WAN - Halîde Turkoglu, beşdarî panela bi sernava "Em avakirina aştiya civakî bi pêşengiya jinan gotûbêj dikin" bû û got: "Ji ber vê yekê divê em li her derê ku em lê ne, israra xwe ya ji bo aştiyê û israra xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bidomînin."
Li Wanê, rêveberên kampanyaya "Ji bo Jiyan û Jîyandinê Em Xwe Rêxistin Dikin" di çarçoveya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinan a 25’ê Mijdarê de panelek bi navê "Em Avakirina Aştiya Civakî bi Pêşengiya Jinan Gotûbêj Dikin" li dar xist. Panela ku li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Wanê hate lidarxistin, ji aliyê Meryema Aslan a ji Komeleya Jinan a Starê ve hate rêvebirin. Wekî axivêr, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û Aynur Saruca ji Akademiya Jineolojiyê beşdarî panelê bûn.
Halîde Turkoglu bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de hatibû destpêkirin, û ev tişt anî ziman: "Di vê pêvajoyê de gelek tişt hene ku em hemî dikarin bikin.. Yek ji mijarên din ên aştiya civakî jî çapemenî ye. Em bi jinên rojnamevan re hatin cem hev û me gotûbêj kir ka wê rojnamegeriya aştiyê çawa be. Di qonaxa ku em îro hatine de, em gotûbêj dikin ka çawa divê hemû beşên civakê di aştiya civakî de cih bigirin. Pêwîst e siyaseteke demokratîk di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîze. Di vê pêvajoyê de, bi komîsyona ku hat avakirin re, nêzîkî 150 sazî hatin guhdarîkirin. Her çend desthilatdariyê li wir behsa 'Tirkiyeyeke Bê Teror’ kir jî, li şûna vê gotinê di nav komîsyonê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate gotûbêjkirin. Pêwîst e ev ziman jî biguhere. Demokratîzekirina vî welatî bi çareseriya pirsgirêka Kurd re derbas dibe. Wekî ku birêz Ocalan jî anî ziman, pêvajo li ser sê têgehên bingehîn pêş dikeve: civaka demokratîk, aştî û entegrasyona demokratîk. Ji ber vê yekê divê siyaseta cudakeriyê biguhere.
'ISRARA JINAN A JI BO AŞTIYÊ DÊ BIDOME'
Yên ku li dijî pêvajoyê ne, li şûna ku çareseriyek ji pirsgirêka herî bingehîn a vî welatî re peyda bikin, siyaseta hamasetê dikin. Yanî li dijî AKP'êbûn û li dijî pêvajoyêbûn wekî hev dibînin. Di nav sîstema serdestiya mêr de, yên ku herî zêde siyaseta hamasetê dikin, mêr in. Hemû tecrubeyên cîhanê nîşanî me dan ku aştî tiştekî ku bi hêsanî tê avakirin nîn e. Dema ku jin di avakirina aştiya civakî de bibin kirde pirsgirêk zûtir tê çareserkirin. Jin xwedî wê jêhatîbûnê ne ku di aştiya civakî de çi çawa be dizane. Garantorê aştiya civakî têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan e. Lê yên ku herî zêde axaftinên wan hatin qutkirin jî jin bûn, dayik bûn. Ji ber vê yekê têkoşîneke demdirêj li benda me ye. Ji ber vê yekê divê em li her derê ku em lê ne, israra xwe ya ji bo aştiyê û israra xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bidomînin. Tê payîn ku Komîsyon bi rezdar Ocalan re hevdîtinê bike û piştre pêşnûmeyên zagonan bên parlamenê. Ya yekem zagonên entegrasyona demokratîk in. Ev ji bo demokratîzekirina dewletê girîng e. Gelek rewş hene ku pêwîstî bi rêkûpêkkirinê heye, wekî zagona înfazê, polîtîkayên qeyûman, mafê zimanê zikmakî, hemwelatîbûna wekhev."
BALKIŞANDINA SER KUJERÊ KASTÎK
Aynur Sarica got ku jin tevî zîhniyeta kujer a kastîk, di her qada jiyanê de têkoşîna hebûnê didin, û wiha berdewam kir: "Çima em jin, kirde û qasidên aştiyê ne? Ji ber ku em qala êrîşeke giran a li ser jiyaneke dayiksalariyê, ya siyaseta tineker a hişmendiya kujer a kastîk a hişmendiya serdest dikin. Em rastî hişmendiyeke mêr-serdest hatine ku ji bo avakirina jiyana xwe, laşê jinê, kedê û destkeftiyên wê dike armanc; hewl dide hebûna xwe li ser tinebûna jinê ava bike. Em qala hişekî dikin ku jinê wekî xelat dibîne û di demên şer de jî jinan wekî amûrekê bikar tîne ji bo zêdekirina rêjeyên zayînê an jî sêwirandina civakê."
PARADÎGMAYA OCALAN PARADÎGMAYA JINÊ YE
Aynur Sarica diyar kir ku jin bi paradîgmaya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, xwe di her qada jiyanê de ji nû ve rêxistin dike, û ev tişt anî ziman: "Jin ji ber jiyana ku bi keda xwe ava kiriye, ji ber zarokên ku mezin kiriye û ji ber jiyana jinê ku bi hişekî demokratîk û ekolojîk, tê êrîşkirin. Di salên 90’an de em bi koçberî û xizaniyê, bi encamên giran ên ku hişê dewletê afirandî re rû bi rû man. Dayikên Şemiyê ji bo zarokên xwe têkoşîn kirin. Bi salên 2000'î re, hebûna jinê berbiçavtir bû; pergala hevserokatiyê û xebatên jin da navendê de bûn yên ku Birêz Ocalan danî pêşiya me di vê serdemê de pêş ketin. Dema ku ketin pêvajoya 2014’an, jîngeheke muzakereyê çêbû; lêbelê, bi xirabûna pêvajoyê re, hişê serdest dîsa yekem car destkeftiyên jinan kir hedef. Em her dem rastî polîtîkayek hatin ku hewl da jinê bide windakirin."
Zanista Jinê Jineolojî ya ku rêzdar Abdullah Ocalan li dijî vê têgihîştinê pêş xist, ku jinê ji civakê qut dike û wê ji cihê ku divê lê be dûr dixe, rêyeke nû ji me re vedike."
Panel piştî pirs û bersivan bidawî bu.
