Sancar: Di şerde xizan winda dikin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer û girîngiya siyaseta demokartîk û aştiyê. Sancar, anî ziman ku di şer de xizan winda dikin û wiha got: "Xizan di şer de hem zarokên xwe û hem jî nanê xwe winda dikin. Em ê di siyaseta demokartîk û têkoşîna aştiyê de israr bikin. Werin em bi hevre tevgerek mezin a aştiyê ava bikin. 

HDP'ê piştî di 23'ê Sibatê de 4'emin Kongreya xwe pêk anî yekem civîna koma HDP'ê li meclîsê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, piştî hat hilbijartin yekem civina HDP'ê li dar xist. Sancar, di koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser şerê li Idlibê, koçberên li ser sînor, polîtîkayên hikûmetê û têkoşîna HDP'ê ya ji bo siyaseta demokratîk û aştiyê.  Sancar, anî ziman ku yê ev emanet dane wî xwedî têkoşînek xurt û bi hêz in û wiha got: "Bedelên giran dane û ev têkoşîn heta îro anîne. Min bi vê zanebûnê ev peyvira bi rûmet bi serbilindî dewir girt."
 
Sancar, bal kişand ser girtina Hevserokê HDP'ê yê berê Sehahattîn Demîrtaş û wiha got: "Zêdeyî 3 salin dîl hatiye girtin. Bi minasebeta darbeya 2'ê Adarê ez dixwazim silavên xwe li vir ji Selahattin re bişînim. Selahattin li zaningehê xwendekarê min bû. Piştre bû hevalê min. Piştre bû hevrêyê min. Ez dîsa spasiyên xwe ji Sezai Temellî re dişînim. Birêz Sezai Temellî bi kedek mezin xebitî. Di demên zor de barê giran da ser milê xwe. Ez ji dil slavên xwe jêre dişînim." 
 
DARBEYA 2'Ê ADARÊ
 
Sancar, têkildarî salvegera rakirina destnedana parlamenterên DEP'ê ya di 2'ê Adara 1992'an de wiha axivî: "Di sala 1994'an de darbeyeke siyasî pêk hat. Wê demê hevalên me yên DEP'î bi lez û bez ji meclisê girtin û kirin girtîgehê. Ji wê demê li dijî partiyên me yên di vê rêyê de êrîşên dijwar pêk hatin. Ev tecrubeyeke jiyanê ye. Em silavên xwe ji hevalên xwe yên ku emanetê li me bi bedelan xwe nexşandin re dişînin. Silav û hezkirinên me li rêhevalên me û hişyariyên me jî li kesên ku vê zihniyetê bi rê ve dibine. Kesên ku vî darbeya siyasî pêk anîn, îro li ser sergoyê dîrokê ne. Kesên li dû wan hatin jî heman rêbazî ceribandin lê bi ser neketin. Desthilata heyî jî ji vê bi hêvî ye."
 
'EM DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR DIKIN'
 
Daxuniyên Sancar wiha ne: "Xelasiya me ne rehetkirina vê desthilatê ye, xelasbûna ji vê desthilatê tenê bi têkoşînê dibe. Em tu demê bi kîn û nefretê bi bîr naynin. Kîn û nefreta me li dijî kesî tuneye, tenê hişyariyên me yên dostane û mafê me hene. Ji 2'ê Adarê heta kongreya me ya dawîn em tenê li ser piya nemane, di heman demê de zêde û mezin bûne û meşa xwe berdewam dikin. Lewre em hêviyê didin jiyîn. Em bi hêza ku gel dide me hêvîbûna xwe ya ji bo welat bidomînin. Heta ku gelê me piştgirî bide me û ji me bawer bike, em ê jî vê hêviyê mezin bikin. Bila desthilat jî û dost jî zanibin ku em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin.
 
