STENBOL - Akademîsyen Alî Ekber Dogan, destnîşan kir ku wê di pêşerojê de kapîtalîzm bibe sedema feleketên hîn mezintir û bal kişand ser divêtiya têkiliyeke nû ya li ser asasê "mirov-xweza"yê. Dogan got, ji bo vê yekê gava sereke û girîng şoreşeke çandî ye.
Piştî şewba vîrûsa coronayê (Covîd-1) li seranserê cîhanê belav bû, texrîbatên ku pergala kapîtalîst dibe sedema wan xuyangtir bûn. Hîndekarê Beşa Zanistên Civakiyî û Siyasiyî ya Fakulteya Felsefeyê ya Zanîngeha Siegen a Almanyayê Dr. Alî Ekber Dogan, ev yek nirxand û îşaret bi têkiliyeke nû ya li ser asasê "mirov-xweza"yê kir.
TÊKILIYA DI NAVBERA XERAKIRINA EKOLOJIYÊ Û ŞEWBA COVÎD-19'Ê DE
Dogan, ji bo têkiliya di navbera rûxandina ekoljîk a ji ber kapîtalîzmê çêbûye û şewba Covîd-19'yê de bilêv kir ku têkiliyeke yekser di navbera wan de heye û got, li cîhanê piraniya mirovan hay ji vê hene. Dogan, bilêv kir ku beriya şewbê jî piraniya civakan kêm zêde dizanibûn sedema germa zêde, sedema şewatan, lehî, bager, ziwabûn, çolbûyîn hwd. kapîtalîzm e û got, tevgerên ekolojîk ên li dijî vê yekê derketine holê jî veguherîne dînamîkeke civakiyî û muxalefetî û di vî warî de partiyên hawirdorparêz bêtir derketine pêş. Dogan, destnîşan kir ku lê belê serîhildanên li dijî awayê heyî yê kapîtalîzmê yanî li dijî neolîberalîzma global tenê di warê xitimandina rewşa civakiyî û aborî de pêk hatine û ji bo vê jî wekî mînak îşaret bi serîhildanên li Şîlî, Lubnan, Iraq hwd. kir.
Lê belê Dogan diyar kir ku di vê pêvajoyê de çendî ku ji ber neolîberalîzmê betalî, bihabûn û xizanîbûn zêde bûbe jî, derdorên dûrî van pirsgirêkan jî bi israr siyasetmedarên rastgir-lumpen hilbijartine, bi taybetî jî di pênc salên dawî de. Ji bo vê jî mînakên bi vî rengî da; di hilbijartina li Brezîlyayê de hilbijartina Jaîr Bolsonaro; di hilbijartina DYA'yê de hilbijartina Trûmp; di hilbijartina Îngîltereyê de hilbijartina Borîs Johnson; di hilbijartina Tirkiyeyê de hilbijartina Recep Tayyîp Erdogan...
Dogan, anî ziman ku çendî ku kapîtalîzma neolîberal zirareke mezin bide xweza, jin û bindestan û texrîbatên mezin çêbike jî hin derdor bi ezperestî tev digere û di vê modela heyî de israr dike.
Dogan ji bo berbelavbûna şewbê bal kişand ser awayê bajarîbûnê jî û ji bo vê got: "Bajarîbîbûyîn jî bereke kapîtalîzma neolîberal e. 40 sal in ev polîtîkayeke sereke ya neolîberalîzmê ye."
WÊ GUHERÎNEKE POLÎTÎK ÇÊBIBE
Dogan, destnîşan kir ku kapîtalîzma neolîberal niha jî xwe bi bajarîbûyîneke rojgêranî (gerstêrkî) ku bi metrepolîbûyîneke qadên çolterî û bajariyî serobino dike ji nû ve hildiberîne û got: "Bi taybetî jî li welatên BRIC ( Brezîlya, Rûsya, Hîndîstan, Çîn) ku ev piştî 1990 û 200'î wekî piyaseyên nû derketin holê, pêleke dêwasa ya metrepolbûyînê pêk hat."
