Şaredariyên Amedê ketin nava tevgerê: Kargehên di parkan de dê bêne veguherandin DOSYA

Parve bike:

AMED - Li Amedê piraniya kargehên di parkan de an wekî qehwexaneyên okeyê têne bikaranîn an jî xizmetên li dijî peymanê didin. Şaredarî ketin tevgerê da ku kargehên ku qeyûman bê îhale pêşkêşî kesan kirine, veguherînin tesîsên civakî.

Li Amedê, li gel avahîsaziya li Baxçeyên Hevselê û Pira Dehderî, kargehên di park û baxçeyan de jî xizmetên li dervayî armanca xwe didin. Bi dehan kargehên (kafeterya, bufe, hêwana dawetê, xwaringeh...) di park û baxçeyan de, ji aliyê kes û şîrketên taybet ve têne birêvebirin. Piraniya wan di dema qeyûman de bêyî îhale, ji bo 10 salan hatine kirêkirin. Hejmara kargehên ku bi îhaleyê hatine girtin, pir kêm in.
 
Piraniya kargehan li dijî xalên protokol û peymanên bi şaredariyan re hatine îmzekirin têne xebitandin. Bi taybetî li navçeya Rezanê kargeh veguherîne qehwexaneyên okeyê. Di dema Huseyîn Beyoglû de (yê ku ji aliyê YSK’ê ve wekî şaredar hatibû tayînkirin), kafe û bufeyên nû bi bihayên pir kêm hatine pêşkêşkirin.
 
Li seranserê bajêr, hejmara bufe û kafeyên ku bi demê re qada xwe fireh kirine jî pir zêde ye.
 
Der barê parkan de agahiyên hatine bidestxistin wiha ne:
 
ŞAREDARIYA REZANÊ
 
72 park û qadên hêşîn hene. Di 6 parkan de 12 kargeh hene, herwiha di 3 parkan de jî 3 bufe hene ku wekî ecrimîsil (heqê dagirkeriyê) berdewam dikin.
 
* Parka Ersîn Tatar: Kafeya li vir, di 23’yê Tebaxa 2022’yan de bêyî îhale ji bo 10 salan dane Rojda Odabaşi. Kirêya wê ya mehane 13 hezar û 32 TL ye. Pêvajoya hiqûqî ya ji bo valakirinê berdewam dike.
 
* Parka Ersîn Tatar: Avahiya 70 metrekare ya nîvco, di 1’ê Kanûna 2022’yan de bê îhale ji bo 10 salan hate kirêkirin. Bihayê kirê 7 hezar û 384 TL ye. Pêvajoya hiqûqî berdewam dike.
 
* Parka Ersîn Tatar: Avahiya 35 metrekare ya nîvco, di 1’ê Kanûna 2022’yan de bê îhale ji bo 10 salan hate kirêkirin. Kirêya mehane 11 hezar û 76 TL ye. Pêvajoya hiqûqî berdewam dike.
 
* Mîllet Bahçesî: Kafe di 23’yê Cotmeha 2023’yan de bêyî îhale ji bo 10 salan hate kirêkirin. Kirêya mehane 21 hezar û 34 TL ye. Pêvajoya hiqûqî berdewam dike.
 
* Parka Rihan: Sîpan Kafe di 15’ê Gulana 2020’an de bi îhaleyê ji bo 6 salan bi 23 hezar û 657 TL (mehane) hate kirêkirin.
 
 
* Parka Leyla Qasim: Kafe di 15’ê Gulana 2020’an de ji bo 6 salan bi 11 hezar û 607 TL (mehane) hate kirêkirin.
 
* Parka MTA: Peymana Avedîk (Berff) Kafe di 15’ê Gulana 2020’an de ji bo 10 salan hate dirêjkirin. Kirêya mehane 20 hezar û 45 TL ye.
 
