Îran dê girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên din bike 2026-03-04 16:19:14 WAN - Piştî êrişên li ser Îranê, rejîmê biryar da ku girtiyên li Girtîgeha Evînê têne ragirtin veguhezîne girtîgehên Tehranê ya Mezinî û Qûmê.    Êrişên Amerîka-Îsraîl yên li ser Îranê ku di 28’ê Sibatê destpê kirin û bi bersivdana Îranê re li qadekî berfireh belav bûn. Bîlançoya mirovî û madî giran dibe. Şer bandora xwe li girtîgehan jî kiriye. Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê têkildarî rewşa dawî ya girtiyên li girtîgeha Evînê agahiyan belav kir. Hate ragihandin ku rejîma Îranê biryar daye ku girtiyên li Girtîgeha Evînê ji bo girtîgehên Tehranê ya Mezinî û Qumê veguhezîne,  lê girtî li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan dane û ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hatine îşkencekirin.   Sala borî jî di 24’ê Hezîranê de Girtîgeha Evînê di dema şerê navbera Îsraîl û Îranê ya 12 rojî de, ji aliyê Îsraîlê ve hate bombebarankirin. Di encama êrişê de 71 kesan jiyana xwe ji dest dan û girtiyên siyasî ji bo girtîgeha mezin a Tehranê û girtîgeha Qerçekê hatibûn şandin.