AMED - Sibel Kaya û Gaffar Eser du ciwanên ku beşdarî forûma li Amed'ê bûn, bal kişandin ser rola ciwanan di avakirina aştiya civakî de û diyar kirin ku ciwan dînamîka bingehîn a guhertin û veguherînê ne.
"Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê" ya li Amedê hat lidarxistin, bi çalakiyên curbicur bi dawî bû. Sibel Kaya û Gaffar Eser, beşdarên komxebata bi navê "Rola Ciwanan di Siyaseta Demokratîk de li ser Rêya Avakirina Aştiyê" ku nîqaşên heyî û siyasî yên di nav ciwanan de nîqaş kir, diyar kirin ku ciwan ne tenê pêşerojê, di heman demê de îradeya guhertinê jî temsîl dikin.
Sibel Kayayê bi bîr xist ku pergal hewl dide ciwanan bêhêz bike û got ku ciwan rastiyeke civakî ye ku qalibên heyî dide ber lêpirsînê. Sîbel Kayayê got: "Ciwan tên pasîfîzekirin û hewl tê dayîn ku ew bêhêz bibin. Lêbelê, ciwan diyardeyek e ku bi qalibên rabirdûyê mezin nabe, lê rabirdûyê dide ber lêpirsînê. Ew hêzeke dînamîk e ku dikare çalakvaniya xwe û sosyolojiya xwe biafirîne."
Sibel Kayayê bilêv kir ku jin û ciwan hilgirên herî bihêz ên aştiya civakî ne ku tevna civakî ya civakê temsîl dikin. Sîbel Kayayê got: "Hem jin û hem jî ciwan civakbûnê temsîl dikin. Ew xwedî potansiyela hestkirina empatî û edaletê ne û vê yekê vediguherînin çalakiyê. Pergal pêşî hewl dide ku jin û ciwanan tepeser bike, bi vî awayî qadên ku ew dikarin xwe lê îfade bikin ji holê radike."
Sibel Kayayê diyar kir ku ciwan hêza bingehîn e ku dê pêşerojê ava bike, anî ziman ku ciwan xwedî perspektîfeke hêvîdartir li ser aştiya civakî ne. Sibel Kayayê got: "Ciwantî di esasê xwe de rewşeke enerjiyê ye. Ew li ser kanalîzekirina vê enerjiyê ber bi pêşerojê ve ye bi lêpirsîna rabirdûyê. Tiştê ku em jê re dibêjin pêşeroj ciwanî ye. Perspektîfa ciwanan li ser aştiya civakî ji beşên din ên civakê cuda ye û hêvîdartir e."
Sibel Kayayê destnîşan kir ku xala herî girîng ku di nîqaşên wan ên dawî de bi ciwanan re derket holê veguherîn û xwehêzkirin bûye û got: "Wekî ciwanek, ez bawer dikim ku rêya bersivdayîna pêvajoyê bi xweperwerdekirin û veguherînê ye. Pergala kapîtalîst herî zêde jin û ciwanan hedef digire. Ji ber vê yekê, rolên me di aştiya civakî de pirtir xuya dibin."
‘DIVÊ GIRÎNGÎ BI RAMANÊN CIWANAN BÊ DAYÎn'
Sîbel Kayayê diyar kir ku cihên ciwanan ji bo xweîfadekirinê tên tengkirin û got ku divê ciwan di siyaseta demokratîk de xwedî hebûneke xurttir bin. Sîbel Kayayê got: "Îro, ciwan ji platformên ku dikarin xwe lê îfade bikin bêpar mane. Li hember pergalek ku azadiya îfadeyê paşguh dike, pêdivî bi ciwanan heye ku karibin ramanên xwe di her warî de biparêzin." Sîbel Kayayê diyar kir ku civakîbûn tê wateya yekîtî û hevgirtinê û got ku hêviya ku ciwan didin der, xwestekên civakî eşkere dike.
Gaffar Eser diyar kir ku ciwan cihê hêviyeke mezin in, lê ev hêvî divê veguhere encameke rêxistinkirî. Eser got: "Ciwan hêviyeke mezin didin der, lê ev hêvî divê veguhere encamekê. Hêviya yekalî di dawiyê de dikare bibe sedema bêhêvîtî û pasîfbûnê."
Eser destnîşan kir ku pêwîstî bi nirxandina ramanên ciwanan heye û wiha domand: "Îro, rastiyeke ciwanan heye ku tên tepeserkirin, tecrîdkirin û jixwedûrketin. Ger em karibin vê yekê analîz bikin, divê em li dijî wê helwestekê jî pêş bixin."