‘Dawiya pîşeyê hat, ev min pir xemgîn dike'

Parve bike:
AMED - Mehmet Necat Ozdogan ku diyar kir wî jiyana xwe ji bo pîşeya zînkeriyê terxan kiriye, got: "Min ev pîşe fêrî gelek kesan kir, lê piştî demekê ew dev ji fêrbûnê berdidin. Daawiya pîşeyê hat û ev yek min pir xemgîn dike."
 
Zînkerî (seracî) pîşeya hilberandina çerm e; li gorî vedîtinên arkeolojîk, hilberandina çerm bo kelûpelan bi kêmî ve 7 hezar sal berê ye. Heta berî çend salan, li Amedê ku lê xwedîkirina heywanan û jiyana gundan pir belav bû, ev pîşe li Bajarê Kevin ê dîrokî pir populer bû. Ji ber bajarvaniyê û hilberên ku di kargehê de tên çêkirin, ev pîşe ku bi nifşan hatiye kirin, ber bi qedandinê ve diçe. Niha, hejmara kesên ku vê pîşeyê dikin pir kêm in. 
 
Yek ji wan kesên ku li navçeya dîrokî ya Sûrê vê pîşeyê didomînin Mehmet Necat Ozdogan e ku ji 7 saliya xwe ve pîşeyê ku ji bav û kalê xwe fêr bûye dike. Ozdoğan behsa pîşeyê zînkeriyê kir û got: "Ji ber ku berhemên fabrîqeyê li her derê belav dibin, pîşeyê zînkeriyê jî ber bi windabûnê ve diçe."
 
Ozdogan anî ziman ku karkerên zînkeriyê di demên çandiniya heywanan a giran de mijûl bûn û got: "Em çermê xwe diguherînin. Em kemerên ku mirov dikarin li xwe bikin jî çêdikin. Lê bi piranî em pêdiviyên heywanan çêdikin. Di salên dawî de, ji ber kêmbûna sewalvaniyê û zehmetiya perwerdekirina şagirtan, pîşeyê me gihîştiye asta qedandinê. Ew hewl didin ku me û tiştên ku em çêdikin bi berhemên fabrîqeyê biguherînin."
 
Ozdogn ku bi salan e di dikana xwe de vê pîşeyê dike, zînên hespan, kulfên çekan, lûkên hespan, toqên kûçikan û kemerên curbicur çêdike, got: "Xelk demeke dirêj e ji min dixwazin ku ez van celeb berheman xemilînim. Ez piraniya berhemên ku ez çêdikim bi morîk û karên têlan xemilînim. Carinan ez kemerên ku jin li ser cilên xwe yên herêmî li xwe dikin jî çêdikim. Carinan jin ji min re dibêjin ka ez çawa wan xemilînim û carinan jî ez wan li gorî şêwaza xwe xemilînim û difiroşim."
 
Ozdogan diyar kir ku wî jiyana xwe ji bo vê pîşeyê terxan kiriye û got: "Min ev pîşe fêrî gelek kesan kir, lê piştî demekê ew dev jê berdidin û dev ji fêrbûnê berdidin. Dawiya pîşeyê hatiye û ev yek min pir xemgîn dike."