Dogan, diyar kir ku bi vê yek re qadên çolterî kêm bûne, mirov tabiî bajaran hatin kirin, ji bo bajaran heywan, nebat û dewlemendiyên binerdî yên xwezayê di cihekî biûk de hatine asêkirin. Dogan, destnîşan kir ku ji ber ku diyardeya bajarîbûyîna rojgêraniyî bi metrepolbûyîneke dêwasa pêk hat mirovahî bi vê şewbê re rû bi rû maye û bal kişand ser xirabbûna çerxa xwenûkirinê ya xwezayê û bi çandiniya endustriyelî û sewalvaniyê talankirina qadên jiyanê yên xwezayî.
Dogan got: "Lê belê dixwazim bin vê xalê îşaret bikim; piraniya dewlet û mirovan bi vê yekê dizanin. Lê dîsa jî bi zanebûyînê jiyana koletiyî, vî awayê hilberîn û mezaxêrî yê kujende tercîh dikin."
Dogan, anî ziman ku piştî şewbê wê li seranserê cîhanê guherîneke polîtîk çêbibe û got: "Em dibînin wê di kurtedemekê de guherîneke çawa çêbibe. Yanî kontrola civakiyî ya dewletan zêde bûye. Bi awayekî di pêvajoya xelekên metayî yên kûrewî yanî tiştên li cihekî tên hilberandin veguhastina wan a ji bo cihekî û gerana malên erzan de li seranserê cîhanê qutbûyîneke berbiçav heye. Wisa xuyaye wê ev jî bi xwe re hevsengiyên nû, reqabet û pevçûnên nû bîne."
Her wiha Dogan, diyar kir ku wisa xuyaye bi vê re wê li seranserê cîhanê bi awayekî kurtedemî pêvajoye antî-demokratîk jî rû bide.
GELO RIZGARBÛNA JI VÊ RÛXANDINA EKOLOJÎK PÊKAN E?
Dogan, destnîşan kir ku rizgarbûyîna ji vê texrîbata ekolojîk ya ku pergala kapîtalîst çêkiriye pêkan e û got: "Ji bo vê jî divê em li gor feraseteke cuda û nû tev bigerin. Yanî heya niha awayê civakîbûyînê yê di nav şaristaniya kapîtalîst de li ser asasê kedxwarî û serweriyê hatiye avakirin. Lê belê alternatîfên li dijî vê jî pir ne dûrî vê ferasetê bûn. Texrîbateke neolîberalî heye ku ji salên 1980'yî heya niha didome. Ev rewş di nav xwe de derdorên muxalif jî kir kesayetiyên neolîberal. Hem di nav kesên vê pergalê diparêzin de hem jî di nav kesên muxalif de çandeke xwarina tiştên baş, çûyna derên baş hwd. çêkir. Divê em vê bidin ber lêpirsînbûyînê."
'PÊDIVÎ BI ŞORELEKE ÇANDÎ HEYE'
Dogan, destnîşan kir ku pêvajoya li pêş wê bi xwe re rûxandinên ekolojîk bîne û got: "Lewma divê em çarçoveya xwe ya tişta em ji jiyaneke nû fêm dikin li ser asasê têkiliya 'mirov-xwezayê' ava bikin û pêş ve bibin. Pêdivî bi şoreşeke çandî û şoreşeke beraqilane ya ku feraseta 'her tişt mafê me ye, divê em tiştên hîn baştir bixwin, biçin deverine hîn dûrtir' ji holê rabike heye. Wê xweza, atmosfera cîhanê û avhewa vê nûbûyînê bêtir li me ferz bike. Gava ev ferzbûyîn pêk bê pêre pêre em jî divê xwe nû bikin. Heger em karibin xwe nû bikin, wê çaxê em ê karibin vê pêvajoyê hêdî bikin û berevajî bikin."
Herî dawî Dogan got: "Heger em karibin li ser asasê civakîbûyînê modeleke nû pêş ve bixin û mirovên dadikevin kuçeyan li dor wê kom bikin em ê karibin rizgar bibin."
MA / Ferhat Çelîk