Şandeya Koma Çep a Yekgirtî (UEL) ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê ji bo hevdîtinên li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, "mafê wî yê hêviyê" û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam, hat Enqereyê.
Cîgirê Serokê Koma UEL ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê û Senatorê Fransî yê ji Koma Seri Natewînin Emmanuel Fernandes, Hevserokê Çepa Yekbûyî ya Ewropayê (UEL) ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê George Loucaides û Parlamenterê Qibrisî yê AKEL'ê George Loucaides û Serokê Rûmetê yê Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê Tiny Kox ku di nav şandeya ji bo bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a serî li Wezareta Dadê dan de cih girtin, der barê armanca serdana xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
'GER AŞTÎ ÇÊBIBE DIBE KU TIRKIYE BIBE MODEL'
Emmanuel Fernandes diyar kir ku ew ji bo piştgiriya gelê Kurd û pêvajoya aştiyê ya berdewam hatine Enqereyê.
Fernandes, bal kişand ser pêwîstiya çareseriyeke aştiyane û siyasî ji bo pirsgirêka Kurd û got: "Ger ev pêvajo bi ser bikeve, Tirkiye dikare ji bo demokrasiyê bibe modelek. Ne tenê ji bo herêmê, di heman demê de ji bo Ewropa, Asya û belkî jî ji bo cîhanê jî. Em destpêkirina vê pêvajoyê bi awayekî erênî dibînin, ji ber ku ew ê bihêle ku Tirkiye bigihîje asteke ku tê de hiqûqa sivîl û mafên mirovan rêz lê were girtin."
TECRÎDA ÎMRALIYÊ
Fernandes behsa bandora navneteweyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û destnîşan kir ku derketina holê ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî pêşketineke pir erênî ye. Fernandes di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan hatine ferzkirin û got: "Rastiya ku Abdullah Ocalan demeke dirêj e di tecrîdê de ye nîşan dide ku Tirkiye erkên xwe yên di bin Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de bi cih nayne."
ÇARESERIYA SIYASÎ
Fernandes bal kişand ser girîngiya biryarên DMME'yê û diyar kir ku divê Tirkiye tavilê wan bicîh bîne. Fernandes ku got "Em dixwazin gavên berbiçav bibînin ne tenê gotin, bal kişand ser pêwîstiya ku Parlamento biryarekê li ser pêvajoyê bide. Fernandes got: "Ji ber ku mesele êdî ne li ser şerê bi çekan e, lê li ser dîtina çareseriyek siyasî ye. Hemû gelên li seranserê welêt êşên mezin kişandine. Niha, divê pêvajoya çareseriya siyasî li ber parlamentoyê pêşketinê nîşan bide û ev pêşketin divê baştirkirina rewşa birêz Öcalan jî di nav xwe de bigire."
AZADIYA ABDULLAH OCALAN
Fernandes diyar kir ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê gaveke girîng a ber bi demokrasiyê ve nîşan bide û got: "Çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd tenê bi beşdariya tam a birêz Ocalan mimkun e. Divê em hemû gavan ber bi azadiya tam a birêz Ocalan ve bavêjin."
LOUCAIDES: EM PÊVAJOYÊ DIŞOPÎNIN
George Loucaides diyar kir ku ew ji destpêkê ve pêvajoyê dişopînin. Wî destnîşan kir ku ew ne tenê wekî komeke çepgir, di heman demê de wekî Meclisa Parlamenteran jî pêvajoyê dipejirînin û piştgirî didin wê û got: "Em vê pêvajoyê ne tenê wekî komekê, di heman demê de wekî Meclisa Parlamenteran jî dipejirînin û piştgirî didin wê. Ji ber vê yekê, ev pêvajo dê bibe beşek ji pêvajoya çavdêriyê ya Tirkiyeyê û xebata hevraportorên berpirsiyar ên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê, em li bendê ne ku hevraportorên berpirsiyar ên Tirkiyeyê werin Tirkiyeyê, pêşketinên der barê pêvajoya aştiyê de bişopînin û li gorî wê piştgirî bidin."
DIVÊ GAV HER KESÎ DI NAV XWE DE BIGIRIN
Loucaides, her wiha diyar kir ku ev pêvajo dê ji bo tevahiya welêt û herêmê perspektîfeke nû bîne û got: "Em bawer dikin ku Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de aktorekî girîng e. Ji ber vê yekê, divê mafên birêz Ocalan li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin parastin. Wekî din, heke lihevkirinek çêbibe, ev pêvajo divê her kesî ji binî heya jor bigire nav xwe. Bi Abdullah Ocalan dest pê bike; divê hemû endamên PKK'ê, her kesê di girtîgehê de an jî yên ku ji ber rewşa siyasî bi salan e li sirgûnê ne, bigire nav xwe."
KOX: BIRÊZ OCALAN SERMUZAKEREVAN E
Tiny Kox jî got: "Birêz Ocalan bi fiîlî sermuzakerevanê pêvajoya aştî û demokrasiyê ye. Divê Tirkiye biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê qebûl bike ku divê her kesê di girtîgehê de 'mafê hêviyê' hebe. Tenê wê demê rewşa kesên di girtîgehê de dikare were baştirkirin. Wekî din, ev daxwaz divê ji bo birêz Ocalan jî derbasdar be. Ger em dixwazin ev pêvajoya aştî û demokrasiyê berdewam bike, em hewceyê beşdariya birêz Ocalan in."
Kox her wiha diyar kir ku wan ev peyama der barê "mafê hêviyê" û rewşa Abdullah Ocalan de di têkiliyên xwe yên bi partiyên siyasî re ragihandine.
MA / Denîz Karabudak