Xwendekar ji ber bihabûnê nikarin pirtûkan bikirin

Parve bike:
WAN - Ji ber bihabûnê xwendekar û malbat berê xwe didin pirtûkên destê duyemîn an ên berê bikar hatî.
 
Li Tirkiyeyê ji ber krîza aboriyê bihayên qirtasiye û pirtûkan jî zêde bûye. Xwendekar û malbat ji dêleva pirtûkên nû bikirin, pirtûkên berê bikarhatî dikirin. Li Wanê pirtûkfiroş û welatiyan diyar kirin ku ji ber bihabûnê her sal kirîna pirtûkan ji bo xwendekaran bêtir zehmet dibe. Pirtûkfiroşên li Wanê diyar kirin ku êdî welatî pirtûkan nakirin û ji bo pirtûkên destê duyemîn tên cem wan.
 
Pirtûkfiroş Erdal Genez diyar kir ku li bazarê pirskirina pirtûkên nû nîn e lê xwendekar pirtûkên bikarhatî dikirin û ev tişt got: “Firotina pirtûkan kêm bûye. Sedema vê nebûna derfetên madî ne. Her malbatekî 3-4 xwendekarên wan hene û hejmara xebatkaran kêm in. Ji ber vê yekê di kirîna pirtûkan de zehmetiyê dikişînin. Li cem me herî zêde pirtûkên destê duyemîn hene, xwendekar nikarin pirtûkên nû bikirin. Her sal bihayê pirtûkan ji sedî 20, 30 zêde dibin. Daxwaza me ew e ku dewlet ji bo pirtûkan piştigriyê bide xwendekaran.”
 
‘JI BER BIHABÛNÊ NIKARIN BIKIRIN Û RÊJEYA XWENDINÊ KÊM DIBE’
 
Pirtûkfiroşê bi navê Mehdî Gerçekçî diyar kir ku kirîna pirtûkan zehmet bûye û ji ber vê yekê rêjeya xwendinê kêm bûye û wiha axivî: “Li gorî sala bihurî îsal bihayên pirtûkan zêde bûye û hejmara xwînêran jî kêm bûye. Em pirtûkên Kurdî jî difroşin. Li cihekî mîna Wanê rêjeya xwînêran kêm e lê em bi hêvî ne. Li cem pirtûkfiroşên Wanê Kurdî kêm e ev yek jî me xemgîn dike, sedemê vê jî mufredat e. Em dixwazin hemû sazî girîngiyê bidin Kurdî.”
 
‘JI BO KIRÎNA PIRTÛKAN DIVÊ DEHAT ZÊDE BE’
 
Welatiyê bi navê Macît Acar diyar kir ku ew bi kêmtirîn mûçeyê dixebite û nikare ji zarokên xwe re pirtûk û kelûpelên qirtasiye bikire û got: “Bihayên pirtûkan zêde ne. Ez kêmtirîn mûçeyê werdigirim û ev yek ji bo min zehmet e. Hinek malbat kirêdar in 3-4 xwendekarên wan hene, kirîna pirtûkan ji bo malbatan zehmet e. Daxwaza me ew e ku wezaret çareseriyekî bibîne. Sedemê kêmbûna xwendinê aborî ye û bihabûna pirtûkan e. Ji bo kirîna pirtûkan divê dehata malbatan zêde be.” 
 
Nûçeyên Têkildar
Şaredariyên Amedê ketin nava tevgerê: Kargehên di parkan de dê bêne veguherandin <font color=#ff0000> DOSYA </font>
Şaredariyên Amedê ketin nava tevgerê: Kargehên di parkan de dê bêne veguherandin DOSYA

Li Amedê piraniya kargehên di parkan de an wekî qehwexaneyên okeyê têne bikaranîn an jî xizmetên li dijî peymanê didin. Şaredarî ketin tevgerê da ku kargehên ku qeyûman bê îhale pêşkêşî kesan kirine, veguherînin tesîsên civakî.

ÎHH’ê avahiya dîrokî kire kafe!
ÎHH’ê avahiya dîrokî kire kafe!

Avahiya dîrokî ya di quntara Keleha Wanê de ku ji aliyê Mîmar Sînar ve hatiye çêkirin, Walitiyê da ÎHH’ê. ÎHH’ê avahiya dîrokî û olî kire kafe.

Li Mexmûrê hevşaredarên nû hatin hilbijartin
Li Mexmûrê hevşaredarên nû hatin hilbijartin

Di hilbijartinên li Wargeha MexmûrÊ de Xurbet Îşlek û Cuêa Fatma Bilehî bûn hevserokên bû.

Li Wanê polîtîkaya şerê taybet: Jinên ciwan û xwendekar di hedefê de ne
Li Wanê polîtîkaya şerê taybet: Jinên ciwan û xwendekar di hedefê de ne

Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Ayten Kiranê diyar kir ku tevî pêvajoya berdewam jî, ferzkirinên sîxurtiyê zêde bûne û da zanîn ku di 2 mehên dawî de, 14 kesan ji ber zextên ji bo sîxurtuyê serî li wan dane.

Akademîsyenê Aştiyê 8 sal in li kafeyan dersan dide
Akademîsyenê Aştiyê 8 sal in li kafeyan dersan dide

Akademîsyen Emrah Gunok ê ku ji ber îmzekirina daxuyaniya "Em ê nibin şirîkê vî sûcî" ji wezîfeya xwe hat îxrackirin, 8 sal in li şûna kampusê, dersên xwe li kafe û li qadan dide.