Di Festîvala Koxê de siyaseta înkarê ya li hemberî Elewiyan hate nîqaşkirin

Parve bike:

MÛŞ - Di roja 3’yemîn a Festîvala Koxê de panela bi sernavê "Ji Sêwasê heta roja me ya îro têkoşîna welatîbûnê ya Elewiyan" hate lidarxistin. Di panelê de siyaseta înkar, asimîlasyon û komkujiyên li hemberî Elewiyan hatin nîqaşkirin û girîngiya xebatên rêxistinkirinê hat destnîşankirin.

 
Festîvala Koxê ku bi pêşengiya Şaredariya Gimgimê û bi beşdariya saziyên civakî yên Gimgimê bi dirûşma "Aştî dê bi hêza hunerê bê welatê rojê" tê lidarxistin, di roja xwe ya 3'yemîn de berdewam dike. Di çarçoveya festîvalê de li Cemxaneya Gimgimê panela bi sernavê "Ji Sêwasê heta roja me ya îro têkoşîna welatîbûnê ya Elewiyan" hate lidarxistin. Di panelê de Serokê Giştî ê Federasyona Elewiyên Bektaşî Mustafa Arslan û Berpirsiyara Herêmê yê Komeleya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Latîfe Ulutaş wekî panelîst cih girt û gelek welatî beşdarî panelê bûn. Beriya panelê ji bo 33 kesên ku li Madimak a Sêwasê hatine qetilkirin merasîma rêzgirtinê hat lidarxistin. Navên 33 kesên hatine qetilkirin yek bi yek hatin xwendin û piştî her navî peyva "dijî" hate gotin.
 
‘PÊNASEKIRINA ELEWIYAN NE HEDÊ KESÊ YE’
 
Latîfe Ulutaşê anî ziman ku li Sêwasê sucekî li hemberî mirovahiyê hatiye kirin û destnîşan kir ku komkujiya Sêwasê ne tenê pirsgirêka Elewiyan e û ev tişt got: "Me hewl da ku bi maf û hiqûqa xwe têbikoşin. Lê piştî Sêwasê me got 'Ew qas êş û siyaseta asimîlasyonê êdî bes e'. Piştî Sêwasê rêxistinbûna me zêdetir bû. Mîna komkujiyên din me komkujiya Sêwasê jî neda jibîrkirin. Di ser re 33 sal derbas bûn. Zarokên ku wê rojê ji dayik bûn, îro hatine qonaxek din a jiyanê. Em ji bo cezakirina kujeran têkoşiyan. Em dibêjin bila ew der bibe muzexaneya şermê. Elewîtiya ku bi komkujî û asimîlasyonê nekarîn tune bikin, xwestin bi avakirina Serokatiya Cemxaneyê tune bikin. pênasekirina Elewiyan dikin. Pênaseya nasnameya me ne hedê kesê ye."
 
‘EM LI ERDNÎARIYEK PIRBAWERÎ DIJÎN’
 
Mustafa Arslan jî diyar kir ku ew li erdnîgariyeke pirbawerî dijîn, lê tevî vê yekê jî hişmendiya yekparêziyê tê ferzkirin û wiha axivî: "Saziyên Elewiyan 33 sal in ji bo canên ku hatine qetilkirin têdikoşin. Komkujiya Madimakê nîşana wê yekê ye ku rêxistinbûn çiqas girîng e. Heke em li dijî hişmendiya yekparêz tiştekî bibêjin, divê em di nav xwe de yekparêziyê nekin. Di nava Elewiyan de Kurd jî, Tirk jî, Ereb jî hene. Divê em ji bîr nekin ku piralî dewlemendî ye. Em li welatekî wisa dijîn ku li her qada jiyanê em bi zilmê re rûbirû ne. Îro em li Gimgimê ne. Gimgim gelekî berxwedêr û xwdî hişmendî ye. Lê heke Gimgim hîn jî bi têra xwe beşdarî vê festîvalê nebe, tê wê wateyê ku me hêj jî bi temamî rêxistinbûna xwe ava nekiriye."
 
Festîval bi çalakiyên cûda berdewam dike.