* Parka Goletlî: Peymana Andok Kafe di 15’ê Cotmeha 2019’an de ji bo 10 salan hate dirêjkirin. Biryara rawestandina peymanê hate dayîn. Pêvajoya valakirinê dest pê kir.
 
* Parka Goletlî: Peymana Rossa Kafe di 15’ê Cotmeha 2019’an de ji bo 10 salan hate dirêjkirin. Kirêya wê 20 hezar û 789 TL ye.
 
* Parka Goletlî: Peymana Bajar Kafe di 15’ê Cotmeha 2019’an de ji bo 10 salan hat dirêjkirin. Kirêya wê 19 hezar û 776 TL ye.
 
* Parka G0letlî: Peymana Ada Kafe di 15’ê Cotmeha 2019’an de ji bo 10 salan hate dirêjkirin. Kirêya wê 28 hezar û 887 TL ye.
 
* Parka Goletlî: Peymana Raperîn Kafe di 15’ê Cotmeha 2019’an de ji bo 10 salan hate dirêjkirin. Kirêya wê 13 hezar û 52 TL ye.
 
ŞAREDARIYA YENÎŞEHÎRÊ
 
27 park û baxçe hene. Kargehên di hinek parkan de di dema qeyûm de ji bo Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr hatine veqetandin. Pêvajoyên darazê berdewam dikin. Navenda Çanda Ciwanan a Aliye Îzzet Begovîç jî dewrî Diyanetê hate kirin.
 
* Parka Prof. Azîz Sancar: Kargeh wekî Kursa Quranê tê bikaranîn. (Dema qeyûm)
 
* Parka Turgut Ozal: Kargeh wekî Kursa Quranê tê bikaranîn. (Dema qeyûm)
 
* Parka Ebû Alî El Cezarî: Kargeh wekî Kursa Quranê tê bikaranîn. (Dema qeyûm). Bufe vala ye.
 
* Parka Nureddîn Mahmûd Zengî: Kargeh wekî Kursa Quranê tê bikaranîn. (Dema qeyûm). Bufe vala ye.
 
* Parka Hamîdiye: Kargeh wekî Kursa Quranê tê bikaranîn. (Dema qeyûm)
 
* Parka Kirmizi: Bufe vala ye.
 
* Parka Rizvanaga: Bufe vala ye.
 
* Kültür Park: Bufe di 9’ê Sibata 2023’yan de ji bo 10 salan ji aliyê Gurbet Akin ve hate kirêkirin.
 
* Parka Avahiya Xizmetê ya Şaredariyê: Navenda Jiyana Bêasteng di destê qaymeqamtiyê de ye. Doz bi leha şaredariyê bi encam bû.
 
* Parka Ahî Evran: Navenda Jiyana Bêasteng, Hanim Evî Mîllet Kiraathanesî, Îkîncî Bahar Mîllet Kiraathanesî û Pirtûkxane di destê qaymeqamtiyê de ne. Bufe vala ye. Doz bi leha şaredariyê bi encam bû.
 
* Nev Bahçe: Di 11’ê Nîsana 2023’yan de 3 bufe ji bo 3 salan, 3 bufe û xwaringehek jî ji bo 10 salan ji aliyê Bulent Topkaya ve hatin kirêkirin. Tesîsa Hilberîna Berhemên Şîr, ji bo 10 salan dan Kooperatîfa Hanimelî ya Yenîşehîrê.
 
Koru Park: Bîlgî Evî di destê qaymeqamtiyê de ye. Doz bi leha şaredariyê bi encam bû.
 
Gazî Koşk: Di 25’ê Hezîrana 2024’an de 3 bufe, otopark û Hêwana Dawetê ji bo 10 salan ji aliyê EXPERT Bîlgîsayar ve hate kirêkirin.
 
* Lavanta Bahçesî: Kafeterya, di 15’ê Adara 2023’yan de ji bo 10 salan ji aliyê Husamettîn Akcan ve hate kirêkirin.
 