'SIYAET JI BO ME ÎŞLÊKÊ JI AGIR E'   
 
Di sala 1994'an de jî heman biryardarî hebû. Ji ber ku em di siyaseta demokratîk de israr dikin, me serê xwe dananî û meşa xwe berdewam kir. Siyaset ji bo me ne daxwaz e, gotin di cih de be îşlêkê ji agir e. Em bi serbilindî vî îşlêkî li xwe dikin. Bi destûra gelê xwe em ji bo anîna demokrasî û aştî hildigirin ser xwe. Hevalên me tên girtin û dîl dikevin lê bi hezaran kesên ku piştre tên bajar bi bajar, navçe bi navçe, tax bi tax rêxistinbûnê berdewam dikin. Bila herkes bibîne ku ev tê çi wateyê. Bila kesên li Rojhilata Navîn biryaran digirin û gel vê yekê baş bibînin. Wateya vê berxwedana me israra siyaseta demokratîk û  çareseriya demokratîk e. Ji ber vê yekê em ewqas bi hêz, biryar û bawerî dimeşin. 
 
ÇARESERIYA AŞTIYANE DI HEDEF ME DE YE 
 
Dîsa gefan dixwin û behsa lîstûk û manewreyên cuda dikin. Lê emê guh nedan vana. Em cardin bangî gelên Tirkiyeyê dikin. Ji bo vî welatî HDP hêvî û şenseke mezine. Ji ber ku HDP li dijî hemû şer û tundiyan siyaseta demokratîk bi rêve dibe û çareseriya demokratîk diparêze. Rêya me siyaseta demoratîk e, hedefa me jî çareseriya aştiyane ye. Dema em behsa çareseriyê dikin, bê guman dest pêkê qala çareseriya pirsgirêka kurd dikin. Dema ku em banga aştiyê bi pirsgirêka kurd dikin, hinek kef vê banga me cuda dinirxînin. Yek tenê mûxatabê me heye. Ew jî civake. Em ji tu kesî re nabêjin ku werin maseyê danan û em rûnin. Em behsa tifaqa civakî, tifaqa demokratîk dikin.”
 
BANGA TIFAQA DEMOKRATÎK
 
Werin em bi hevre tifaqa demokratîk ava bikin û rêgezên xwe yên bingehîn bi hevre diyar bikin. Werin em muzakereya nirxên bingehîn bikin û ji bo welat rêyekê nû ava bikin. Me tu carî ev yek veşartî nekir. Banga me aşkereye û helwesta me jî zelale. Hemû kesên ku demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin, bil ali dora rêgezên bingehîn kom bibin û bên gel hev. Em ji vê yekê re amadene. Werin em li hev bicivin û ji vê rewşê re bêjin êdî bese.
 
IDLIB
 
Berî 4 rojan li Idibê, di êrîşekê de, 36 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Agahiya mirinan dewam dike. Her mirovekê jiyana xwe ji dest dide, parçeyekê ji dilê me qût dike. Em dibêjin ku xwedî rehma xwe li wan bike. Ew êş di dilê me deye. Divê em bi dengekê bilind bêjin ku ji şer re na. Ji kerema xwe re bila kes guh ne de gef û şantajên heyî. Ger îro em bêdeng bimînin, em ê hîna gelek bedelên mezintir bidin. Welatî îro pirs dikin, gelo ‘çi karê me li Sûriyeyê heye.’Niha hinek beşan dest bi hewldanên nû kirin. Ev hewl dan bang dike. Em li bendêne ku dengên wiha zêdetir bibin. Em xwe weke parçeyekê van dengan dibînin. Emê hemû bi hev re bimeşin. Em ê di nava hemû kesên ji şer re dibêjin ‘na’ de cih bigirin. Di nava her meşê de mê cihê xwe bigirin. Hemû hevalên me û hemû teşkîlata me ji xwe vî dengî derdixin. Em amadene ku vî dengî bi hemû kesan re bilindtir bikin.”
 
