STENBOL - Endama MYK’a ÎHD’ê Eren Keskînê bal kişand ser dosyeya Epstein û diyar kir ku li Tirkiyeyê jî bûyerên heman rengî hatine jiyîn û got ku di sala 2013’an de dosyeyeke bi heman rengî gihiştiye ber destê wê. Eren Keskînê got ku divê ev îdiaye bi berfirehî bên lêkolînkirin.
Têkildarî doza Jeffrey Epstein ku li Amerîkayê ji ber sûcên “tecawizkirina zarokan” û “avakirina tora fihûşê” dihat darizandin û piştre li girtîgehê mirî hatibû dîtin, bi hezaran belge hatin weşandin. Piştî weşandina belgeyan, dosyeya Epstein li hemû dinyayê deng veda. Lêbelê li Tirkiyeyê têkildarî “dosyeya girêdayî doza Epstein” tu dozeke fermî nehatiye vekirin. Yek ji bûyerên li Tirkiyeyê dişibe dosyeya Epstein jî di salên 90’î de ji hêla Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Mehmet Agar ve hatibû kirin û zarok hatibûn îstîsmarkirin.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, têkildarî dosyeya Epstein û bûyerên bi heman rengî yên li Tirkiyeyê nirxand.
Eren Keskînê diyar kir ku têkildarî dosyeya Epstein li gelek deverên cîhanê bûyerên bi heman rengî rûdane û got: “Têkildarî vê mijarê di sala 2013’an de li Tirkiyeyê jî agahî hatin ber destê min. Ji min re hate gotin ku kesê bi navê ‘Demink’ ku li Wezareta Dadê ya Hollandayê dixebitî, di sala 1996’an de hate Tiriyeyê û tev li civînên Interpolê bû. Gotin ku ev kes şevekê li Stenbolê maye û gotiye ku îstîsmarkarê zarokan-pedofîlî ye û Mehmet Agar jî zarok jî vî kesî re biriye. Bûyerên îstîsmarê ne tenê di dosyeya Epsteîn de hene. Heman bûyer li erdnîgariya me û li yên cuda jî diqewimin. Weke parêzerek bi salan dixebite, dizanim ku li xaka me jî îstîsmarkirina zarokan pir zêde ye. Dema ev derdor tên parastin jî qet nayên cezakirin. Lewma vê dosyayê ez ecêb nehiştim. Aliyê girîng ew e ku piştî bi salan, saziya siyasetê ya navneteweyî û siyaseta navxweyî ya Amerîkayê vê li dijî hev weke şantajê bi kar tîne.”
‘BAŞ NEHAT NÎQAŞKIRIN’
Eren Keskînê anî ziman ku di bûyerên vî rengî de ku zarok tên îstîsmarkirin, zêdetir bi têkoşîna parastvanên mafên mirovan ên di vê mijarê de dixebitin dikare pêşketinek bê bidestxistin. Eren Keskînê wiha domand: “Dosyeya Epstein di dema xwe de baş nehat nîqaşkirin. Gelek kes van dosyeyan li dijî hev weke amûra şantajê bi kar tîne. Di dosyeyê de gelek zarok mexdûr bûn û bû sedema mirina wan. Têkildarî erdheja 6’ê Sibatê tu kesekî delîleke şênber dernexist holê. Lê em tevek dizanin ku zarok hatibûn revandin. Lewma tiştekî asayî ye ku gumanên me çêbibin. Wisa bûye yan nebûye, divê vê rastiyê derxin holê. Nexwe dê guman her tim hebin.”
‘ZAROK LI SER MEXDÛRBÛNÊ NAYÊN LÊPIRSÎNKIRIN’
Di berdewamê de Eren Keskînê bi lêv kir ku dosyeyên behsa xeberê li ser mexdûrbûna zarokan nayên vekolandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dosyeya Epstein ne li ser mexdûrbûna zarokan lê ji hêla şantajên siyasetmedaran ve tên destgirtin. Ev rêjeya îstîsmarkirina zarokan nayê nîqaşkirin, veşartina wê nayê nîqaşkirin.”
