Rapora êrişan a HRANA’yê: 183 jê zarok bi giştî hezar û 114 sivîl hatin kuştin 2026-03-05 13:22:22 NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê, ragihand ku di êrişên Îsraîl-DYA’yê yên li dijî Îranê de 183 jê zarok bi giştî hezar û 114 sivîl hatine qetilkirin.    Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA) tekildarî êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê û encamên wê yên 24 saetên borî parve kir.    HRANA’yê, da zanîn ku di nava 24 saetan de Amerîka û Îsraîlê li dijî 51 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supaya Pasdaran, balafirxaneyên leşkerî û navendên polîsan ên li 23 parêzgehên rojhilatê Kurdistan û Îranê bi giştî 117 êriş pêk anîne.    Her wiha hatiye diyarkirin di encama êrişan de li rojhilatê Kurdistan û Îranê 31 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 25 sivîl jî birîndar bûne. Hate gotin ku sivîl li bajarên Tehran, Kirmaşan, Urmiye, Belucistan, Îsfehan, Elborz, Îlam û Tewrêzê hatine qetilkirin.   Li gor heman agahiyan, ew ji bo piştrastkirina kuştin û birîndarbûna 926 kesan lêkolînê dikin.   Her wiha hate destnîşankirin ku ji destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê ve, li rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 114 sivîl hatine kuştin ku ji wan 183 jê zarok in.