Li Kurdistanê dê germahî li dor 42 dereceyan be

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payin li gelek deverên Tirkiyeyê baran bibara. Her wiha dê li Kurdistanê pileya germahiyê li dor 42 pileyî be. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora rewşa hewayê weşand. Li gor vê, dê derdorên li bakurê Tirkiyeyê û Behra Spî bi ewr bin û li Trakya, derdora Torosan, rojavayê Behra Reş û rojhilatê Behra Reş û Stenbol, Kocaelî, Artvîn, Qers û Erdexanê baran bibare. 
 
Her wiha tê payin ku li Amedê pileya germahiyaê 42, li Mêrdînê 37, li Sêrtê 40 û li Rihayê 41 be.