Rapora êrişan a HRANA’yê: 183 jê zarok bi giştî hezar û 114 sivîl hatin kuştin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê, ragihand ku di êrişên Îsraîl-DYA’yê yên li dijî Îranê de 183 jê zarok bi giştî hezar û 114 sivîl hatine qetilkirin. 

 
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA) tekildarî êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê û encamên wê yên 24 saetên borî parve kir. 
 
HRANA’yê, da zanîn ku di nava 24 saetan de Amerîka û Îsraîlê li dijî 51 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supaya Pasdaran, balafirxaneyên leşkerî û navendên polîsan ên li 23 parêzgehên rojhilatê Kurdistan û Îranê bi giştî 117 êriş pêk anîne. 
 
Her wiha hatiye diyarkirin di encama êrişan de li rojhilatê Kurdistan û Îranê 31 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 25 sivîl jî birîndar bûne. Hate gotin ku sivîl li bajarên Tehran, Kirmaşan, Urmiye, Belucistan, Îsfehan, Elborz, Îlam û Tewrêzê hatine qetilkirin.
 
Li gor heman agahiyan, ew ji bo piştrastkirina kuştin û birîndarbûna 926 kesan lêkolînê dikin.
 
Her wiha hate destnîşankirin ku ji destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê ve, li rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 114 sivîl hatine kuştin ku ji wan 183 jê zarok in. 
 
Nûçeyên Têkildar
Trump: Naxwazim agirbestê bikim
Trump: Naxwazim agirbestê bikim

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku Îran serûbin kirine û got: “Naxwazim agirbestê bikim.”

Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin
Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin

Di encama êrişa DYA-Îsraîlê ya li dijî noqteyee li bajarê Tebrîzê de ji hêza milîsan (besîc) ên rejîma Îranê 13 jê hatin kuştin.

Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn
Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn

Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan diyar kir ku êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê dê ji bo gelê Îranê aştî û demokrasiyê neynin û got: “Ji bo gelê Îranê çareserî ne destwerdana DYA’yê ye, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk rêya sêyemîn dikare bibe alternatîf.”

Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin
Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin

Di êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Rojhilat de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 20 rojan de herî kêm hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye
Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye

Îranê, ragihand ku 3 kes bi îdiaya “Sîxurtiya Îsraîl û DYA’yê” darve kiriye.