em jî dibêjin yektiya me hebûna me ye. Yektiya me azadiya me ye.
 
WÊ GELÊ KUD DI VÊ SEDSALÊ DE BI SERKEVE
 
Bawer bikin heke em yekitiya xwe ya dîrokî û prensîbî pêk bînin, wê hêza tu kesî têr neke ku gelê kurd bi pelçiqîne û tune bihesibîne. Wê ev yeke rê li ber çareseriya demokratîk û û aştiyane jî veke. Wê gelê kurd di vê sedsalê de qezenç bike û di heman demê de wê gelên Tirkiyeyê qezenc bikin. Wê gelê kurd di vê sedsalê de bê gel hev û aştiyê diyarî gelên Rojhilata Navîn bike. Ronahiya azadiya ku li Rojava berbelav dibe, dê Mehabad, Silêmanî, Amed; Bexda, Enqere û Helebê jî ronî bike.  
 
DERBEYA DI NAV DERBEYÊ DE
 
Li komara ku negihîştiye demokrasiye, serwerî ne di destê gel de ye; di destê desthilatên ku ji bilî berjewendiyên xwe tu tiştî nafikirin de ye. Li dijî heqîqetê derewan çikandine. Li dijî jiyanê mirinê çikandine. Li dijî ked û xweydanê kedxwariyê çikandin. Li dijî parvekirina adîlane dewlemendiya alîgiran û veqîriya gel çikandin. Li dijî nasname û baweriyan tekperestiyê çikandin. Li dijî hiqûqê neheqiyê çikandin. Asta ku hatinê; faşîzm e, derveyî hiqûqê ye. Mirov li kuçeyê tên revandin, tên îşkencekirin, li girtîgehan terkî mirinê tên kirin, siyasetmedar û muxalîf rehîn tên girtin. Vana li Roboskî, Pirsûs, Gara Enqereyê, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û Amedê li dijî gel sûc pêk anîn. Desthilata ku berpisyaran parast hevkarê van sûcan e û li cem gel bersûc e. Bi îlankirina Rewşa Awarte, derxistina KHK'an û rakirina destnedayînan re li dijî gel û muxalefeta demokratîk derbeya di nav derbeyê de pêk anîn. 
 
DI NAVBERA GEZÎ Û CIZÎRÊ DE TIFAQ HEYE
 
Dema mijar dibin kurd, muxalîf û demokrat; desthilat û rêxistinên derveyî hiqûqê hemû hêz tên gel hev û dibin yek dewlet. Lê vî tiştî nabînin. Li dijî wan tifaqa gelên bindest heye. Tifaqa Cizîr û Geziyê heye. Tifaqa Amed û Stenbol û Îzmîr û Colemêrgê heye. Tifaqa gelên Rojava û gelên Tirkiyeyê heye. Tifaqa Kizilirmak û Dîcleyê heye. Tifaqa Mûnzûr û Merîçê heye. Ji ber ku ji vê yekê ditirsin, hewl didin ku pergala xwe ya talaniyê bi bêhiqûqî û derewan li ser pêya bihêlin. Li vî aliyên sînor mirov ji ber xîzaniyê dawî li jiyana xwe tînin, li aliyê din ên sînor zarokên xîzanan di şer de jiyana xwe ji dest didin. Pergala ku van ji gel re rewa dibînin ev e: Bêkarî, birçîbûn, xîzanî û mirin e. Herkes dixwaze demildest ji vê taritiyê derkeve. Ji ber vê yekê em bi israr tifaqa demokrasiyê diparêzin, bi rêxistin dikin û mezin dikin. Tifaqa demokrasiyê tifaqa hemû gelên bindest û kesên ku guhertinê dixwazine. 
 
