Li Hindistanê 111 kesan ji ber barîn û bahozan jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek herêmên Eyaleta Uttar Pradeşê ya Hindistanê ji ber barînên zêde û bahozan 111 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 
Li gelek herêmên Eyaleta Uttar Pradeşê ya Hindistanê ji ber barînên zêde û bahozan, ceyran hatin birîn û trafîk xitimî. 
 
Ji ber rewşa nebaş a hewayî, stûnên ceyranê wergeriyan, dar ji rih ve derketin û zirareke mezin gihişt mal û wesayîtan. Di heman demê de, ji ber bager û bahoza tozê 111 kesan jiyana xwe ji dest dan û 72 kes jî birîndar bûn.