 
‘EW DERFETA ME YA AVAKIRINA TEVGERA AŞTIYÊ HEYE’ 
 
Sancar polîtîkayên şer ên îqtîdarê rexne kir û wiha pêde çû: “Em dizanin dema şer dest pê bike yên ewil mexdûr dibin feqîr in. Hem zarokên xwe hem jî keda xwe winda dikin. Çimkî ev şer wê ji cihekî werin fînansekirin. Her bombeyek tê avêtin, her gule tê avêtin û her balafira radibe xwedî bihayek zêde ye. Dema em li mehek dawî dinêrin tiştên neyînî yên aborî ku diqewimin divê hûn bi baldarî bibînin. Dema hûn li berîk û mitbexa xwe dinêrin her tişt li ber çavan e. Ev şer ewil li we û li me dide. Ji ber vê yekê divê em kedkar, jin û ciwan bi hêz ji şer re bêjin na. Em dibêjin ku derfetek me yê herî baş û bi hêz em aştiya Rojhilata Navîn pêk bînin heye. Em li vir bang li hemû gelên Rojhilata Navîn ku şer wan tengav kiriye û bûne mexdûrên şer dikin. Werin em hemû bi hev re yekîtî, bêyî ferqa sînoran bê kirin, bêyî ferqa baweriyê were kirin, em li tu sînoran guhdar nekin tevgera aştiyê ava bikin. Werin em tevgerek aştiyê ya herî bi qewet ava bikin.
 
HEKE EM NEYÊN GEL HEV… 
 
Em li Rohilata Navîn parêzvanên aştî û wekheviyê ne. Em wekheviya navbera gelan wek şertê biratiyê dibînin. Em wisa bi hêz in ku dikarin hemû şerên barbarî û baronên wê rawestînin. Dema em şer rawestînin em ê bi hêz bibin. Em bang dikin; werin em dest bidin destê hev û aştî û demorkasiyê li Rojhilata Navîn bikin dengek hevpar. Heke em dest nedin hev wê ev tifaqên heyî, bazariya xwe ya şer dewam bikin. Em dibêjin di bingeha hemû tifaqan de berjwendî û şer heye. Sibê roj jî wê di bin navê îmarkirina van bajarên hatine xerabekirin de wê çavkaniyên wir talan bikin. Ji ber vê yekê mirovên Rojhilatên Navîn ên hêja, rewşenbîr, birayên me yên ji her netewî û baweriyê, bi baldarî liv ê bangê guhdar bikin û guh bidin vê bangê.
 
WÊ XEWA ÎQTÎDARAN BIREVE 
 
Mafê her gelekî ye ku mafên wî werin nasîn. Em rê nîşanî îqtîdaran nedin werin em rê nîşanî mafan bidin. Em ne li cem îqtîdaran, li cem gelan cih bigirin. Em di nava wan de bin û di nav wan de bimeşin. Wê demê em dikarin aştiyê bînin Rojhilata Navîn. Dema em aştiyê pêk bînin wê xewa îqtîdaran bireve. Wê hêvî bêtir xurt bibin û rûyê însanan bikene. Werin em vê erdnîgariyê ji erdnîgariya miriyan û kuştiyan derxin. Hin kes behsa şerên sedsalan dikin. Em ê jî berevajî vê bêwestan qala aştiyê bikin. Em ê ji bo aştî, demokrasî û edaletê têbikoşin. Em ê destûr nedin şerên wan.
 
KRÎZA PENABERAN KRÎZA MIROVATIYÊ YE 
 
Wê erdnîgariya Rojhilata Navîn, Mezopotamya, Anatoliya bibe erdnîgariya aştî û biratiyê. Wê heta hetayê ev têkoşîna me bidome. Yên ku herî zêde bûne mexdûrên şer penaber in. Qey mirov dibêje penaberan şer derxistiye û niha wan kirine amûra destê xwe û hemû fatûreyê bi wan didin razandin. Krîza penaberan krîza mirovatiyê ye. Her êrişa li dijî penaberan êrişa li dijî mirovatiyê ye. Di vê mijarê de em neçarin tevgerek gel a bi hêz bihonînin. Penaber bûne mijara bazarê. Nav û cihê çareseriyê û navê hêviyê ji bo penaberan aştî ye. 
 
LI HER DEVERÊ AŞTΠ
 
Em dibêjin li Rojhilata Navîn aştî û li welat aştî. Pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin. Heta ku şer pêk were û aştî pêk neyê wê li ser vê axê êş hebe û hêsir bibarin.