Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin 2026-03-06 15:21:34   AMED - Girtiyên li Girtîgeha Dumluyê tên ragirtin diyar kirin ku ji bo wan ava vexwarinê nayê dabînkirin û ragihandin ku îtîrazên wan ên ji bo vê yeke jî nehatiye qebûlkirin.   Li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê, binpêkirinên li dijî girtiyan didomin. Girtiyan binpêkirin rû bi rû dibin bi rêya malbatê ragihandin.   Girtiyên diyar kirin ku heqê wan ê 100 lître ava germ û 150 lître ava sar hi ber xerabûna pergala otomata avê nikarin bi kar bînin û av hatiye birin lê dema wan ev îtîraz kiriye, îdareya girtîgehê ji wan re gotiye “we av bikar aniye” û îtîraza wan red kiriye. Girtiyan destnîşan kirin ku ev sepan jiyana wan zehmet dike û kotaya avê binpêkirin û sepanekî kêfî ye.    Heriha girtiyan diyar kirin ku nebûna avê dibe sedema pirsgirêkên paqijiyê û bandorekî neyînî li ser jiyana wan dike. Girtiyan ji bo çareseriya pirsgirêkan bangî rayedar û raya giştî kirin.    Der heqê îdiayan de em li îdareya girtîgehê geriyan û îdareyê got ji ber xerebûna makîneayê av nayê dayîn. Rayedarê ku em pê re axivîn, têkildarî redkirina îtîrazê got: “Dibe ku ne rast be, der heqê vê mijarê de agahiya min nîn e.”