Ji bo gelek bajaran hişyariya barînan hate kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barînan kir. 

 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya 16’ê Gulanê aşkera kir. Midûriyetê, diyar kir ku li gelek bajarên Herêma Serhedê li benda barînan e û dê pêla germahiyê bikeve. 
 
Midûriyetê da zanîn ku dê li seranserî bajarên bakurê Kurdistanê baran bibarin. Her wiha ji bo deverên bilind ên bajarên Serhedê hişyariya şilopeyê hate kirin.