* Şêniyên herêmê yên ku li hemberî talankirina xwezayê 11 roj in li Newala Havaçorê "Nobeda xweza û jiyanê" berdewam dikin, banga xwedîderketina li xwezayê kirin.
* Askerî Yildirim ê ku di êrişa 5'ê Hezîranê ya li Amedê de birîndar bûbû, diyar kir ku tevî 11 sal di ser re derbas bûne jî daxwazên wan ên edaletê bi cih nehatine û pirsî: “Li qada ku nedihiştin hesteyek jî têkevê, bombe çawa têxistinê?” û banga aşkerekirina kujeran kir.
* Nico Smit ê ku ji bo naskirina çanda Kurdan ji Almanyayê hatiye Colemêrgê, got: "Çanda, ziman û muzîka Kurdan li gorî raboriyê bêtir xuyaye."
* Piştî ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê mijara “Mafê hêviyê” neanî rojeva civîna ku dê bi welatên endam re çêbike, Kurdistaniyên li Ewropayê biryara mitîngeke mezin dan. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, beriya mitîngê diyar kir ku divê Kurd zexta li ser welatên endam zêde bikin.
* Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç diyar kir ku gotin û pratîkên rayedarên dewletê yên têkildarî pêvajoyê nakok in û got: "Gotin heye lê di pratîkê de gav tune ne. Sedema xitimandinê ev e, ev xetimîn jî pêvajoyê dixe xetereyê."
* Li Gimgimê nobeda konan a ku li dijî projeya JES’ê hatî destpêkirin berdewam dike. (12.00-21.00)
* Li Şirnex, Mêrdîn û Wanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê darvekirinên li Îran û li Rojhilat bê protestokirin. (14.00-17.00)
* Egîtîm Sen li dijî polîtîkayên perwerdeyê dê li pêşberî Wezareta Perwerdehiyê daxuyanî bide. (16.30)
* Meclisên Jinan a HDK’ê dê bi dirûşma “Parastina cewherî dide jiyîn” li Rêxistina DEM Partiyê ya Şîleyê civîna jinan pêk bîne. (17.00)