SÛR
 
Bi taxên li gundewarên Sûrê bi giştî 103 qadên parkan hene. 2 ji van qadên parkan wekî avahiyên şaredariyê têne bikaranîn. Di parkan de tu kargeh nîn in.
 
ŞAREDARIYA PEYASÊ 
 
Di 91 parkan de 7 kargeh hene.
 
Ekîn Park: Ji sala 2017’an ve ji bo 25 salan ji Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) re hat veqetandin. Armanca bikaranînê wekî "çalakiyên perwerdehî û çandî" hat diyarkirin. Bufe niha bi awayekî fiîlî ji aliyê kesekî ve tê xebitandin. Rexmê biryara dadgehê nehate valakirin. Ji ber doza ku aliyê din vekiriye, doz berdewam dike.
 
* Parka Zeynel Durmuş: Di sala 2008’an de bufeya 9 metrekare dan Mehmet Guzel. Salên destpêkê bi navê "dagirkeriya demkî" heq dan şaredariyê. Piştî wê bufe hat rakirin û bêyî agahiya şaredariyê avahiyekê nû ya 40 metrekareyî hat çêkirin. Tu peyman an protokolekî fermî nîn e.
 
* Parka Rojava: Bufe bi biryara meclisa şaredariyê ya sala 2024’an hate avakirin. Der barê bikaranîna bufeyê de tu kirêkirin, veqetandin an jî îhale pêk nehatine. Hate tespîtkirin ku bufe bêyî destûr tê xebitandin û lêpirsîna fermî hat destpêkirin.
 
* Parka Medya: Bufe tê nûkirin.
 
* Parka Ahmed Arîf: Bufe zêdetirî 10 sal in di destê Sebahat Begîkê de ye. Ji sala 2021’ê ve tu kirê nedaye şaredariyê. Tu protokol an peyman nîn e.
 
* Spor Park: Ji bo avahiya ku di rewşekî xirab de bû pêvajoya nûkirinê hate destpêkirin. Avahî dê dewrî Peyas A.Ş. bê kirin.
 
KARGEH DÊ VEGUHERIN ÇI?
 
Şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, ji bo veguherandina kargehên navborî ketin tevgerê. Şaredarî, ji bo paşvegirtina cihên ku li dervayî armanca xwe têne bikaranîn, dê bikevin nav hewldanan. Herwiha, der barê van cihan de dê pêvajoyên hiqûqî bidin destpêkirin.
 
Şaredarî, bi rêya komîsyonên ku ava kirine, dê bi xwediyên kargehan re jî bikevin nava têkiliyê. Ji bo ku tu mexdûriyet çênebe, dê hewldan bên nîşandan.
 
 
 
Cîgirê Hevserokê Şaredariya Yenîşehîrê Abdullah Karahan got: “Dema ku ev cih radestî me hatin kirin, em ê wan wekî stargehên jinan, navendên jinan, navendên ciwanan û hêwanên xwendinê pêşkêşî xizmeta gelê xwe bikin.”
 
Karahan anî ziman ku gelek kargehên ku di dema qeyûman de hatine pêşkêşkirin, xizmetên li dervayî armanca xwe didin û hinek cih jî ji saziyên cuda re hatine veqetandin. Karahan diyar kir ku heta kargeha di parka avahiya şaredariyê de jî dane qaymeqamtiyê wiha pê de çû: “Em difikirin ku divê dest ji van sepanan bê berdan. Ji ber ku hewcedariya me bi van heye. Em bi armanca xizmetguzariyê lê dinêrin. Em dixwazin cihên me dewrî me bêne kirin.”
 
Karahan destnîşan kir ku hinek avahiyan bi demê re bêyî destûr qadên xwe fireh kirine û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Armanca me ne ew e ku em wan mirovên ku van bufeyên peymana wan qediya ye an dê biqede mexdûr bikin, armanca me ew e ku ev cih li gorî armanca xwe bên bikaranîn. Divê bufeyên di wan parkan de li gorî çand û gelê bajêr xizmetê bidin. Armanca me ne mexdûrkirina kesî ye, em dixwazin wan cihan bikêrtir bikin.”
 