‘MIN BI ZAROKÊN RASTÎ ÎSTÎSMARÊ HATIN RE HEVDÎTIN KIR’
Bi domdarî Eren Keskînê got: “Bi ser vê bûyerê gelek dem derbas bû û zarok êdî mezin bûne. Ev bûyer di sala 96’an de qewimî. Piştre jî Huseyîn Baybaşîn li Hollandayê hate girtin. Ev doz, di navbera Tirkiye û Hollandayê de veguherî mijara şantajê. Ez baş bi naveroka dozê nizanim lê parêzerên Baybaşîn li min geriyan û gotin ku di dosyayê de îstîsmarkirina zarokan heye. Gotin ku bi zarokan re hevdîtin kirine, qeyd di destê wan de ne û li parêzereke ku bi ser dosyayê de biçe digerin. Min jî got ku dikarim pê re eleqedar bibim. Îfadeyên zarokan ên wê demê hene. Rojnamegerekî bi navê ‘Burhan Kazmali’ diçe bi zarokan re diaxive. Heta diçe bi polîsê ew zarok ji Demink re birin re hevpeyvînê dike. Min ev tevek temaşe kir. Piştre min bi van zarokan re hevdîtin kir. Her tiştek ji min re vegotin. Gotin ku ditirsin. Lê min dîsa jî serlêdana sûc kir.”
‘PEYWIRDARÊ ÎSTÎXBARATÊ GILIYÊ MEHMET AGAR KIRIYE’
Di berdewamê de Eren Keskînê da zanîn ku beriya wan xebatkarekî îstîxbaratê der heqê Mehmet Agar de serlêdana sûc kiriye û wiha pê de çû: “Di serlêdana sûc de dibêje ku Mehmet Agar tevî dizanî ev zarok dê bên îstîsmarkirin jî bi rêya polîsekî ji Demink re biriye. Lêbelê ev serlêdanên sûc, bi biryarên neşopandinê biencam bûne. Me dîsa li dozgeriyê serlêdana sûc kir. Lêbelê serlêdana min di nava 20-25 rojan de bêyî lêkolînek were kirin hate girtin. Me îtîraz kir lê ew jî hate redkirin. Rêyên hiqûqa navxweyî bi temamî xelas bûn. Min ew bûyerê wê demê jî bi hûr û kûr vegot û heta çapemeniya azad nûçeya wê çê kir. Lêbelê dezgehên din ên çapemeniyê bi tu awayî pê re eleqedar nebûn. Ji ber ku li aliyê din Mehmet Agar hebû. Çêkirina vê nûçeyê wisa karekî hêsan nebû. Lêbelê piştî dosyeyên Epstein bûn rojev, ji carekê ve kesekî li ser medyaya dijîtal ev bûyer bi bîr xist û niha dîsa li ser bûyerê tê axaftin. Ev bûyer, îstîsmarkirina zarokan e ku ji hêla hin hêzan ve ser tê girtin. Darazê, hem wê demê hem jî niha bi tu awayî zarokan esas nagire. Heta bêyî hewcehî bi girtina îfadeyên zarokan bibînin, dosye girtin.”
‘LI TIRKIYEYÊ AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ NÎNE’
Eren Keskînê bi lêv kir ku dewlet, hiqûqa navneteweyî her tim binpê dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiyeyê gelek peymanên navneteweyî îmze kiriye lê tevekan jî binpê dike. Erê rast e li DYA’yê bêhiqûqtiyeke mezin hatiye kirin lê hûn dikarin li dijî Trump her tişta dixwazin bibêjin. Hûn dikarin li dijî wî biaxivin û fîlman çêbikin. Kesek ji ber vê we nagire. Lê li Tirkiyeyê tu caran azadiya xweîfadekirinê nebûye. Weke parastvanên mafên mirovan di dosyeya Epstein de em ê tişta ji dest tê bikin û têbikoşin. Lê tiştên em bikarin bikin hinek bisînor in.”