MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive 2025-03-19 11:13:01 AMED - Piştî operasyona binçavkirinê ya li dijî Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû, DEM Partiyê biryar da ku li Amedê bicive.  Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî operasyona binçavkirinê ya li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, biryar da ku li Amedê bicive. Buroya Ragihandinê ya DEM Partiyê da zanîn ku MYK’a DEM Partiyê îro saet di 18.00’ê de dê bi serokatiya Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li Amedê bicive.