MÛŞ - Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, têkildarî îdiaya ku tê gotin “dê projeya JES’ê were betalkirin” daxuyanî da û got: “Heta ku em biryarên betalkirinê yên fermî û hiqûqî nebînin em ê guh nedin tu gotinan.”
Bertekên li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê xwestin li di nava sînorê gundê Xwarikê yê navçey Gimgimê ya Mûşê were çêkirin û dê herî kêm bnandoreke neyînî li 16 gundan bike, her ku diçe zêdetir dibin. Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nû da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Qeymeqamê Gimgimê ji keyayên 5 gundên ji vê projeyê bandor dibin re gotiye “Walîtî dê vê projeyê betal bike.” Bi domdarî platformê got: “Tiştên tenê di gotinê de dimînin, hewldaneke qelskirina îradeya civakê ye. Hewl didin berteka civakî qels bikin, têkoşînê bi demê re vehêlin û ji hev belav bikin. Ev gotin, xetereya mijûlkirinê di nava xwe dihewîne. Em, heta ku li ser kaxizê biryara betalkirinê ya fermî û hiqûqî nebînin dê guh nedin tu gotinan.”
Di berdewamê de hate gotin ku Komîsyona Hiqûqê ya Platformê ji bo pêvajo di carekê de bi dawî nebe xebatên xwe yên stratejîk bi hûr û kûr didomîne û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di 24’ê Nîsanê roja înê de em ê bi hemû hêza xwe Mitînga Ekolojiyê ya Gimgimê li dar bixin. Têkoşîna me ne tenê bi gotinan lê heta ku belgeyên fermî yên xak û pêşeroja me diparêzin dê bidome. Têkoşîna me ya ji bo xwezayê dê bidome.”