Îranê derî girt bi sedan wesayît asê man 2026-03-04 16:36:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Îranê deriyên sînor girt, bi hezaran wesayîtên li deriyên Başmaxê asê man.   Duh Îranê biryarnameyek ragihand ku hinardekirina hemû cureyên xurek û kelûpelên çandiniyê qedexe kiriye û bêyî Basmaxê hemû deriyên sînor ji tîcaretê re girtî ye. Hate ragihandin ku ji ber girtina deriyên sînor, bi sedan wesayît li Deriyê Başmaxê yê di navbera Îran û Herêma Federe ya Kurdistanê de, asê mane.