TESÎSA CIVAKÎ YA DUYEMÎN DÊ BÊ VEKIRIN
 
Parkên ku pêvajoyên wan bi dawî dibin, dê ji bo xizmeta gel bên amadekirin. Bi taybetî kargehên guncav ên di parkên mezin de, dê veguherin tesîsên civakî an jî navendên jin û ciwanan. Bufe jî dê li gorî peyman û protokolan ji nû ve bêne kirêkirin. Li dijî cihên ku li dervayî peymanê tevdigerin, dê destwerdan bê kirin.
 
Niha li Amedê tenê tesîseke civakî heye. Ew jî Tesîsên Civakî yên Fîskayayê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ve ye. Tesîs di Hezîrana 2025’an de ji bo xizmeta gel hate vekirin.
 
Di mehên havînê de rojane bi hezaran kes serdana vir dikin. Li gel kalîte û paqijiyê, bihayê xwarin û vexwarinê jî pir guncav e; çay 10 TL, cureyên taştê 120 TL, pîzza di navbera 120-150 TL de ne û hamburger tenê 110 TL ye.
 
Koordînatorê Giştî yê MED A.Ş.’ê ya bi şîrîkatiya şaredariyê Ozcan Ortaç ragihand ku di mehên havînê de rojane xizmet ji bo 3-4 hezar kesan tê dayîn.
 
 
 
Ortaç anî ziman ku şaredarî plan dike ku di pêşerojê de tesîsekî nû vebike û got: "Mirov dikarin bi zarokên xwe re wextekî xweş derbas bikin. Li gorî derva biha pir guncav in. Li derva çayek herî kêm 20 an 30 TL ye, li vir 10 TL ye. Av 10 TL ye. Ji ber wê yekê gel vir tercîh dike." 
 
MA / Azad Altay
Nûçeyên Têkildar
Zeynep Konar hat definkirin
Zeynep Konar hat definkirin

Zeynep Konar, dayika Omer Hayri Konar ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, bi merasîmekê hat veşartin.

Bû 10 roj avê nadin du navçeyên Mêrdînê
Bû 10 roj avê nadin du navçeyên Mêrdînê

Ji ber teqîna di Xeta Ava Vexwarinê de pêk hatî, bû 10 roj ji navçeyên Qoser û Artukluyê re av nayê dayin.

Pispora Psîkiyatriyê: Zexta bedewiyê mirovan ber bi têkçûna derûnî ve dibe
Pispora Psîkiyatriyê: Zexta bedewiyê mirovan ber bi têkçûna derûnî ve dibe

Seroka Odeya Bijîşkan a Edeneyê, Pispora Psîkiyatriyê Dr. Ozden Polatoz bal kişand ser zexta giran a endustriya bedewiyê ya bi rêya medya û çanda mezaxtinê ya li ser kesan û nexasim li ser ciwanan û got: “Îdeala bedewî û ciwaniyê ne tenê mijarekî takekesî ye, pirsgirêkekî binyadî ye ku aliyên wê yên derûnî, civakî û aborî hene. Çareserî jî bi hişmendiya civakî û berpirsiyariya kolektîf pêkan e."

ÎHH’ê avahiya dîrokî kire kafe!
ÎHH’ê avahiya dîrokî kire kafe!

Avahiya dîrokî ya di quntara Keleha Wanê de ku ji aliyê Mîmar Sînar ve hatiye çêkirin, Walitiyê da ÎHH’ê. ÎHH’ê avahiya dîrokî û olî kire kafe.

Li Mexmûrê hevşaredarên nû hatin hilbijartin
Li Mexmûrê hevşaredarên nû hatin hilbijartin

Di hilbijartinên li Wargeha MexmûrÊ de Xurbet Îşlek û Cuêa Fatma Bilehî bûn hevserokên bû.