Li dijî talankirina xwezayê 2 hezar îmze berhev kirin

Parve bike:
DÊRSIM - Welatiyên ku 2 hezar îmze li dijî madena plankirî ya li Pîlemûriyeyê berhev kirin, diyar kirin ku ew li Dêrsimê madenê naxwazin û ji bilî gundên xwe cihekî din ê wan tune ku biçinê.
 
Şîrketa Madenvaniyê ya Dimin dixwaze li gundên Aşgirek, Gurik, Daxbek û Panceras Tojingê yên navçeya Pîlemûriye ya Dêrsimê kana madenê ava bike. Cihê pêşniyazkirî 65.97 hektar e û 36 hektar ji bo hilberîna rasterast hatine plankirin. Di 13'ê Nîsanê de, Komîsyona Lêkolîn û Nirxandinê dê bicive da ku çarçove, pîvan û rapora Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) ya ji bo projeya madenê hatiye amadekirin, binirxîne. Pêvajoya ÇED ya ji bo projeya madena kromê di sala 2024'an de hatibû destpêkirin lê ji ber nerazîbûna raya giştî hatibû sekinandin. Lêbelê, şîrket dixwaze heman projeyê ji nû ve pêk bîne. Xelkê herêmê nêzîkî 2 hezar îmze li dijî projeya madenê berhev kirin û ew pêşkêşî Midûriyeta Jîngeh û Bajarvaniyê ya Dêrsimê kirin.
 
Welatiyên ku daxwaznameya li dijî madenê îmze kirin, diyar kirin ku ger proje bê bicîhanîn, hem xweza û hem jî jiyana gund dê bi awayekî bêveger zirarê bibînin û gotin ku ew ê têkoşînê bidomînin.
 
MIROV DIXWAZIN LI GUNDÊN XWE BIN
 
Leyla Korkûtê diyar kir ku piştî gelek salan vegeriyaye gundê xwe û li wir dijî û got: "Ez bi salan li bajêr jiyam. Paşê, dema ku êdî karê min li bajêr nema, ez vegeriyam gundê xwe. Ez zarokê xwe li gundê xwe mezin dikim. Ez dixwazim axa min paqij bimîne, em li vir hilberînin, li vir bijîn, li vir nefesê bigirin. Lê mixabin, ew erdên me rihet nahêlin. Ew dixwazin çiyayên me talan bikin. Em madenan naxwazin. Ji ber ku mirov tên vir da ku nefesê bigirin, bi xwezayê re di ahengekê de bin. Em ji vê yekê pir xemgîn in. Divê em herin ku derê? Cihekî din tune ku em biçin. Ji ber vê yekê em bi tu awayî madenê naxwazin. Em ji her alî ve li dijî wê ne. Ji ber ku em ji xwezaya xwe hez dikin û dixwazin wê biparêzin. Her kesê ku li vir dijî li dijî wê ye. Me jî îmzeyên xwe dan. Zozanên me hene; em diçin wir hilberînê dikin, heywanên me hene. Di havînê de, ev der tijî dibin, mirov dixwazin li gundên xwe bin. Ev celeb proje mirovan pir nerihet dikin. Mirovên ji Ewropa û deverên din vegeriyane, ew dixwazin li vir bijîn. Jiyana li bajaran niha pir dijwar e. Ez jî neçar mam ku vegerim gundê xwe ji ber ku min nikarîbû debara xwe bikim. Tenê daxwaza me ev e ku ew erdên me rihet bihêlin.” 
 
Welatî Bakî Dogan, bal kişand ser bandorên wêranker ên madenê li ser xwezayê û got: "Madena li Kemaliyeyê ji bo her kesî heye; bi hezaran kes bandor bûne. Avhewa guheriye. Qeysiyên li Hatay û Meletiyê êdî wekî berê şîn nabin. Berhem li Erzinganê kêm bûye. Maden xwezayê talan dikin, kulîlkan dişewitînin û pêşerojê jî wêran dikin. Sedema ku em vê madenê naxwazin ev e ku armanc dike ku jiyana li gundên me bi dawî bibe."
 
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI XWEZAYA XWE DERKEVE'
 
Dogan diyar kir ku xwezaya Dêrsimê ji bo wan pîroz e û got: "Em piştgiriyê ji dewletê naxwazin; em tenê dixwazin ku ew destên xwe ji xwezaya me vekişînin. Bi hezaran kulîlk, ajal, ajalên kovî û jîngeheke xwezayî ya bêhempa li cem me heye. Her ku destwerdan li vê xwezayê bê kirin, jiyan dê dijwartir, kirêttir bibe û em ê di pêşerojê de nikaribin nefesê bigirin. Niha, mirov ji rojavayê direvin; ew ji qerebalixî, stres û qirêjiyê direvin û xwe dispêrin hewaya paqij, av û xwezaya Dêrsimê. Ger ev werin tunekirin, mafê jiyanê yê mirovan jî dê ji dest wan were girtin. Em êdî nikarin tiştekî xwezayî bixwin. Mînak, kalîteya hingivê ku li Pilimûriyeyê tê hilberandin baş tê zanîn; ev hemû dê winda bibin. Di dawiyê de, ez dixwazim her kes xwezaya xwe biparêze û berpirsiyariyê bigire ser xwe. Bêyî ku tu hincetekê bide, divê her kes xwedî li axa xwe derkeve û ji bo nifşên pêşerojê cîhaneke xweşik bihêle."
 
Kemal Mûtlû anî ziman ku tê xwestin bi madenan Dersim ji mirovan bê xalîkirin û destnişan kir ku çalakiyên madenê yên li herêmê ji bo cureyên endemîk gefeke cidî ne. Mûtlû got ku wan nêzîkî 2 hezar îmze li dijî wêrankirina xwezayê berhev kirine û got: "Ev hewldan zû hatin organîzekirin, lê ji niha û pê ve têkoşîneke bihêztir dê were dayîn. Em ê nehêlin ku kes van erdan ji destê me bistîne." Mûtlû destnîşan kir ku herêm xwedî flora û faunayeke dewlemend e. 
 
MA / Şîlan Şîrvan Çîl