ŞIRNEX - Belge derkete holê ku Wezareta Çandinî û Darinstanê, gundên Şax û Hebler ên Cizîrê ku di salên 1993’yan de bi îdiayên “ewlehiyê” hatibûn valakirin, bi kirê daye Wezareta Parastinê. Gundê ku di pileya yekemîn de di statuya qada sît a arkeolojîk e, lê tetbîqatên leşkerî tên kirin.
Wezareta Çand û Daristanê, gundên Şax û Heblerê yên navçeya Cizîr a Şirnexê ku di salên 1993’yan de bi îdiayên “ewlehiyê” hatibû valakirin û ev 33 sal in qedexe ne, ji bo 49 salan bi kirê dan Wezareta Parastinê. Li gorî belgeya ku em gihîştinê de, gundê li qûntarên Çiyayê Cûdî, di 10’ê Adara 2009’an de hatine kirêkirin. Qada ku hatiye kirêkirin 758 hezar û 736 metrekare ye. Di nava vê qadê de erd û cotên gundiyan jî cih digire û hate zanîn ku li vê qadê wek cihê perwerdehiya çekê û tetbîqata leşkerî tê bikaranîn.
Di belgeyê de hate îdiakirin ku cihê ku xebata perwrdehiya çekê lê hatiye kirin ne jîngeh bûye, milkên nayên bikaranîn bûye. Belgeya ku li serê îmzeya Mudiriyeta Lojîstîk a Wezareta Parastinê cih digire, di 26’ê Îlona 2025’an de hatiye îmzekirin. Gundê ku têketina gundiyên xwedî milkên bi tabû lê qedexe ye, hate îdiakirin ku agahiya têkildarî erd, mêrg û milkên bi tapû li cem Wezareta Parastinê nîn e.
Gundî piştî betalkirina biryara ewlehiya taybet a di Gulana 2025’an de, dikarin bi rojane biçin gund. Lêbelê nikarin li baxçe û li nava erdên xwe çandiniyê bikin. Dema perwerdehiya çekê û tetbîqat lê tên kirin, têketina gundiyan bi tevahî tê qedexekirin. Mudiriyeta Parastina Berhemên Çandî ya Herêmê, di 2024’an de Keleha Şaxê, wek bi pileya yekemîn statuya qada sît a arkeoojîk tescîl kiriye lêbelê li gund gelek caran perwerdeya çekê û tetbîqetên leşkerî pêk hatine. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê, qadên sît ên arkeolojîk bêyî xebatên zanistî, tu xebat lê nayên kirin.
GUND DI BIN GEFA BENDAVÊ DE NE
Ji aliyê Mudiriyeta Herêma 10’emîn a Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ), li ser Çemê Nêrdûş ê ku çavkaniya herî girîng a Çiyayê Cûdî ye, plana çêkirina bendavê tê kirin. Li gel projeya bendavê, li herêmê Santrala Hîdroelektrîk (HES), projeya avdanînê, kanên madenan, tesîsên şikandin, şuştin û santralên betên hene. Bi van projeyan xwezaya Botanê tê talankirin. Bi projeya bendavê ve dê beşek mezin a gundên Şax û Hebler ên dîrokî jî di bin avê de bimînin. Li gundê Şaxê 7 keleh hene; Keyser (Dûşe), Çeko, Keçikê, Kardû (Mangûlî), Bagiyê, Xirabe (Îbrahîm Paşa) Bedirxan Beg. Ev warên dîrokî bi projeya bendavê ve dê di bin avê de bimînin.
MA / Emrullah Acar