NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara komeleyên ku ji bo pêşxistin û fêrkirina Kurdî dixebitin têrê nake. Li herêmên Çukurova û Akdenîzê û li bajarên wekî Mêrdîn, Îdir, Qers, Colemêrg û gelek bajarên din komeleyên Kurdî tune ne.
Xala 42’yan a Destûra Bingehîn, nahêle ku bêyî Tirkî zimanekî din di saziyên perwerde û hîndekariyê de wekî zimanê dayikê bê xwendin û hînkirin. Ji ber vê yekê, di dibistanên dewletê de bêyî Tirkî perwerdeya bi zimanekî din “sedema parçebûnê” an jî “pirsgirêka manê” tê dîtin. Kurdî di serê van zimanan de tê.
Kurd ji dema damezirandina komarê û vir ve bi polîtîkayekî giran a bişaftinê re rûbirû ne. Di hin serdeman de zimanê wan bi temamî hat qedexekirin, di hin serdeman de jî ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê axivîn rastî zextan hatin an jî bi cezayên giran hatin cezakirin. Lêbelê li dijî bişaftin û zextan têkoşîn her berdewam kir. Komeleyên ziman û çandê ku ji bo pêşxistin û hînkirina Kurdî xebatê dikin, pêşengiya vê têkoşînê dikin.
Piştî hewildana darbeya leşkerî ya 2016’an, di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hemû komeleyên ziman û çandê yên Kurdî hatin girtin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku di sala 1992’yan de hatibû damezirandin û hemû şaxên Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) di nava saziyên ku xebatên wan hatibûn sekinandin de bûn. Kedkar û zimannasên van saziyan piştî demekê bi komeleyên nû xebatên xwe yên ji bo Kurdî dîsa dan destpêkirin.
KOMELEYÊN KU PERWERDEHIYA KURDÎ DIDIN
Agahiyên li ser xebatên komeleyên ku piştî 2016’an di bajaran de hatine vekirin wiha ne:
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER): Di sala 2017'an de li Amedê hate damezirandin, nêzî 400 şagirt lê dersa Kurdî dibînin.
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî ( ARÎ-DER): Di sala 2008'an d li Êlihê bi navê "Mereto" hate damezirandin. Navê wê di 3’yê Tîrmeha 2021’an de bû ARÎ-DER. Li komeleyê zêdetirî 100 kes dersên rûbirû û online dibînin.
* Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek: Li Şirnex/Cizîrê di 22’yê Îlona 2019’an de hate damezirandin. Di 2 kursên cuda de 24 kes ziman hîn dibin.
* Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH): Di sala 2024'an de li Wanê hate damezirandin. 90 kes dersên ziman dibînin. Di atolyeyekê de tenê dersê didin zarokan.
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta: Di 1'ê Tebaxas 2025'an de li Îzmîr/Konakê hate damezirandin. 50 kes lê dersên Kurdî dibînin.
* Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Cûdî (CÛDÎ-DER): Li Şirnex/Silopiyayê di sala 2015’an de hate damezirandin. Piştî dûrxistina Hevşaredara şaredariyê Jiyan Ormanlı, xebatên li vir sekinîn.
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Feratê (FERAD-DER): Di sala 2019’an de li Semsûrê hate damezirandin. Dersa ziman dide 15 kesan.
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Botanê (BOTAN-DER): Di 31’ê Cotmeha 2022’yan de li Sêrtê hate damezirandin. 25 kesan bawernameyên xwe wergirtin. Ji ber guhertina cih, xebat ji bo demekê hatin sekinandin.
* Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEBYA-DER): Di 7’ê Tîrmeha 2024’an Lİ Bedlîs/Tetwanê de hat damezirandin.
* KON-DER (Komeleya Çand, Huner û Ziman a Konyayê): Di 6’ê Sibata 2025’an de li Konya/Kulu hat damezirandin. 25 kes beşdarî atolyeyan dibin. Serlêdanên nû berdewam dikin.
* Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê: Di 6’ê Adara 2017’an de hat damezirandin. Dora 250 kes bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî dersan dibînin.
* Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsa: Di sala 2019’an de li Wan/Erdîşê hat damezirandin. 20 şagirtên wan hene.
* Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayiyan (MEDIA-DER): Di 18'ê Gulana 2025'an de li Tekirdagê hat damezirandin. 6 kes perwerdeya ziman dibînin.
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Araratê (KURDÎ-ZAN): Di 8'ê Mijdara 2025'an de li Agiriyê hat damezirandin. Li komeleyê 70 kes perwerdeya ziman dibînin.
* Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Anka (ANKA-DER): Di Hezîrana 2022’yan de li Enqereyê hat damezirandin. 75 kes beşdarî atolyeyan dibin. Heya niha bi sedan kesan perwerde temam kirine.
* Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman, Çand û Hunera Kurdî ya Sêweregê (ZIWAN-KURD): Di 30’yê Mijdara 2025’an de li Riha/Sêweregê hat damezirandin. 20 kes perwerdehiya ziman dibînin.
* ZIMANGER: Di 17’ê Kanûna 2025’an de li Rihayê hat damezirandin. Hêj atolye dest pê nekirine.
* Komeleya Ziman û Çanda Kurdî: Di sala 2023’yan de li Rihayê hat damezirandin. Niha atolyeyên wê tune ne.
* Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Îzmîr-Dersimê: Perwerdehiya zaravayê Kirmanckî dide 13 şagirtan.
* Komeleya Nûbihar: Li Wanê xebatê xwe dike. Di polekê de 25 kes fêrî ziman dibin.
* Komeleya Çand û Hunerê ya Bîngolê: Di 27’ê Kanûna 2025’an de vebû. 30 kes perwerdeya ziman dibînin.
* Enstîtuya Ehmedê Xanî: Di 27’ê Nîsana 2024’an de li Wanê vebû. Bêtir panel û sempozyûman li dar dixe.
MA MUSIC, EGÎTÎM SEN, DAD, SES
Bêyî komeleyan, di nava gelek sazî û sendîkayan de jî atolyeyên Kurdî tên lidarxistin.
Li Amedê di bin banê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê û MA Musicê de bi salan in atolye hene.
Di nava sendîkayan de ya herî çalak Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) e. Li şaxên Egîtîm Senê yên wekî Dêrsim, Wan, Semsûr, Dîlok û gelek bajarên din dersen Kurdî tê dayîn. Li Dêrsimê 42 kes û li Wanê 30 kes perwerdeyê Kurdî dibînin.
Di Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) de jî xebatên bi vî rengî tên kirin; li şaxa Wanê yê SES’ê 60 kes perwerdeya ziman dibînin.
Herwiha hin baro û şaxên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Weqfa Mezopotamyayê û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî atolyeyên ziman li dar dixin.
Yine bazı barolar, Demokratik Alevi Derneği (DAD) şubeleri, Mezopotamya Vakfı ile İsmail Beşikçi Vakfı gibi yerlerde de dil atölyeleri düzenleniyor.
HERÊMA ÇUKUROVA Û AKDENÎZÊ
Li gelek bajarên ku Kurd lê zêde ne, tu komeleyekî ku li ser Kurdî bixebite tune ye. Herêmên Çukurova û Akdenîzê di serî de ne. Li bajarên wekî Edene, Mersîn, Antalya û Hatayê ku bi sed hezaran Kurd lê dijîn, komeleyekî ku perwerdehiya Kurdî bide tune ye.
LI 7 BAJARÊN SERHEDÊ KOMELE TUNE NE
Li herêma Serhdê jî rewş heman e. Xebatên ziman herî zêde li Wanê ne. Lêbelê li Erzirom, Îdir, Qers, Erdexan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê (navend) tu komele tune ne. Herwiha li Mêrdîn, Meletî, Mereş, Şirnex (navend), Xarpêt, Dêrsim û Erzinganê jî komele tune ne.
DI 5 ZANÎNGEHAN DE BEŞÊN 'ZIMANÊN ZINDÎ'
Xebatên akademîk ên li ser Kurdî li zanîngehan jî pir kêm in. Tenê li 5 zanîngehan beşên Ziman û Wêjeya Kurdî hene:
* Zanîngeha Dîcle ya Amedê
* Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê
* Zanîngeha Alparslan a Mûşê
* Zanîngeha Bîngolê (Çewlîg)
* Zanîngeha Munzur a Dêrsimê
Sibe: Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Kurdî çi kirine, çi nekirine?
MA / Azad Altay