‘Êrişa li ser girtiyan, dê aştiyê neyîne Tirkiyeyê'

Parve bike:

ŞIRNEX - Sidîka Erden, dayika girtiyê nexweş Fikret Erden ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Kirikkaleyê, li hember êriş û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê bertek nîşan da û got: "Êrişên li ser girtiyan dê aştiyê neynin Tirkiyeyê."

 
Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Kirikkaleyê berdewam dikin. Di hevdîtina bi rêya telefonê ya heftane ya bi malbata xwe re, girtiyê nexweş Fîkret Erden binpêkirinên mafên mirovan ên ku girtî pê re rû bi rû dimînin vegot. Erden diyar kir ku gardiyan bi awayekî keyfî li girtiyan dixin û hewl didin ku hincetan çêbikin da ku êrişî wan bikin.
 
Erden ku ragıhand dema hevditına bı röya telefonö ü dema werzişö dı heman saetö de ye û got: "Ew me neçar dikin ku an ji bo werzîşê an jî ji bo telefonan derkevin. Em dixwazin piştî werzîşê ji bo telefonan derkevin. Ew di vî warî de ji me re zehmetiyan çêdikin. Wan odeyên hevalên min, ji bo em bi hev r eneaxivin, birine cihên dûr. Mafê axaftinê heye û her çend ev dem ji bo girtiyên siyasî yên bi nêrînên cuda 8 demjimêr be jî, em nikarin ji vî mafî sûd werbigirin. Du karmendên bi navê Yasemîn û Osman bi berdewamî hewl didin ku provokasyonê bikin. Ew ji bo vê yekê dixebitin. Em bawer dikin ku ev her du kes bi zanebûn hatine vir. Armanc ew e ku hincetek ji bo êrişkirina girtiyan were afirandin."
 
Sidîka Erden, dayika Erden, bi bîr xist ku kurê wê piştî girtina wî di pevçûnekê de di sala 2018'an de, bi wesayîteke zirxî pêl wî hatiye kirine û bi giranî birîndar bûye. Sidîka Erdenê got: "Kurê min ku gelek hestiyên wî şikestî bûn, platîn xistin milê wî yê rastê. Ji sala 2018'an vir ve di girtîgehê de ye. Ew nikare bi tena serê xwe hewcedariyên xwe bicîh bîne. Ew rastî gelek êriş û îşkenceyê tê. Ew jixwe girtî ne. Ev kiryar hewl didin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têk bibin. Kurê min jixwe seqet e, lê ew wî nabin nexweşxaneyê. Di xwarina ku didin girtiyan de kurm û kêzik hene. Kelûpelên derbasbûyî di kantînê de tên firotin. Kurê min gelek caran ji min re behsa vê yekê kir."
 
‘EM HER TIM DIBÊJIN AŞTÎ'
 
Sidîka Erdenê diyar kir ku bi birina girtiyan a bajarên dûrî malbatên wan tên cezakirin û got: "Ji bo ku em wî nebînin, ew birin Kirikkaleyê. Em jî heman cezayê dikişînin. Divê her kes ji bo vê yekê hesas be. Bes e. Her cure êriş li dijî girtiyan berdewam dikin. Çima ev êriş di dema pêvajoyê de tên kirin? Divê dewlet me nexapîne. Ger aştî tê xwestin, divê li gorî wê tedbîr werin girtin. Ew me dikujin û em hîn jî dibêjin 'aştî'. Ew zarokên me îşkence dikin û em hîn jî dibêjin 'aştî'. Em bi şev û roj dibêjin 'aştî', lê hîn jî gavek nehatiye avêtin. Divê dewlet bi awayekî rastgo tevbigere û li gorî wê gavan bavêje."
 
‘DIVÊ RÊBERÊ ME SERBEST BÊ BERDAN'
 
Sîdîka Erdenê destnîşan kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê misogerkirin ew ê baweriya xwe bi dewletê neynin û got: "Pêşî divê rêberê me, paşê hemû girtiyên siyasî werin berdan. Tenê wê demê em dikarin ji bo biratiyê destên xwe bidin hev. Ev pêvajo bi xapandinê nikare berdewam bike. Êrişên li ser girtiyan dê aştiyê neynin Tirkiyeyê. Em van êrişên li ser zarokên xwe qebûl nakin. Heta ku ew li hundur bin, em ê li malê rûnenin. Em ê şev û roj bixebitin da ku bibin dengê wan. Divê gavên bilez werin avêtin."
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
Nûçeyên Têkildar
Jiyana girtiyê nexweş Fevzî Aslan di xetereyê de ye!
Jiyana girtiyê nexweş Fevzî Aslan di xetereyê de ye!

Mahmut Aslan, birayê girtiyê nexweş Fevzî Aslan got: "Bijîşk dibêjin 'eger ew demildest neyê emeliyatkirin û dermankirin, ew ê jiyana xwe ji dest bide.' Ger dewlet bixwaze niyeta xwe ya baş nîşan bide, divê der barê girtiyên nexweş de gavan bavêje."

Girtiyên kameraya li qawîşê girtin bêyî lêpirsînê xistin hucreyê
Girtiyên kameraya li qawîşê girtin bêyî lêpirsînê xistin hucreyê

Naîm Emînoglû ku miwekîlên wî li Girtîgeha Marmarayê li dijî zext û îşkenceyê di greva birçîbûnê ya bêdem de ne, diyar kir ku girtiyên kameraya li qawîşê girtin bêyî lêpirsînê xistine hucreyê û got: “Serlêdana me ya ji bo Wezareta Dadê nehat bersivandin û wezaret van binpêkirinan paşguh dike.”

Girtiyê nexweş ê ku leşkeran lêxist birin cem 'bijîşkê leşkerî'
Girtiyê nexweş ê ku leşkeran lêxist birin cem 'bijîşkê leşkerî'

Girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Îzmîrê ku ji bo muayeneyê sewqî nexweşxaneyê hat kirin, leşkeran êrişî wî kir. Her wiga gava Fîlîz ji bo raporê çû nexweşxaneyê jî, ew birin cem bijîşkê leşkerî û rapora derbkirinê nedan wî.

Girtiya êşa zirav lê peyda bûye nayê dermankirin
Girtiya êşa zirav lê peyda bûye nayê dermankirin

Hat ragihandin ku Jiyan Alpsar a di Girtîgeha Tîpa T ya Wanê de, ji girtiyeke bi nexweşîna êşa zirav ya bêyî bê dermankirin ew ji karantînayê anîne qawîşê nexweşîn girt, ji ber ku wî lêgerîna li hundirê dev û muayeneya bi kelemce qebûl nekiriye, nehatiye dermankirin.

Berdana girtiya nexweş Pinar Tîkîtê cara duyem hat taloqkirin
Berdana girtiya nexweş Pinar Tîkîtê cara duyem hat taloqkirin

Berdana girtiya nexweş Pinar Tîkît a ku di Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê de, cara duyem hat taloqkirin.