ZIMANÊ ME YÊ DAYIKÊ RÛMETA ME YE 
 
Bi kurd, tirk, elewî, sûnnî, ermenî, suryanî, êzidî, çerkes, roman, laz, pomak û ereban re tifaqa gelan e. Tifaqa kesên ku dixwazin zimanê xwe bi awayekî azad bi axivin û baweriya xwe bijîne. Zimanê me yê dayikê rûmet, dîrok, pêşeroja me ye. Ez ji vir vê bangê dikim: Bila herkes zimanê xwe yê dayikê li her qada jiyanê bi awayekî azad biaxive. Pirzimaniya me temînata demokrasiyê ye. 
 
BANGA TIFAQA DEMOKRASIYÊ
 
Ez ji vir; herkesê ku têkildarî demokrasî, edalet, aştiya civakî, pêkve jiyan, kedê gotineke wan heye û hemû partiyên derveyî desthilatê vedxwînim tifaqa demokrasiyê. Ev di heman demê de vexwendina demokrasî û lihevkirina demokratîk e. Piştevaniya me ya civakî, yekbûna me ya di êş û hezkirinê de û yekbûna me ya bi hedefa pêşeroja hevpar nîşana herî bi bingeh û civakî ya tifaqa demokrasiyê ye.
 
Werim em bi tifaqa demokrasiyê derî ji Tirkiyeya demokratîk re vekin. Em li şûna rêveberiya yek kesî ku li ser navê herkesî biryar dide, rê li ber pergala demokratîk a parlamenteriyê ku rêveberiya wê ya xwecihê ya demokratîk hatiye xurtkirin, vekin. Em li şûna edaleta serdestan edaleta mazlûman pêk bînin. Aştiya xwe ya civakî pêk bînin. Dawî li pergala dizî û xîzaniyê bînin û edaleta civakî pêk bînin. Tev bi hev re Destûra Bingehîn a Demokratîk peymaneke civakî çibikin. Destûra Bingehîn a gel tenê dikare bi Meclisa Damezrîner ku vîna gel lê tê temsîlkirin pêk were. Weke sala 1920'an em Mecliseke Damezrîner ava bikin û serdemeke nû bidine destpêkirin. 
 
FAŞÎZM JI JINAN DITIRSE 
 
Jinên hevrêyên min ên hêja; Em li welat û dinyayê pêşengiya azadî û demokrasiyÂe dikin. Em bi têkoşîna xwe ya hevpar bi hêz in, bi hêvî ne û em ji her demê bêtir bi biyardar in. Yên 18 sal in îqtîdarê di destên xwe de dihêlin, bi dijminahiya jinan derbasî rûpelên dîrokê bûn. Her roj jin tên qetilkirin û tundî li wan tê kirin. Ev îqtîdar koletiyê li ser jinan ferz dike. Rejîma koletiyê ye. Îqtîdara zilam û dewleta zilam li ser pergala tune hesibandina jinan ava kirine. Bi vê mexsedê jinan û destkeftiyên jinan û pergala hevserokatiya me kirine armanca xwe. Jinên me yên siyasetmedar tên binçavkirin û girtin û dixwazin me bitirsînin û siyasetê bê jin bihêlin. Çimkî faşîzm ji jinan ditirse. Ji hişmendiya heqîqet, têkoşîna wekhev û hêza guhertina jinan ditirsin. 
 
NE SEROKATΠHEVSEROKATΠ
 
Em ê yek jin jî kêm nebin. Em ê terka meydan û kolanan nekin. Ne li derve ne li zîndanan em ê dest ji siyaseta demokratîk bernedin û jê gav paş de navêjin. Em ê neskinin. Me gotibû hevserokatî xeta ma ya mor e û wê xeta me be. Em jin her ku bibin yek em ê mezin bibin û wan dabeş bikin. Her ku em mezin bûn ew lawaz bûn. Her ku em jin bi pêşve biçin wê îqtîdara wan a zilman li paş bimîne. Em jin wê bi hêz werin û wê yên li ser îqtîdarê jî yek bi yek biçin. 
 
EM Ê QANÛNA BINGEHÎN A JINAN AVA BIKIN 
 
Wê sekin ji bo me tune be. Em ê teqez îqtîdara demokratîkbûn a jinan pêk bînin. Em jin bi hêza HDP’ê bi serkeftî bûn û em ê serkeftinên mezin bînin. Em ê Qanûna Bingehîn a jinan ava bikin. Yên ku jinan mehkûmî tarîtiyê dikin bila viya baş bizanibin, wê têkoşîna me di sedsala 21’emîn de bibe têkoşîn û serkeftina sedsala jinan.
 
AKP WÊ ÊDÎ BIBE MIJARA DÎROKÊ 
 
Em li ber guhertinek mezin in. Em ê hemû bi hev re ji vê îqtîdara ku welat kurmî kiriye xelas bibin. Divê tu kes nekve nava bêhêviyê û reşbîniyê. Em pêl bi pêl mezin dibin û tên. Ew jî piço piço diçin. Wê dawî li ranta wan were. Wê cihê wan çûnê ne qesr bin wê bibin cihê wan qesrê edaletê ku lê hesab bidin be. Êdî 18 sal wê ne ya AKP’ê be wê 18 sal bibe mijara dîrokê. 
 
Ji bo em guhertinê bi dest bixin em ê bi hêvî û biryardarî bimeşin. Em ê bi guhertinê vê pergalê biguherînin. Me li herêmî dest bi armanc û rêgezên xwe kiriye û em ê bi awayê herî bi hêz bi rêxistin bikin. Em ê di qalikên xwe yên heyî yên siyasî û rêxistinkirî de nemînin û em ê zemînên nû yên têkoşînê ava bikin û bi pêş ve bibin. Em ê tifaq3en xwe mezintir bikin. Em ê her aliyên ku ji aliyê sîstemê ve tên redkirin di bin konê HDP’ê de bicivînin. Wê HDP mezin û fireh bibe û wê bibe navenda siyaseta demokratîk. Em ê li wir jî bibin kirdeya avakar a îqtîdara demokratîk.
 
EM Ê BI DESTÊ HER KESÎ BIGIRIN 
 
Em ê di rêya wan kesên ku gotin bi qasî oxira mirinê em ên hezkirî ne de bimeşin. Em ê bi vê hişmendiyê têbikoşin. Li ku bindestek û yên tune hatibin hesibandin hebin, em ê jî li wir bin. Li ku karkerek, kedkarek, ên heqê wan hatibe dizîn hebin em ê li wir bin û bibin dengê wan. Em ê xwe bigihînin her deverê. Em ê bi destê her kesî bigirin. Ji Egeyê heta Behra Reş, ji Anatoliya Navîn heta Behra Spî em ê li her deverê bibin bayê guhertinê. Em ê HDP’ê veguherînin wêrekiya bi milyonan. Ciwanên hêja; me bi ciwanê dest pê kir em ê bi  ciwanî bi ser bikevin. Wê jinên hêja bihara demokrasiyê bînin vî welatî. Gelê me yê hêja kedkarê têkoşîna azadiyê ye. Em ê hemû bi hev re guhertinê bi dest bixin. Em ê welatek azad, adilane û demokratîk ku kes lê birçî nemîne, kes lê feqîr û birçî nemîne, kes lê dawî li jiyana xwe neyne, jinek lê neyê kuştin, kes ji ber ramanê xwe lê neyê girtin, dayikek lê negirî ava hemû bi hev re ava bikin. 
 
Em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Wê demokrasî û aştî bi ser bikeve. Bi van hêvî û bendewariyan ez hêvîdarim dê kongreya me bi wesîleya pêkanîna aştî, azadAî û demorkasiyê. Ez ji niha ve ji rêveberiya me ya nû re serkeftinê dixwazim. Ez ji hemû rêveber, endam û xebatkarên di du salan de bi me re xebitîn spasiyê xwe pêşkêş dikim. Ez li ser navê partiya xwe we hemûyan silav dikim. Serkeftin ya me ye. Ez carek din we bi rêzdarî silav dikim. Xizir alîkarê me hemûyan be.” 
 
Piştî axaftina Bûldan, name û peyamên ji bo kongreyê hatibûn şandin hatin xwendin.